Di Şoreşa Kubayê de pêşengiya jinê 7

Dilê Şoreşa Kubayê Celia Sanchez Şoreşgera ku jê re ‘Dilê Şoreşa Kubayê’ hatiye gotin Celia Sanchez Manduley gotiye: “Me giyanek şoreşgerî ava kir û tê de bi ser ketin. Hemû tirs di dîrokê de man, êdî mirov xwediyên hest û romanên rasteqîn in.

Dilê Şoreşa Kubayê Celia Sanchez
Şoreşgera ku jê re ‘Dilê Şoreşa Kubayê’ hatiye gotin Celia Sanchez Manduley gotiye: “Me giyanek şoreşgerî ava kir û tê de bi ser ketin. Hemû tirs di dîrokê de man, êdî mirov xwediyên hest û romanên rasteqîn in.
Navenda Nûçeyan- Di şoreşa Kubayê de jinên weke Agustina Castro, Haydee Santamarîa Cuadrado, Mariela Castro, Mariana Grajales Cuello,  Juanita Castro, Vilma Espîn, Lina Ruz Gonzalez û Celia Sanchez bi pêş ketine. Celia Sanchez Mandulley di 9’ê gulana 1920’an de li bajaroka Media Luna a Herêma Rojhilatê Kubayê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Celia di temenek biçûk de dayika xwe Acacia Manduley Alsina winda kiriye. Bavê wê Manuel Silveira valatiya dayika wê nahêle, hem ji Celia re dibe dayik hem jî bav. Celia ji fikrên bavê xwe yê ku siyasetmedarê dema xwe bûye bi bandor dibe û di aliyê nêrîna nûjen a demê de bi pêş dikeve. Celia dibe jinek ciwan a bi bandor û serkeftî. Bavê wê li gel siyasetê, bijîşkê diran bûye. Hê 12 salî ye Celia, di klînîka bavê xwe de dest bi karên diranan dike. Nexweşên dihatin ber destê bavê wê, ne tenê di aliyê nexweşiyê de di aliyê pirsgirêkên civakî de jî nîqaş dikir û dibû alîkar. 
Piştî Fulgencio Batista sala 1952’an cara duyem tê ser deshilatdariyê bertekên welatiyan zêde dibin û têkoşîna şoreşgerî bi pêş dikeve. Di sala 1953’an de şoreşger ji bo dewrkirina batistan hemleya destpêkê dikin. Di vê pêvajoyê de Celia jî tevli tevgera 26’ê Tîrmehê ya bi pêşengiya Che Guevara û Fîdel Castro hatiye destpêkirin dibe. Di şoreşa Kubayê de yekem gerîlaya jin Celia Sanchez Manduley tirs di sergoyê dîrokê de veşartiye û xizmeta şoreşê xistiye pêşiya her tiştî. Celia hîmên bingehîn ên pergala nû daniye û pêşengî kiriye.
“Hemû tirs di dîrokê de man”
Piştî tevli şoreşê dibe di nameya ji bavê xwe re şandî de ev tişt nivîsiye; “Ez dibînim ku her roj çawa pêdiviya Kubayê bi şoreşê heye. Me giyanek şoreşgerî ava kir û tê de bi ser ketin. Hemû tirs di dîrokê de man, êdî mirov xwediyên hest û romanên xwe yên rasteqîn in. Niha şoreş li pêşiya her tiştî ye.”  
Di salên destpêka şoreşê de Celia bi hevalê xwe Frank Pais re kuryetî kiriye û ji bo gerîlayan zexîre berhev kiriye. Peywira destpêkê gihandina malzemeyan jib o gerîlayan e. Piştî perwerdeya leşkerî di nava Sierra Maestra yan de Celia weke gerîlaya destpêkê hîmê tabûra destpêkê ya jinan a bi navê  Tugaya Mariana Grajales daniye. Tugaya wan xweser ji 13 şervanên jin pêk dihat.  
Gelek ji me Fidel Castro û Che Guevara nas dikin lê gelekî kêm ji me navê Celia Sanchez bihîstine. Celia di navenda Şoreşa Kubayê de cih girtiye û biryarên herî baş ji nava lêvên wê derketine. Piştî darbeya 10’ê Adara 1952’an Celia tevli berxwedana li hemberî hikûmeta Batîstayê bûye. Damezrîneriya Tevgera 26’ê Tîrmehê kiriye, di rêveçûna şoreşê de ji yekîneyên şer re pêşengî kiriye…
“Di nava şoreşê de em tu carî li pey mêran nemane”
Fermandara duyemîn a Tugaya Mariana Grajales a 15 salî ketiye nava têkoşînê Tete Pueblo di pêvajoya şoreşê de rola jinan bi van gotinan aniye ziman: “Em tu carî paşve nemane. Her dem li kêleka mêran, carna jî li pêşiya wan in. Ji ber ku tu ferq di navbera me de nîn e.”
Celia ji destpêka şoreşê heya dawiya temenê xwe, bi yek ji rêberên şoreşê Che Gueavara re dostanî kiriye. Di pêvajoya şoreşê de qodên weke Norma, Lilian, Carmen, Caridad û Aly bi kar aniye. Ji bo dewrkirina Batistan ji Meksîkayê keştiyê birêxistin dike jib o 82 şervanan Kubayê. Batist ferman dide ku yan sax an jî mirî Celiayê bigrin. Celia pir guh nade wê fermana wan û ji bo dewrgirtina xebata hevalên xwe yên di girtîgehan de jî têkoşînê mezin dike. Celia ya berê xwe dide çiyayên Sierra Maestrayê diyar dike ku rojên xwe yên herî xweş li wan çiyayan derbas kiriye. Hemû peywirên şoreşê dane pêşiya wê ji hev cuda nêz nebûye û hemû bi cih aniye. 
Piştî şoreşê heta dawiya jiyana xwe Sekreteriya Konseya Serokatiya Kubayê kiriye. Ji derveyî wê di meclisê de parlementer bûye, endamtiya Komîteya Navendiya Partiya Komunîst a Kuba’yê bûye û Dîrektora Netewiya Federesyona Jinên Kubayê jî kiriye. 
Piştî şoreşê jî kedek mezin daye û ji bo welatiyên Kubayê bê hejmar proje bi pêş xistiye. Ew tenê bi qadekê re bi sînor nemaye ji girtina arşîvên fermî yên Şoreşa Kubayê, heta ji bo welatiyên li herêmên bejayî diman pêşxistina xwendin û nivîsînê di hemû qadan de xebat kiriye. Li Hevanayê Parka Lenîn çêkiriye. Ji derveyî Kubayê jî Celia cihê xwe di dilê mirovan de çêkiriye. Heta li Zimbabveyê bi navê wê dibistanek heye. 
“Dilê Şoreşa Kuba yê”
Nivîskar Alice Walker di nivîsa xwe ya li ser jiyana Celiayê de bi gotina, ‘ew ji bo civakên nexweş derman e’ behsa wê kiriye.  
Nancy Stout, jî jiyana Celia bi navê “Rojek ji kanûnê: Celia Sanchez û Şoreşa Kubayê” pirtûkek nivîsiye.
11’ê çileya 1980’an ji ber nexweşiya penceşêra cîgerê li Kubayê çûye ser dilovaniya xwe. Ji ber sadebûna xwe di nava şer de diyar bû. Dibe ku ji ber vê helwesta wê be ku jê re ‘Dilê Şoreşa Kubayê’ gotine. Jinên Kubayê yên ku Celia di oxira azadiya wan te şer kiriye jî tu carî ew ji bîr nekirine.
QEDIYA…