Di Şoreşa Kubayê de pêşengiya jinê 6

Ji pêşêngên Şoreşa Kubayê Vîlma Espin Vîlma Espin Guillois, piştî şoreşê di xebatên Federasyona Jinên Kubayê (FMC) û Zagona malbatê de jî gelek kedek mezin dide.

Ji pêşêngên Şoreşa Kubayê Vîlma Espin 
Vîlma Espin Guillois, piştî şoreşê di xebatên Federasyona Jinên Kubayê (FMC) û Zagona malbatê de jî gelek kedek mezin dide.
Navenda Nûçeyan- Vîlma Espin Guillois 7’ê nîsana 1930’an li bajarê Santiagoyê ku duyemîn bajarê Kubayê yê herî mezin e û berê paytexta wê bûye çavên xwe li jiyanê vekiriye. Santiago dema paytext bû rawestgeha koleyên ji aliyê Efrîqayê ve dianîn derbasî herêmên din dikirin bû. Di wê rawestgehê de koleyan çi bi çavên xwe dîtine hemû di binhişiya bajar de veşartine û di hinek sîmgeyan de hatine neqişandin. Malbata Vîlma jî yek ji malbatên qedîm ên li vî bajarî tên nasîn e. Bavê wê parêzerê, malbata Bacardiyan e. Vîlma ew li male du xwişk û du biran e, bavê wan zarokên xwe dide xwendin. Vîlma dibistana seratayê li Academia Perez-Penayê dixwîne. Li heman dibistanê hem stran dibêje hem jî bale dike. Salên 1950'an li Zanîngeha Oriente endezyariya kîmyayê dixwîne. 
Di sala 1953’an de dema ku zanîngehê diqedîne dibe duyemîn jinên ku bawernameya endezyariya kîmyayê girtiye. Bavê Vilmayê gelek israr dike ku li navenda MIT’ê doktorayê bike. Ew jî diçe li Bostonê MIT’ê dixwîne. Dema ku dixwîne bêriya Kubayê dike. Bi hevalê xwe re diaxive û xwesteka wegera xwe dibêje. Hevalê wê jî jê dixwaze ku xebata xwe ya akademîk biqedîne û di vegerê de destpêkê serdana Meksîkayê bike.
Piştî zanîngehê vedigere Havanayê, li wê şoreşger Frank Pais dinase û biryara şoreşgeriyê dide. Bi demê re li Eyaleta Orienteyê dibe berpirsa xebatên siyasî. Li Meksîkayê Raul Castro dinase. Endamên Tevgera 26’ê Tîrmehê yên bi navê Granma derbasî Kubayê dike. Dema ku têkoşîna wan a gerîla li çiyayê Sierra Maestrayê bi pêş dikeve tevli wan dibe. Piştî serkeftina Kubayê çileya 1859’an bi Raul Castro re dizewice. 
Mala xwe kir cihê xebata şoreşgeran
Fîdel Castro li Meksîkayê bû. Hevalê Vilma xwestibûn bi Fîdel re pêwendiyek daynin. Ya herî baş Vîlma dikaribû ev pêwendî dayne. Armanca Fîdel jî ew bû ku ji Frank Pais re kesek alîkar be. Wê demê karê herî baş Vîlma dikarî bike. Ji ber ku dema zanîngeh dixwîne Frank Pais nas dike bi hev re Oriente Tevgera Şoreşger (ARO) de cih girtibûn û di nava Tevgera Şoreşger a Neteweyî (MNR) ê de jî hev nas dikirin. Vilma, ajokariya Frank dike û wî diparêze. Bavê wê balyozê fexrî yê Holandayê bû, ji ber wê yekê jî tu kesê bawer nedikir ku pêwendiyên wan bi hêzên muxalifên rejîmê re hebe. Ji wê avantajê sûd wergirt û mala xwe kir mala şoreşgerên Kubayê. 
Ji bo Zagona Malbatê bixin meriyetê kedek mezin daye
Sala 1958’an di eniya duyemîn a Arteşa Raperînê de şer dike. Piştî şoreşê dibe endama Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Kubayê û di heman demê de endama Polîtburoyê ye jî. Ji bo jin beşdarî qada polîtîkayê bibin gelek ked dide. Di Komîteya Parastina Şoreşê de cihê xwe digre. Di xebatên Federasyona Jinên Kubayê (FMC) û Zagona Malbatê de jî gelek ked dide. 
Weke hemû xebatan, li dijî homofobiyê jî têkoşiyaye. Sala 1976’an zagona bingehîn a Kubayê dihat amadekirin. Wê demê pêşniyara zagona zawecê li gorî mercên şoreşê dike û dibêje; “Di zewacê de nabe ku em zayend diyar bikin, em zewacê tenê zewaca heteroseksuel nekin. Em weke pêkvejiyana navbera du kesan de bi nav bikin baştir e.” 
Sibê: Dilê Şoreşa Kubayê Celia Sanchez