Zeytunên Efrînê tên talankirin û ji derve bi markayên Tirikiyê tên firotin 2

Xwediyên zeytûnan bê zeytûn man Dayikên Efrînê yên ku ji cih û warê xwe koçber bûne û niha li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê dimînin behsa dîroka zeytûnên Efrînê û bîranînên xwe di dema demsala zetytûnan de kirin û wiha gotin: “Dîroka darên zeytûnên Efrînê vedigere 1000 salan. Zeyta Efrînê ji hemû zeytên di cîhanê de bi nirxtir e. Ji bereketa zeyta Efrînê, hemû gelên li Sûriyeyê û cîhanê sûd digirtin. Rihê komînal di demsala zeytûnê de li pêş bû. Zeytûnên me dîroka me ne, em ê li dîroka xwe xwedî derbikevin û ji dijmin re nehêlin.”

Xwediyên zeytûnan bê zeytûn man
Dayikên Efrînê yên ku ji cih û warê xwe koçber bûne û niha li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê dimînin behsa dîroka zeytûnên Efrînê û bîranînên xwe di dema demsala zetytûnan de kirin û wiha gotin: “Dîroka darên zeytûnên Efrînê vedigere 1000 salan. Zeyta Efrînê ji hemû zeytên di cîhanê de bi nirxtir e. Ji bereketa zeyta Efrînê, hemû gelên li Sûriyeyê û cîhanê sûd digirtin. Rihê komînal di demsala zeytûnê de li pêş bû. Zeytûnên me dîroka me ne, em ê li dîroka xwe xwedî derbikevin û ji dijmin re nehêlin.”
SARA ŞÊX HESEN
Heleb- Dema navê Efrînê tê gotin yekser zeytûnên Efrînê tên bal û bîra mirovan. Herêma Efrînê, deverek bi xêr û bêrên xwe yên sererd û binerd mîna çem, kanî, dar, daristan, baxçe, seyrangeh, warên pîroz, kargeh û samana xwezayî pir dewlemend e. Efrîn bi çandiniyê bi nav û deng e. Aboriya gelê Efrînê ji çandiniyê pêk tê. Efrîn berî her tiştî bi zeytûnên xwe tê naskirin. Bi milyonan darên zeytûnan lê hene û tu li kîjan aliyê wê binerî zeytûn xuya dikin. Darên zeytûnan ku hatine rêzkirin, axa Efrînê pir rind û xweşik xemilandine. Kurdên wê herêmê ji zeytûnan zeytê derdixin û difroşin, yan jî zeytûnan wisa difirotin. Jixwe sabunên Kurdî yên pir baş jî ji zeytûnên Efrînê dihatin çêkirin û firotin.
Li gorî endezyarên kîmyewî, zeyta Efrînê ya herî bi nirx e di nav zeytên li cîhanê de lê ji ber siyaseta dijmin, zeytûnên Kurdan jî ji wê siyaseta înkarê azad nebûn nedihiştin zeyt û zeytûnên Efrînê di bazarên navneteweyî de werin belavkirin û her dem siyasetên qirêj li ser wê û bazirganiya wê dimeşandin da ku tim bihayê wê erzan were dîtin û kurd tu carî dewlemend nebin. Tevî hemû kiryarên netewperest ku li hemberî Kurd û zeytûnên Kurdan dimeşandin, zeyta Efrînê bi navê zeyta Kurdî li herêma Rojhilata Navîn û cîhanê belav dibû. Niha jî bi dagirkirina Efrînê re gelê herêmê ev 4 sal in ji çinîna demsala xwe ya zeytûnê dûr ketine. Her sal weke vê çaxê di nava darên xwe de bûn û bi destên xwe demsala xwe radikin û zeyta zeytûnan ji mala yek Efrînî kêm nedibû lê niha bi hesreta dilopek ji zeyta zeytûnên Efrînê ne. Têkildarî mijarê jinên Efrînî yên ku ji cih û warên xwe koçberî bajarê Helebê bûne nêrîn û bîranînê xwe di dema berhevkirina zeytûnê de bi me re parve kirin.
"Darên me bi destên dapîr û bapîrên me hatine çandin"
Orziye Mihemed behsa dîroka darên zeytûnê li Efrînê kir û wiha got: “Em gelê bajarê Efrînê çandina daran pîroz dibînin û wekî zarokek xwe li daran dinêrin. Temenê darên me pir mezin e, ji ber ku ji dema şerê Sefer Bîrlîkê ve li Sûriyeyê hene û bi destên dapîr û bapîrên me hatine çandin. Darên min ên ji demên kevnar bûn, koka wan gelekî mezin bû, her tim min kokên hişk qut dikirin da ku dar hişk nebin. Beriya ez ji Efrînê koçber bibim min bi tena serê xwe 120 dar çandin, her tim min derdora darên xwe dikola û mîna şitla rihanê mezin dibûn. Em zeyta zeytûnan pîroz dibînin. Her çuwalek bêtirî 50 kîlo ye, yanî ji her çiwalekî 2 teneke zeyt derdikeve ger ax gewr be. Piştî me zeytûn ji darê jêdikirin, me dibirin mekbezan da ku werin givaştin û zeyt jê were derxistin.”
 "Mekbazên berê ji yên niha baştir bûn"
Orziye bal kişand ser mekbazên borî û yên niha û wiha got: “Mekbazên berê ji yên niha baştir bûn, ew bi kedê dihatin givaştin. Tevî teknîka wan hinekî kevintir bû jî lê di derxistina zeytê de ji ya niha bêtir bû. Ji dema dê û bavên me ve, zeytûn xwedî cihekî giranbuha û teybet bûn. Di demên berê de beriya me zeytûnên xwe bibirin mekbezê me ew dişûştin lê niha bi derketina têknîkên nû re li mekbezê zeytûn tên şûştin. Bavê me ji me re digot dest ji şûştina zeytûnan bernedin heya baş av di wan de nemîne da ku kurmên zeytûnan ji zeytûnan derbikevin her wiha ser wan vekirî bihêlin da ku morî werin wan kurmên ji zeytûnan derketine bixwin. Xwarina zeyta zeytûnê bi giştî hêz e ji bo bedena mirov, nexweşiyên bêhngirtin û nexweşiyên hestiyan." 
"Zeyta zeytûnan xwedî bereket e ne wekî ya nebatî ye"
Orziyê diyar kir ku ew xwedî 700 darên zeytûnan bû û wiha berdewam kir: “Çeja zeyta zeytûnan gelek xweş e, bervajî zeyta nebatî ya gulberojê yan jî ya garis e. Zeyta zeytûnan xwedî bereket e, demek dirêj li ber xwe dide, zû bi zû xilas nabe û gelek bi sûd e, ne wekî ya nebatî ye ji ber ku zeyta nebatî mîna avê ye. Ez xwedî 700 darên zeytûnan bûm. Min û hevjînê xwe rojane 4 çuwal zeytûn jêdikirin. Piştre me dianî mal û me ew paqij dikirin.”
“Ruhê komînal di demsala zeytûnan de li pêş bû”
Fatma Elî jî rojên çinîna demsala zeytûnê bi bîr anî û wiha got: "Zeytûn mîna zarokên min bûn. Em her roj sibehê zû şiyar dibûn û di demên berê de wesayîd tunebûn, em bi keran diçûn û me xwarina xwe bi xwe re dibir da ku em zeytûnan biweşînin. Dema saet dibû 11 me navber dida û me nan û ava xwe li bin siya darên zeytûnan dixwar û vedixwar. Pişte me çay jî vedixwar û me karê xwe berdewam dikir. Ruhê komînal di demsala zeytûnê de li pêş bû. Hin ji me li ser sîbayê zeytûn diweşandin, hin ji me zeytûnên li bin daran berhev dikirin û yên mayî jî li derdora darê didawerandin. Di saet çaran de me karê xwe bi dawî dikir û em vedigeriyan malê. Me yek ji xwe erkdar dikir da ku zeytûnên kesk ji yên reş veqetîne. Bi ruhekî hevaltî me hemûyan alîkariya hev dikir. Kesên ku zeytûnên wan pir bûn, hin kes dianîn da ku alîkariya wan bikin. Dema darên me pir bûna me alîkarî ji Helebê, kobanê û ji hin deverên din dixwest, berdêla karê wan me zeytûn didan wan, ji ber ku di demên borî de dirav tunebû." 
“Dema em diçûn zeytûnan weke em biçûna seyranê xweş bû” 
Fatma behsa kêfxweşiya xwe di dema rakirina demsala zeytûnan de kir û wiha axivî: “Di meha Cotmehê me dest bi çinîna zeytûnan dikir. Pir caran diket qersînê jî û berdewam dikir heya serê salê, hin caran berf dibariya û zeytûnên me di bin berfê de diman. Kesên ku darên wan ên zeytûnan tunebûn, me alîkariya wan dikir û zeytûn didan wan, kesek bê zeytûn nedima. Darên zeytûnan salek zeytûnan digrin, salek nagirin. Sala ku zeytûnan denedigirt jî zeytûn tê de hebûn lê kêm bûn. Dema em diçûn zeytûnan weke em biçin seyranê xweş bû. Zarok, keç û xort hemûyan bi rihekî komînal alîkariya hev dikirin. Di wê demê de kirîf dihatin bi def û zirneya xwe li nav zeytûnan digeriyan, bi kêf û şahiyek me dîlan digirt û stran digotin. Di wê demê de çanda danûstandina guherînê bêtir bû me zeytûn û fêkî bi hev re diguhert, mîna tirî, sêv, henar û hwd. Her sal wesayîdên ku alîkariya me dikirin li me vedigeriyan, me zeytûn, zeyta zeytûnan û eton didan wan, ew bi dilxweşî vedigeriyan malê.” 
"Li Efrînê tu kes bê zeytûn nedima"
Ewaş Qasim diyar kir ku ji teybetmendiyên gelê Efrînê ku dema demsala zeytûnan dihat bi kesên xizan re dibûn alîkar ji bo ku ew bê zeyt û zeytûn nemînin û wiha bi lêv kir: “Dema em hewcedar dibûn me tenekeyek zeyt ji hindirê xwe derdixist û difirot me pê debara xwe dikir, yan jî me didît kesên pêwîstiya wan bi alîkariyê heye me dida wan. Bi rastî em ne hewcedariya tiştekî bûn. Pir caran bi firotina zeytûnan me gelek hewcedariyên xwe pêk dianîn. Dema me zarokên xwe xwedîmal bikira ango bizewicanda, em li hêviya demsala zeytûnan diman. Heya zarokên me yên biçûk piştî vegera me ya malê hinek zeytûn ji xwe re kom dikirin û piştre difirotin da ku pê lîstokek an jî hinek cil ji xwe re bikrin û pir pê kêfxweş dibûn ji ber ku bi keda xwe kirîbûn." 
"Zeytûnên me wê bibin gule di sîngê dijmin de"
Ewaş bi van gotinan hestên xwe ji bo demsala zeytûnan anî ziman û wiha got: “Em niha dibînin dema zeytûnan e. Çavên me tijî  hêsir dibin, ji ber ku di vê demsalê de em li nav zeytûnên xwe bûn. Nêzî 500 darên me yên zeytûnan hebûn. Duh ez rûniştim û li ser xwe hizirîm û min got xweziya dûrketina ji zeytûnan xewn bûya. Ji berbangê ve em şiyar dibûn, me amûrên xwe komî ser hev dikirin û xwarina xwe amade dikirin. Dema em digihîştin nav zeytûnan me şalên xwe di bin darên xwe de radixist. Em ji xwe dipirsin çima dagikeran em ji warê zeytûnan dûr xistin? Divê niha em li bin darên zeytûnan bûna. Zeytûnên me wê bibin gule di sîngê dijmin de.” 
"Zeytûnên me dîroka me ne em ê li dîroka xwe xwedî derdekevin"
Ewaş bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Heya zeyta paqij diket tenekeyan, gelek ked dixwest. Ji zeytûnan pir derman çêdibin. Pir caran dema zikê zarokên me diêşiya, me kevçiyek zeyt dida wan an zengelora wan diêşiya yan jî guhên wan biêşiya me dilopek ji zeytê dikir guhên wan, bi rastî dibû dermanê her tiştî. Pir tişt ji zeytê çêdibin yek jê sabûn e. Niha jî dagirkeran em ji her tiştî  mehrûm kirine. Pir demek xweş bû, me pir caran taştê û firavîna xwe li nav zeytûnên xwe dixwar, tevî ku hin caran me nan û pîvaz dixwar jî bi me gelekî xweş bû ji ber em li ser erd û cih û warê xwe bûn. Niha dema ez diaxivim giriyê min tê. Êşa min pir e heya sibehê ez biaxivim bi dawî nabe. Xwesteka min tenê vegera Efrînê ye, ji bilî wê tiştekî naxwazim. Ger mirina min hebe bila li Efrînê be, di nav darên min ên zeytûnan de be. Zeytûnên me dîroka me ne, em ê li dîroka xwe xwedî derbikevin û nehêlin ji dijmin re.”
   
Sibê: Nirxandinên Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Rûşîn Hido der barê destdirêjiya dewleta tirk û çeteyên wê li ser axa Efrînê û zeytûnên de.