Şoreşa Îspanyayê û rêxistina Jinên Azad -3

Di her qadên xebatê de cîhgirtina jinan Cesaret û berxwedana gelê Barcelona artêş xist nava metirsiyek mezin ji bo wê jî bi hemû hêza xwe êrîş bir ser bajarê Barcelona yê. Armanca wan şikandina berxwedanê bû, lê bi ser neketin û her ku çu eniyên berxwedanê fireh bûn.

Di her qadên xebatê de cîhgirtina jinan
Cesaret û berxwedana gelê Barcelona artêş xist nava metirsiyek mezin ji bo wê jî bi hemû hêza xwe êrîş bir ser bajarê Barcelona yê. Armanca wan şikandina berxwedanê bû, lê bi ser neketin û her ku çu eniyên berxwedanê fireh bûn.
Navenda Nûçeyan - Hêzên navnetewî dizanîn ku encama şerê li Îspanyayê wê bandorê li ser rewşa giştî ya Ewrûpayê bike. Lewma wan şerê li Îspanyayê li gorî berjewendiyên xwe bikaranîn. Tenê şeş roj piştî darbeya General Franco, faşîstên Hîtler (Elmanya) û Musolinî piştgiriya xwe a ji bo Franco ragihandin. Di 26´ê Tîrmeha 1936´an de balafirên şer ji bo cara ewil ji Îtalya û Elmanyayê şandin Îspanyayê û gelek alavên leşkerî dan faşîstên Franco. Hîtler û Musolinî di şer de heta dawiyê alikarî dan Franco. Bi taybetî rejîma Hîtler gelek alavên nû yên wekî çek û bombe li gundên Îspanyayê dan ceribandin. Hemû hikûmetên din yên Ewrûpayê di mijara mudaxeleya heyî ne pêwîste de, hem fikir bûn. Tenê hikûmeta Mexico (ew jî pirr kêm) û Yekîtiya Sovyetê piştgiriya çekdarî dan komar ê. Ev mudaxeleya ku ji aliyê Yekîtiya Sovyetê hat, yek ji sedema binketina şoreşa civakî bû.
Mudaxeleya hêzên navnetewî
Armanca Stalîn tenê ewlekariya Yekîtiya Soviyetan û tunekirina dijminên xwe bû. Ji ber vê yekê, wî ne tenê çek dan arteşê, di heman demê de hikumetê jî general û ajanên Soviyetê (NKWD) şandin Îspanya yê. Yekîtiya Sovyetê ji bo bidest xistina armanca xwe alîkariyek mezin da partiya PCE´ê. Berê ev partî ne xwedî hêz bû, lê pişt re hêza hikûmetê di dest wan de bû, ji ber ku hemû tiştên Stalîn tanî ziman, PCE´ê pêk tanî. PCE lîstoka di dest Stalîn de bû. PCE´ê li hikûmeta komarê dayîna çekên Sovyetê da erê kirin. Ev dayîn bi pere bû û piştî deh rojan piraniya pereyê Îspanyayê çû Rusya yê. Lê, çawa çêbû ku Yekîtiya Sovyetê û PCE´ê tevgera şoreşger wêran kir?
Partiya PCE´ê hêza xwe pirr mezin kir; ji ber ku wan di her firsendê de hikûmeta komarê bi sekinandina dayîna çekan tehdît dikir. Bi alîkariya PCE´ê ajanên Sovyetê hemleya teror û bindestiyê li ser tevgera şoreşger dan destpê kirin. Armanca wan ew bû ku her du rêxistinên CNT-FAI û FOUM´ê tune bikin. Di hefteyekê de wan li bajarê Barcelona endam û tevgera anarşîst û şoreşger têk birin, qetil kirin. Ev hefte di dîroka gelê Îspanyayê de bi nav û deng e: ´Semana Tragica´, Hefteya Trajîk. Di nava 2-7´ê Gulana 1937´an de ev yekahan hat meşandin. Pevçûnan dest pê kir, dema ku polîsên komunîst yên PCE´ê xwestin ´Koma Telefonê´ dagir bikin. Ji xwe ev kom ji roja 30 Tîrmeha 1936´an de di bin kontrola CNT-FAI û UGT´ê de bû, semboleke şoreşê bû.
Armanc tunekirina şoreşê bû
Piraniya gel û karkerên bajarê Barcelona yê alîgirê CNT-FAI, UGT, POUM´ê bûn û bi çalakiyên ku li dar dixistin, bersiv didan rewşa heyî. Pevçûna di navbera polîs û tevgera şoreşger de, di nav kolanan de hat destpê kirin. Ji bo perçiqandina berxwedana gel an, hikûmet û PCE´ê artêşa xwe ji bera şer şandin Barcelona yê. Lê, CNT berovajî vê yekê tevgerî û wezîrên CNT´ê, ‘Garcia Oliver’ û ‘Federica Montseny’, dixwestin bi hikûmetê û PCE´ê re peymana li hev kirinê çêbikin. Piraniya anarşîst û gelê Barcelona yê ev biryar nepejirandin, sedema vê yekê jî ew bû ku li dijî dagirkeriya polîsên komunîst ku dixwestin şoreşê tune bikin, pêdivî bi têkoşîn û şer didîtin. Gelê Barcelona yê dest ji berxwedanê berneda û artêşê jî bi hemû hêza xwe êrîş bir ser bajarê Barcelona yê, armanca wan ji vê yekê jî şikandina berxwedanê bû.
Piştî hefteyekê şûnde rêxistina CNT´ê hêza xwe winda kir. Rêxistinên FAI û POUM jî ji aliyê hikûmetê ve hatin qedexe kirin, rêveber û mîlîtanên wan hatin girtin û qetilkirin. Generalê artêşa Sovyetê, ´General Lister´ kontrola bajarê Barcelona yê girt dest xwe û meclîsên gel hatin tune kirin. Bi vî rengî hemû hêviyên li ser bingehê pergalek sosyalîst a derveyê sosyalîzma reel hatin rûxandin.
Berxwedana gelan berdewambû
Bi alîkariya dewletên din yên Ewrûpayê, gund bi gund, bajar bi bajar, her qadek berxwedanê ket bin destê faşîstan. Di 22 Çileya sala 1939´an de bajarê Barcelona ket û dovre di 20 Adarê de jî Madrid ket. Di wê demê de ji sedî 25’ê Îspanyayê ji aliyê hêzên faşîst ve nehat dagirkirin û berxwedana gelan berdewam dikir. Lê, a rast wek hejmar kêm bûn û hêza wan têra têk birina faşîstan nedikir. Di 1´ê Nîsana 1939´an de faşîstan serkeftina xwe ragihandin û di 20’ê gulanê de meşa serkeftina artêşê hat lidarxistin. Rejîma faşîst ya Franco ji wê rojê heya 20’ê mijdara 1975´an berdewam kir.
Piştî şer hemû kesên dijberê siyaseta rejîma faşîst hatin girtin, şandin wargehan, yan jî hatin qetil kirin. Li gor agahiyên fermî yên dewletê 2 mîlyon insan tên girtin û 8 hezar jî tên dardekirin. Piştî têk çûna rejîma dîktator, rêxistina CNT û FAI ji nû de hatin damezirandin. A rast ne ew, ne jî tevgerên din yên anarşîst ji wê demê şûnde nekarîn dîsan tevgerê bi hêz bikin.
Sibê: Di nava tevgera giştî de xebatên rêxistina Jinên Azad