Malên ax ên berhemê civaka xwazayî ne bi tendurist in û ji bo jiyanê destdayî ne

Eyşa Ibrahîm yek ji jinên ku mala xwe bi axê lêkiriye û heya niha jî hezkirina xwe ji wî karî re heye wiha got: "Min mala xwe bi axê lê kir, ev yek jî wek çand e li gel me, ji bo ev çand neyê jibîrkirin divê em biparêzin û xwedî lê derkevin."

DILUCAN BOZÎ
Kobanê - Malên ji axê yên berê li gundan dihatin çêkirin hem havînê hênik bûn, hem jî zivistanê germ bûn. Bêhna wan a xweş a ji axê, bi şerbata ku ji axa spî dihat çêkirin û li dîwaran dihat xistin (di cihê boyaxê de) xweştir dibû. Dikare were gotin ku ji bo mirov di hundir de jî dibû ‘bêhgirtin.’ Ev çanda xwezayî hê jî li gelek heremên Kurdistanê heye. Eyşa Îbrahîm yek ji jinên gundê Kortikê ye ku dikeve Rojhilatê Kobanê ye. Di ciwaniya xwe de malên bi axê lê dikirin, traktor diajot û mala xwe bi rêve dibir, bi tena serê xwe mala xwe bi axê ava kiriye. Ji ber ku jin nêzî ax û xwazayê ne, ji bo vê girêdana jinan bi xwazayê û axê re zêdetir dibe, ya xwedî li axê derdikeve û tiştan diafirîne jin e. Di civaka xwazayî de jinan xwe bi xwe amûr diafirandin. Bi rê û rêbazên cuda tişt digirtin dest, ji bo wê jî jin afrînerên civakê ne. Malên kelpîç an jî bi axê, ji demên civaka xwazayî de hatiye, li gorî derfetan şêniyan malên xwe ava kirine. Mirovan destpêkê di şikeftan de jiyana xwe didomandin, paşê ji ber hejmara zêde ya mirovan, mal bi axê û keviran hatin lêkirin. Mal bi nexş dihatin çêkirin.
"Ji bo tenduristiyê malên bi ax gelek baş in"
Eyşa di axaftina xwe de behsa lêkirina malên bi axê kir û wiha got: "Di destpêka mirovahiyê  de mal bi axê dihatin çêkirin, mal li gorî rewş û parastinê dihatin çêkirin. Ji destpêkê ve heya niha jî ya herî zêde kedê dide jin e, di dema me de amûr tune bûn, me av bi destan an jî kerê dikişand. Ji bo em xaniyekî çêkin, me kedeke mezin dida, ji ber ku ax û av jî hemû bi milan dihatin kişandin. Lê dîsa jî me nizanibû ku ev kar çawa dibe, ji ber ne tenê kesek dikir, me hemû jinan bi ruhekî komînal ew xanî ava dikir. Rojê me çend qor lê dikirin ji bo xwe bigre. Paşê amûr derketin holê, me tiraktorek kirî, min bi xwe diajot û karê malê hemû pê dikir. Malên bi axê di zivistanê de germ in û havînê jî sar in, ji bo wê em tu zehmetiyan nakşînin ji bo herdu werzan. Çêkirina wê zehmet e lê xweş e jî avê dikşînin, kah û xwê li nava hev dixin paşê celba xwe çêdikin û xaniyê xwe lê dikin. Dema me kelpîç çêdikirin jî me axa xwe dianî, amûrê ku em pê çêdikin ji text çêdibe lê ev kar bi mehan didomiya. Piştî ku kelpîç hişk dibûn me didan ser hev xanî dihat çêkirin."
"Hilma axê xweş e"
Eyşa teqez kir ku heya niha ruxmî vî temenî jî daxwaza wê ya çêkirina malên bi axê heye û wiha pêde çû: Ez gelekî ji axê hez dikim, ji ber ku em ji vê axê ne, car caran ez sibehê radibim û axê dikim celb, cihê ku xirab bûye yan jî dê hilweşe ez bi axê bi hev ve dikim. Her mirovekî hunereke xwe heye ya min jî çêkirina malan bi axê ye. Dema ku ez xaniyekî bi ax lê dikim ez kêfxwaş dibim, ji ber hilma wê û şeklê wê jî xweş e. Mirov dizane ku di cihekî xwezayî de dijî. Dûrê rutubet û sermayê ye, dema ku mirov di xaniyê axê de dijî wê demê di zivistanê de hacetî sobe û agir nake, ji ber ku bi xwe germ e. Mala min bi axê û keviran hatiye lêkirin, ne tenê ji bo xwe min ji bo lawirên xwe jî xanî çêkirin, ji mirîşkan, kewan, çêlek û dewaran re. Li her gundî ne mumkun e ku malên bi ax tunebin. Sal bi sal divê ev xanî bên çêkirin, ji bo bên parastin û hilma wan xweş bibe. Di werza biharê de li ser xaniyên bi ax şînahî derdikevin."
"Parastina axê girîng e"
Eyşa anî ziman ku di dema şerê 2014'an de herî zêde xaniyên bi ax hatine hilweşandin lê ew hewl didin wan biparêzin û wiha bi lêv kir: "Ev çand me ji dapîr û bapîrên xwe girtiye. Li rex karê çolê min xanî lêdikirin, heya niha jî ez xaniyan lê dikim. Gelek kesan malên xwe bi şêweyên cuda çêdikirin, hin kesan wek max lê dikirin û hin kesan jî wek qube lêdikirin. Me li gorî rewşê malên xwe ava dikirin. Hemû mal bi hev ve girêdayî bûn. Li gundê me malên bi ax gelek in lê ji ber ku şer li van gundan çêbû, heya niha jî şer didome li derdora van gundan. Hin ji wan hilweşiyane û gelek kes jî ji gund derketine. Lê xwedîderketina li van xaniyan pêwîst e."