Peymana Avhewayê ya cîhanî di TBMM’ê de ne

Serokomarê Turkiyê Recep Tayîp Erdogan, Peymana Avhewayê ya Parîsê ku demeke dirêj e hawirdorparêz û pisporên avhewayê dixwazin bikeve meriyetê ji meclisê re şand.

 
Enqere- Serokomarê Turkiyê Recep Tayîp Erdogan, Peymana Avhewayê ya Parîsê ji meclisê re şand. Her wiha AKP'ê jî pêşniyarqanûna ku dê pê di Qanûna Usûla Bacê ya 65 xalî de guhertin bên kirin pêşkêşî Serokatiya Meclisê kir. Demeke dirêj bû hawirdorparêz û pisporên avhewayê jî dixwestin ku Peymana Avhewayê ya Parîsê bikeve meriyetê.
Peymana herî berfireh a avhewayê
Peymana Avhewayê ya Parîsê, peymana herî berfireh a avhewayê ya cîhanê ye û girîng tê dîtin. Ji ber ku heta niha gelek welatan li serê li hev kirine weke serkeftineke dîplomatîk tê qebûlkirin. Danezana civîna bilind a ku 197 welatan li serê li hev kirine, heman sererastkirinan weke şert datîne pêşiya hemû welatan. Ev sererastkirin ji welatan re dibêjin ku wê çawa bikaranîna karbonê kêm bikin û alîkarî ji welatên xizan re bê kirin.