Berhemdariya zeytûnên dêrikê îsal kêm bûye

Li Dêrika ku berhevkirina zeytûnan dest pê kiriye, dar wekî berê berhem nadin. Xwediya baxçe Zubeyde Kaya, der barê karê ku keda wan dernaxe de wiha axivî û got; "Îsal zeytûn kêm in, ên heyî jî, ji ber barana kêm biçûk in an jî qurçimandî ne. Zeytûnên ku em berhev dikin nayên firotin, tenê têra me dikin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU
Mêrdin- Bi hatina meha Cotmehê re li navçeya Dêrika Mêrdînê berhevkirina zeytûnan dest pê kir. Li navçeya ku bi hezaran darên zeytûnê lê hene û bi rûnê zeytê ku tê hilberandin navdar e, îsal berhemdarî kêm bû. Ji ber hişkesalî û faktorên hawirdorê, zeytûnên bi daran ve pir kêm bûn. Zubeyde Kaya ya ku li baxçeyê xwe dest bi berhevkirinê kir, got ku her çend ew pir diwestin jî nikarin berhema keda destên xwe bigrin.
"Em bi demjimêran li baxçe dixebitin" 
Zubeyde Kaya diyar kir ku jin berhevkarên zeytûnan in û diyar kir ku ew ji bo berhevkirina zeytûnan serê sibê tên nava baxçe. Zubeyde Kaya ya ku ji sibê heya êvarê dixebite, zeytûnan berhev dike û dixe torbeyan, diyar kir ku wan biryar dane li gorî zêdebûna zeytûnan rûn çêbikin û bi van gotinan keda 3eku didin vedibêje: “Em di serê meha Cotmehê de tên zeytûnên xwe berhev dikin. Zilam derdikevin ser daran û zeytûnan davêjin ser naylonan. Em jin zeytûnên dikevin berhev dikin û dixin torbeyan. Piştî ku em zeytûnên berhev dikin, li malê dişkînin û ji xwarinê re amade dikin. Em her sal ji bo taştê, rûnê zeytê yan jî ji bo çi pêwîst bike çêdikin. 
"Zeytûnên Dêrikê pir bi sûd û tamxweş in" 
Zubeyde Kaya destnîşan kir ku ew ji zarokatiya xwe ve zeytûnan berhev dike û wiha got: “Li vir zeytûnên bi navên cuda û şêweyên cuda hene. Ya herî baş zeytûna xilxil e. Dema zeytûnên ku em berhev dikin pir bin em difroşîn lê ger hindik bin em tenê bixwe dixwin. Em zeytûnan dikin nava rûnê zeytûnê û wisa difroşin. Zeytûnên Dêrikê pir bi tam in û ji bo her tiştî bi sûd in. Ji ber vê yekê ew xwedî nav û dengek wisa ne. Piraniya mirov tên vir û rasterast ji dest dikirin."
“Berhemdariya ku me texmîn dikir neda”
Zubeyde Kaya got ku îsal ji ber hişkesaliyê berhema ku dihat xwestin nedaye û destnîşan kir ku ew nikarin berhema keda xwe bistînin. Zubeyde Kaya banga çareseriya pirsgirêka bêavbûne kir û di dawiyê de wiha got: “Em ji sibê heya êvarê li ser lingan in û diwestin. Bereketa berê ya zeytûnên Dêrikê nemaye. Salek pir e, salek kêm e lê îsal dahat, ji texmîna me pir kêmtir bû. Sala çûyî dewlemendtir bû. Her sal kêmbûn zêdetir dibe. Îsal zeytûn tune ne, yên heyî jî ji ber kêmbûna baranê biçûk in an jî qurçimandî ne. Zeytûnên ku em berhev dikin nayên firotin, tenê têra me dikin.”