Guherîna avhewayê bûye sedema derketina vîrusa Coronayê

Li gorî lêkolînek a Zanîngeha Kamebrîdec a Brîtanyayê hinek sedemên derketina vîrosa coronayê avhewaya germ û çivîkên berçemokin.

Navenda Nûçeyan –Lêklînek a ji hêla lêkolînerên Zanîngeha Kamebrîdec ya Brîtanya ve hatî kirin nîşan da ku vîrusa coronayê ya ku dibe sedema covid-19 teyîrikan çêbûye. Li gorî lêkolînê tê texmînkirin ku sedema coronayê çivîka binavê bercemok e.  
Lêkolîn di kovara Zanistên Hawirdorê de hatî weşandin. Piştî ku lêkolîneran aliyên bi coronayê ve girêdayî yên celebên cûda yên bercemokan ku bi zanistî wekî "modelkirin" tê zanîn, nas kirin. Lêkolîneran hin daneyên wekî germahî û baranê bikar anîn, da ku hawîrdora ku jîngeha vê vîrusê ava dike bibînin.  
Lêkolîna ku ev saleke despê kirye, destnîşan kir ku 40 cûreyên barcemoka li herêma başûrê Çînê, Myanmar û Komara Laos ya dirêjî nîvgirava Çîn û Hindistanê dibe dijîn. 
Lêkolînerên berê digotin ku barcemok çavkaniya sereke ya belavbûna vîrusa corona ye, ji ber ku her celebek ji wan 2.1 ji vîrusên koronayê hildigre.
Nivîskarê sereke yê lêkolînê Robert Mayir got ku zêdebûn berbiçav ya hejmara barcemokan, îhtîmala ku germbûna gerdûnî dibe sedema derketina vê nexweşiyê, zêde dike.    
Nîşan dide ku zincîra rastîn a veguhastina Covid-19 hîn nehatiye diyar kirin, lê guherîna avhewayê û ekosîsteman mirovan û ajalan dike têkiliyek mezintir. 
Ji dawiya sala 2019'an ve Vîrusa Coronayê li bajarê Wuhan a Çînî xuya bû û veguherî nexweşiyeke cîhanî ku li gelek welatên cîhanê belav bû.