Kokên Astarteyê li Mezopotamyayê ye (4)

Şirîkê pergala xwedayên Mezopotamya jorîn xwedawend Belet Erdnîgariya Rojhilata Navîn a hevbirînê, li Mezopotamya jorîn (diyar mudar) bi hezaran salan bi çanda dayika xwedawend li ser tevahî şaristaniyan avabûna hebûna xwe teyîsandiye û daye hîskirin.

Şirîkê pergala xwedayên Mezopotamya jorîn xwedawend Belet
Erdnîgariya Rojhilata Navîn a hevbirînê, li Mezopotamya jorîn (diyar mudar) bi hezaran salan bi çanda dayika xwedawend li ser tevahî şaristaniyan avabûna hebûna xwe teyîsandiye û daye hîskirin.
Navenda Nûçeyan - Pêvajoya pergala dayiksalarî dest bi windakirinê dike û di destpêka bilindbûna çanda baviksalariyê de dewletên bajaran ên ewil hatine avakirin di perestgehên xweda-kralên dane avakirin de her çiqas weke şirîkên xwedayan hêza xwe winda kiribin jî hê xwedawend in. Di  nava dewletên bajaran de pergala baweriya xweda Bel, xwedawend hebûna xwe weke ya bereket û pêşeroja diparêze.
Bi taybetî di nava çanda Semîtîk de bajarên dewletan ku li herêma Xabûr û Firatê hatine avakirin, hê bermahî û şopên xwedawenda ku wekî ‘Dayika Xwedayan’ dihat pênasekirin xwedawend Belet (Belît) hene.
Hê jî li bakur rojhilatê Sûriyeyê, gelek cihên kevnar û perestgeh, peykerên xwedawenda Antîk a Belet hene û hinek bajarên antîk û girên ku bi wê tên nasîn wiha ne:
Nêzî bajarê Hesekê du girên heyî Tell Berak û Tell Bêder
Nêzî bajarê Reqayê Tel Zeîdan,
Nêzî navçeya Salihiyê li Derazorê Dura-Europus.
Li kêlaka vana li Sûriyeyê nêzî bajarê Tendur perestgeha xwedawend Belet li bajarê Palmîrayê hê jî heye.
Ev bajarê kevnar ê Semîtîk û bermahiyên ku ji giran hatine derxistin dîrokzanên ku şîrove dikin, dispêrin baweriya sê xwedayan û yek ji vana jî weke xwedawend Belet didin nîşandan.
Mînak li ser riya karwanên bazirganiyê, yê li bajarê Tell Bêde hatiye avakirin ku beriya şerê navxweyî yê Sûriyeyê, di encama kolandinên arkeolojîk de perestgeha xwedawend Belet a li Tel Bêderê kevneşopiya ku kevok ji bo xwedawend Belet qurban dikirin hatiye kifşkirin û îsbatkirin.
Di nava bermahiyên Tel Brak de jî li gorî baweriya sê xwedayan tê payîn ku ya di navê de qevdek simbil girtiye destên xwe xwedawend Belet e.
Dîsa nêzî navçeya Salihiyê li Dêrazorê li derdora qeraxên Firatê li gorî tê payîn B.Z. di sedsala 12’an de bajarê kevnar ê Dura-Europus di nava pergala sê xwedayan de perestgeha xwedawend a cuda tê dîtin. Roja me ya îro, gelek beşên vî bajarê kevnar hê jî li ser piyan e û dêra ku wekî ya herî kevn a tê zanîn jî li vî bajarî ye.
Bermahiyên perestgeha xwedawend Belet û gelek berhemên kevnar ên vî bajarî, di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de di navbera salên 2014-2019 de hatin xirakirin.
Bajareke din ê ku perestgeha xwedawend Belet tê de heye bajarê Palmîra ye. Asarên der barê pergala sê xwedayan de weke Dura-Europus ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin texrîbkirin û xirakirin.
Xwedawend Belet a ku di aliyê çandî de li ser axa Mezopotamyaya Jorîn ji dayik bûye der heqê wê de gelek kêm agahî hene. Ku ev xwedawend rastî bêşansiyeke gelekê mezin hatiye.
Der heqê sedêmên vê de şîroveyên dîrokzan û arkeologan jî weke “di nava çanda semîtîk a ku çanda dayiksalarî gelek lewaz e de cihgirtina wê û di bin siya xwedayên zilam de mayîna wê” tê destnîşankirin.
Dîsa ji paşerojê heta roja me ya îro, Sûriye her çiqas hem weke cihê sentezê, hem jî weke qadeke jê derbasbûnê her tim rastî dagirkeriyê hatibe jî wekî sedemeke tê destgirtin.
Tê payîn ku xwedawend Belet bi eslê xwe ji koka Semîtîk a Akadiyan e û weke xwedawenda Mezopotamya Jêrîn bi Îştar re weke hev tê dîtin. Lê weke Îştar û Înanna nebûye xwedî nav û deng.
Xwedawend Belet, mêya bereketê jî temsîl dike, di hinek nîşaneyên din de jî weke hevjîna xwedayê ku hiştiye baviksalarî di Mezopotamyayê de saz bibe ya Marduk jî hatiye nîşandan.
Baweriya xwedawend Belet di nava çanda Semîtîk de heta derketina olên yekxwedayî jî bi şêweyên cur bi cur, hebûna xwe domandiye.
Roja me ya îro di nava şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de jinên Bakur rojhilatê Sûriyeyê yên li ser navê gelan bi çanda berxwedanê dibin hêvî bingeha xwe ji koka xwedawend Belet û xwedawedên jê re pêşengî kirine û yên li pey wê derketine girtine. Her wekî ku dareke ku ji koka xwe ve şîn dibe, bi sedan şaxên wê çêdibin û dibin bi hezaran pel…