Li peravên deryaya Xezeyê koperatîfa "Derya ya me ye"

Hana Xol lîstikvan, derhêner, nivîskar, perwerdekar û çîrokbêj e. Tu carî bêhêvî nebûye. Ji dema ku dest bi vê pêngavê kir ve dizanibû ku mijar ne hêsan e lê wê xwest her hewl bide. Bi berhevkirina qirş û qalên hişk, dixwaze çanda parastina peravên deryayê di nava civakê de biafirîne.

 
REFÎF ESLÎM 
Xeza-Li peravên deryaya Xezayê, li rawestgehek du çopên tijî herî û tê de gelek gul hatine çandin, bala mirov dikşînin lê gava ku hûn li rawestgehê ji hundur vekolîn bikin, hûn ê bibînin ku hemû tiştên wê ji bermahiyên hişk ku ji hêla jina ciwan, Hana El-Xol, xwediya însiyatîfa Koperatîfa Derya ya me ye ve, hatiye çêkirin. Armanc bi vê yekê ew e ku parastina deryayê esas were girtin û çanda derya ya tevahî welatiyan were rûniştandin.  
 Hana Xol ji ajansa me re wiha dibêje; "Destpêkê perava El-Zeweyda yek ji parêzgehên Xezayê bû. Ji ber ku ava li wir paqij e min ji wê herêmê dest pê kir.” 
Haana Xol a ku li  bajarê El-Iskenderiye yê Misrê mezin bûye, wiha dibêje; "Karê min ê di şanoyê de û pêşkêşkirina ramanê bi awayekî şanoyê, erka min hêsan kir da ku daxuyaniyên pêwîst ji bo sazkirina cih bi dest bixim.”
Di koma xebatê de stranbêj, lîstikvan û kesên xwedî pîşeyên din hene
Hana Xol lîstikvan, derhêner, nivîskar, perwerdekar û çîrokbêj e. Tu carî bêhêvî nebûye. Ji dema ku dest bi vê pêngavê kir ve dizanibû ku mijar ne hêsan e lê wê xwest her hewl bide. Li ser destpêka karê xwe dibêje: "Gavên min ên yekemîn avakirina tîmek bû da ku di kar de alîkariya min bike. Piştre min berê xwe da şaredariya Xezayê da ku ji wan parçeyek erdê biçûk li ber peravê bixwazim û cihekî ji bo çopên hişk vekim ku şaredariyê heta niha nikaribû bi awayekî rast xwe jê xilas bikira 
Hana Xol dibîne ku ew miroveke bi şans e ji ber ku tîma wê xwedî behremendiyên curbecur in, hin ji wan stranbêj in, hin lîstikvan in û hinek ji wan pîşekarên jêhatî ne. Ew ji bo dekor an kehrebeyê neçû serdana tu kesê, tîma wê bi xwe ev tişt çareser dikir. Wê diyar kir ku dar, têl û girêdanên kehrebayê materyalên xwe yên xav ji mezintirîn pargîdaniya înternetê stendin û pargîdaniyê ji ber berpirsyariya li pêş welatiyan, qebûl kir ku alîkariyê pêşkêş bike. 
“Divê qirş û qalên hişk navêjin çopê bi xwe re bînin”
Hana Xol axaftina xwe wiha domand; "Min û tîma xwe ya ku ji 54 kesan pêk tê karibû sê mehan di bin tavê de rawestgehê çêbikin. Min dirav ji Navenda Qattan û Ajansa Swîsreyê girt da ku karibim danişînek baş, rêwiyan bikşîne gel xwe çêbikim. Her wiha min xwest bi wê yekê re meraq bi wan re çêbibe da ku serdana cih bikin.”
Hana Xol piştrast dike ku cih ji her kesê re bi awayekî xweş vekiriye lê divê kesên ku tên serdanê ji bedêla bermahiyên hişk davêjin çopê, bi xwe re bînin wî cihî da ku li ser rûnin.
Koperatîf, xwedî du salonên mezin ên vekirî ku berê wan li deryayê ye û pirtûkxaneyê vedihewîne. Hana El-Xol diyar dike ku heval û hogir di wê pirtûkxaneyê de pirtûkên xwe dihêlin carna jî wan bi hev re diguherînin. Her wiha berê xwe rasterast didin peravê da ku li ser naveroka pirtûkan biaxivin. Ew pirtûkxane di heman demê de pirtûkên ji bo zarokan jî digrin nava xwe. Ji ber vê yekê dayik dikarin zarokên xwe bînin û pirtûkan ji wan re bixwînin. 
“Min bi vê yekê çanda gel guhert”
Hana Xol bi bişirînekê axaftina xwe berdewam dike û dibêje ku ew îro bi karê xwe pir kêfxweş e, her kesê ku di destpêkê de ew biçûk didîtin, serdana wê dikin da ku tevli tîma wê bibin û wiha didomîne: "Bi rastî min bi vê yekê karibû çanda gel biguherta û ber bi başiyê ve bibira lewre ew êdî vî cihî wekî mala xwe dibînin. Ev yek jî ji bo bajarê Xezayê xaleke erênî ye ji ber ku ew rastî gelek wêraniyê hat.”  
Hana Xol li vê derê gelek pêşangeh li dar xistine, tê de jinûveçêkirina bermahiyên hişk û hinek jî wêneyên hunerî bû ku diyarî hin hunermendan kir da ku dîwarên xwe bi wan bixemilînin. Her wiha destnîşan kir ku van teknolojiyên nû wê bi ekîba xwe re afirandiye, gelek kêfa şaredarî û dezgehên din hatiye, nemaze ji ber ku kooparatîf her roj tiştek nû ya çandî, civakî û perwerdeyê pêşkêş dike ev baldarî zêdetir dibe.