Pêşengeha wêneyan ya teqîna reng bi dawî bû

Duyemîn pêşengeha wêneyan a jin bi durşma "Teqîna reng", ku ev sê rojin li navenda Baqî Xido ya çand û huner a Kobanê hatibû li dar xistin bi dawî bû.

 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Pêşengeha wêneyan a ku di 6'ê Hezêranê de li navenda Baqî Xido a çand û huner hatibû li dar xistin, îro bi dawî bû. Nêzî du salan ev wêne hatin xêzkirin, lê ji ber rewşa vîrusa Koronayê pêşengeh dereng hat pêşkêşkirin. 17'e jinên ciwan cihê xwe di nava pêşengehê de girtine. 85 tabloyan hatin pêşkêşkirin. Her tablo hestekî mirovan de dide jiyan kirin ku çi şer an jî kêfxweşî be. Ji bo rola jin di nav hemû qadên jiyanê de bê der xistin û ji raya giştî re bê parvekirin, bi destê jin ev tablo hatin xêzkirin. Di roja yekemîn de ji aliyê çandê ve diyarî li 19'e wênekêşan hatin belavkirin. Di derbarê pêşengehê de kesên ku serdankirine nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin.
"Divê her kes armancên xwe pêk bîne"
Dayika bi navê Fatma Ismet wiha behsa kevneşopiyên di nava pêşengehê  de dike: "Ez bi keça xwe re hatime pêşengeha bi navê "Teqîna reng", keça min Necme Ismet dema ku li malê bû hîna bi temenekî biçûk dest bi xêzkirina wêneyan kir. Paşê dema ku bavê xwe li ser facebook wêneya wê ya yekemîn belavkirin, wê demê banga keça min kirin ku divê ew cihê xwe di nava van girupan de bigre, ji wê demê û şun ve her di nava demekê de keça min ji gund dihat bajar da ku perwerde bibîne. Îro jî ez gelekî kêfxweşim ku keça min jî cihê xwe di nava vê pêşengehê de girtiye. Ev bi xwe asteke ji bo min û keça min e. Ez dixwazim hemû keç an jî kî dibe bila bibe divê li peyî armancên xwe bin da ku serkeftinê misoger bikin. Tişta bala min kişand ew bû ku her kesî çanda xwe xêzkirine, heye ku kesên wek van şagirtana hebin wê her tim çanda me zindî bimîne." 
"Rengê jin hêviyê dide mirovan"
Jina ciwan ya bi navê Nisrîn Şahîn Ebdî jî axivî û got ev gavek ji gavên serkeftinê ye: "Dema ku ez derbasî nava pêşengehê bûm, ya herî xweş ku hemû jinên ciwan yê temenê wan biçûk lê tiştên ji xwe mezintir xêzkirin. Ruxmî temenê wan biçûke lê xeyalên wan mezinin. Ez gelekî kêfxweşim ku ji bajarê me tiştekî wiha ji nifşên pêşerojê re derdikeve. Her kesî ev pêşengeh meraq kiriye, lewma zarok, pîr û jin hemû li virin serdana vê pêşengehê dikin. Ez bi hêvî me ku hîna gavên baş bêne avêtin û her kes bighêje xeyalên xwe. Ya herî baş ku heya niha ciwanan me çanda xwe winda nekirine, ji ber em bi kiryarên qirkirina çandê re rû bi rû dimînin. Heya reng jî bi awayên baş hatine bi kar anîn û di nav de têkoşîna jin dane diyarkirin. Di dawiyê de ez serkeftinê ji hemûyan re dixwazim û ez bi hêvî me ku pêşengehê wiha her tim bêne li dar xistin."
Pêşengeh bi pêşkêşkirina muzîk ji aliyê koma Gîvara ya çand û hunera Baqî Xido ve bi dawî bû.