Şoreşa Îspanyayê û Rêxistina Jinên Azad -5

Pênc jinên şoreşger û pêşengên Îspanya yê Ji desteya darazê heya parêzeriyê û şaredariyan jinên weke Manuela Carmena li Îspanya yê bi xwebawerbûna ji şoreşê girtîn kedên mezin dane û di xebatên xwe de serkeftîbûne.

Pênc jinên şoreşger û pêşengên Îspanya yê
Ji desteya darazê heya parêzeriyê û şaredariyan jinên weke Manuela Carmena li Îspanya yê bi xwebawerbûna ji şoreşê girtîn kedên mezin dane û di xebatên xwe de serkeftîbûne. 
Navenda Nûçeyan - Bi demê re mayîndebûna bandora şoreşê li ser jinan û civakê. Piştî şoreşê pênc jinên pêşengên Îspanya yên di asta bilind de peyîwir girtine. Clara Campoamor bi têkişîna xwe ya ji bo mafê jinan ê bijartin û hilbijartinê tê zanîn. Wezîra tenduriystiyê Federica Montseny bi xizmeta xwe ya di qada tenduristiyê de ji bo feqîr û karkeran daye tê zanîn. Ji xebatên şaredariyê heya yên jin û malbatê van jinan û gelek jinên bi hişmendiya şoreşê cesaret girtî û di gelek qadên jiyanê de xizmet kirî hene.
Clara Campoamor
Ji femînîstên Îspanya yên herî bi bandor Clara Campoamor bi têkoşîna xwe ya ji bo mafê jinan ê bijartin û hilbijartinê tê zanîn. Her çendî xwe gihandibe jinên mafê hilbijartinê bidest xistî jî di dema şerê navxweyi yê Îspanya yê de neçar dibe ji welat derdikeve. Bi hinceta îftira li dêra katolîk kiriye û heta lêborînê nexwaze dê li sirgunê bimîne. Ji ber ku lêborîn nexwest heta sala 1972’an jiyana xwe ji dest dayi li sirgunê jiya. Ji wê demê ve navê wê li gelek dibistan, part û saziyan hatiye kirin. Salê carekê Xelata Clara Campoamor tê dayîna kes an jî komên herî zêde parastina mafê jinan kirine. 
Federica Montseny
Yekem wezîra jin a Îspanya yê Federcia Monteseny sala 1936’an ji bo Wezareta Tenduristiyê hat erkdarkirin. Di serî de xizmeta tenduristiya feqîr û karkeran jî di navê de ji bo gelek xizmetên tenduristiyê yên serkeftî ked daye. Parastina mafê jinan ê kurtajê jî kiriye. Di pêvajoya Şerê Navxweyi yê Îspanya de ji aliyê naziyan ve dihat şopandin ji bo wê ji welat derketiye. Ji bo xebata tenduristiyê ya Îspanya ked daye heta sala 1977’an carek dinê vegeriyaye welatê xwe. Navê wê li gelek navendên tenduristiyê û nexweşxaneyên Îspanya û derdora wê kirine. 
Inés Alberdi
Ji bo mafê jin û malbatê kedek mezin daye. Weke rêvebera Fona Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UNIFEM) ê peyîwir girtiye. Sala 1998’an di xelata  bursa Eisenhower ê de weke nûnera Îspanya yê hat hilbijartin. Di Enstutuya Perwerdê ya Lêkolînên Neteweyên Yekbûyi ya Pêşketina Jinan de li Zanîngeha Madrid ê weke Profesora Civaknasiyê hatiye nasîn.
Ada Colau
Di 3 yê adara 1974’am li Barselona İspanya hatiye dinê. 13’ê hezîrana 2015’an li Îspanya yê weke şaredara despêkê ya jin ji bo şaredariya Barselonayê hat hilbijartin. Şaredara Barselonayê bi xebatên xwe yên Pltaforma di Îpotekê de Bandorkirina Mirovan tê zanîn. 
Manuela Carmena
Endama Desteya Darazê ya Îspanya yê Manuela Carmena di hilbijartinên 15’ê hezîrana 2019’an de bû şaredara bajarê Madrid ê. Di nava salekê de bi jîrbûna xwe ya serkeftina xebatê deyînê şaredariyê ji sedî 38 daxist. Di helwesta xwe de diyar dibe ku çiqasî ji bo pakî û parastina Madridê xebatê dike. Ji bo li derdora bajêr xebatên li hemberî zibaleyê bide despêkirin xebitiye û şînatî zêde kiriye. Niha jî hemû dema xwe dide xebata ji bo kêm kirina duxana egzozê ya ji nava bajêr derdikeve.
Sibê: Fermandara şerê serxwebûna Îrlandayê Constance Markievicz .