Hem hilberînê teşwîq dike hem jî ji bo 2 milyon daran tov belav dike

Şukran Yilmaz, bi salan e li Dêrsimê bi firotina tiriyê rezê xwe yê li gund debara xwe dike û di heman demê de bi dildarî gund bi gund digere û tovên darên tû û gûzan li jinan belav dike. Şukran Yilmaz bi vê xebata xwe ya mînak, hem xwezayê diparêze hem hejmara daristanan zêde dike û hem jî jinan teşwîqê hilberînê dike, armanc dike ku li Dêrsimê 2 milyon darên gûz û tûyan bigihîjîne.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Dêrsim – Şukran Yilmaz tiriyên ku ji rezê xwe berhev dike li sûka gund a Dêrsimê difiroşe, di hem demê de jî dildara xwezayê ye. Havînê li sûkê bi firotina tirî debara xwe dike, zivistanê gund bi gund digere û ji bo ku jin bikevin nava hilberînê tovên darên tû û gûzan li jinan belav dike. Ji ber ku ew heyrana xwezaya Dêrsimê ye, armanca wê ew e ku ji bo jin zêdetir di hilberînê de cih bigrin û hişmendiya parastina xwezayê bi wan re çêbibe xebatên xwe didomîne.
"Em armanc dikin hilberînê zêde bikin" 
Şukran Yilmaz şeş sal in li Dêrsimê dijî, ev çar sal in li sûka gund a ku li navenda bajêr cih digre, tirî difroşe. Ew wekî yek ji dehan jinên ku li sûkê dixebitin, bi firotina rez û berhemên rezê gundê xwe, debara xwe dike. Şukran Yilmaz wiha axivî; “Ez bi salan e li vir dixebitim û gelek hevalên me yên jin li gel min li sûkê dixebitin. Ji xeynî vî karî, ez jinên ku li gund dijîn teşwîqê çandinî û hilberîna organîk jî dikim. Ez havînê tiriyê xwe difroşim, zivistanê jî diçim gundan darên tû yan jî gûzan belav bikim. Ji bo vê, ez gund bi gund digerim. Ji ber ku ji bo me berhemên xwezayî girîng in. Bi wan berheman em hilberînê dikin. Piştî ku jinan min dîtin, wan dest bi hilberandina berhemên din li baxçeyên xwe kirin. Bi hilberîna xwe, gelek jin hatin sûkê û dest bi firotanê kirin."
"Armanca me çandina 2 milyon daran e" 
Şukran Yilmaz diyar kir ku xebat û hilberîn dilxweşiyê dide wê û wiha got: “Ez ji xwezaya vê derê hez dikim. Ez naxwazim talana li ser xwezayê ku hevsengiya wê xire dike bidome. Divê em pêşî li vê yekê bigrin. Mînak, ez tiriyên ku bi salan li vir difroşîm di rezê we de derman nakim. Ez tenê tiriyên ku dikarim bifroşim jêdikim û yên mayî ji çûk û mêşan re dihêlim ku bixwin. Ji xeynî vana, tovên ku ez didim, em jî diçînin. Armanca min ew e ku ez li seranserê Dêrsimê 2 milyon darên gûz û tûyan biçînim. Karê ku min di destpêkê de kir ji her kesê re ecêb hat. Mirovan fam nedikir, digotin jinek çawa dê gund bi gund bigere û şitlan belav bike. Piştî demekê, wan ez fam kirim û piştgirî dan min. Niha mirov, ji ber ku ez qîmetê didim hilberîne û kesek hilberîner im, ji min re çepikan lêdixin. "
"Pêwîst e xwezaya Dêrsimê bê parastin" 
Şukran Yilmaz destnîşan kir bi ji ber karê ew bi dildarî dike, hejmara esnafên jin ên li sûkê dixebitin zêde kiriye û got ku ew ji bo berhemên ji dervayê bajêr nekirin pir dixebitin. Şukran Yilmaz herî dawiyê wiha got: “Niha hejmara esnafên jin li vir ji salên din zêdetir e û roj bi roj zêde dibe. Jin tiştên ku hildiberînin tînin li vir difroşîn. Gelek hilberînên ku li vir çêdibin hene. Ya ku dikeve ser milên me w e ku em zêdetir berheman hilberînin. Em naxwazin ji derve berhem werin vir. Dêrsim xwedî xwezayek wisa dewlemend e ku her berhem lê şîn dibe û digihîje. Em dibêjin li şûna ku ji derve bikrin, em hilberînin û qezenc bikin. Armanca me ew e ku em van berheman zêde bikin û zêdetir hilberînin.”
https://www.youtube.com/watch?v=3Yka2hN7rIs