Kokên Astarteyê li Mezopotamyayê ye (3)

Xwedawenda Firatê ya ku ji mîtolojiyan re bûye îlham Xwedawend Atargatîs Firat çavkaniya Kevana Zêrîn a bi bereket ji gelek şaristaniyan re malovanî kiriye. Li qeraxên Firatê li ser esasê şaristaniyên pêşketî yên diyarên jinan, di dîrokê de gelek bajar hatin avakirin li van bajaran çanda xwedawendan serwer bû.

Xwedawenda Firatê ya ku ji mîtolojiyan re bûye îlham Xwedawend Atargatîs
Firat çavkaniya Kevana Zêrîn a bi bereket ji gelek şaristaniyan re malovanî kiriye. Li qeraxên Firatê li ser esasê şaristaniyên pêşketî yên diyarên jinan, di dîrokê de gelek bajar hatin avakirin li van bajaran çanda xwedawendan serwer bû.
Navenda Nûçeyan - Li şaristaniyên rojava gelek navên wekî çavkaniya efsaneyan tên destnîşankirin û weke Keçên Behrê tên binavkirin hene. Yek ji wan jî xwedawenda bereket û ya parazvana Firatê Atargatîs e. Gelo hûn dizanin bi tevahî li hemû qeraxên Behra Spî mîtolojî çavkaniya xwe ji efsaneya Keçika Behrê Atargatîs digrin?
Di gelek çavkaniyan de her çiqas weke ‘xwedawenda herî bi nav û deng a Sûriyeyê’ were  pêşkêşkirin jî ya rast xwedawenda eslê xwe Asûrî Atargatîs li gorî hin rîwayetan ji aliyê masiyekê ve li qeraxê avê di nava hêkeke ku ji aliyê kevokekê ve tê parastin çêdibe. 
Tê payîn ku B.Z. di sedsala 12’mîn de ku hê baweriya serdema Neolotîkê li serwer e ji aliyê bawermendên Atargatîs ve bajarê Minbîcê tê avakirin 
Roja me ya îro welatê jinên ku çarşefên reş bi tilîliya şewitandin îlhama xwe ya azadiyê ji xwedawenda li ser koka wan Atargatîs digrin.
Li ser riya bazirganiya ku diçe Helebê li qeraxên Hîerapolîs ango bi navê roja me ya îro xwedawenda dewleta bajarê Minbicê Atargatîs bi nav û dengê xwe sînor û derya derbas kirine.
Atargatîs a rast, ligel bûyîna xwedawenda bereketê, hem weke balatê (ango xwediyê) xwe û yê gelê xwe ji parastin û xweşguzariya wan jî berpirsyar e.
Ji ber vê jî bi giştî di serê wê de tacek û di destê wê de jî wekî qevdek simbilên genim tê teswîrkirin; şêrên ku textê wê rakirine jî weke hêz û bandora wê ya jor xwezayê sembolîze dikin.
Ji gelek aliyan ve taybetmendiyên Atargatîs dişibin Xwedawenda Fenîkiya Astarteyê, dîsa gelek di aliyan de taybetmendiyên nêzî xwedawenda Anatoliyê Kybele jî hene.
Çanda Atargatîs ji aliyê kesên bazirgan û leşkerên bi pere ve derbasî aliyê Yunanistanê bûye.
Li gorî çavkaniyên wê demê, Atargatîs, xwedawenda bereket û zayînê bû. Keça Sîn ango ku îhtîmaleke mezin di Quranê de wekî sûreya “Ya Sîn” a ku tê wateya bangkirinê ye.
Ji ber taybetmendiyên wê, em dizanin ku weke Îştar  û ji Kenan heta  Sûriyeyê li vê herêmê weke Taratha hatiye binavkirin û bi navê Venûs hatiye naskirin.
Çanda Atargatîsa Hîerapolîs û ya Rihayê taybetmendiya wan a herî berbiçav, baweriya her duyan jî bi avê re têkildar e.
Nexasim bi navê wê, di perestgehên ku hatine çêkirin de hewzên masiyên ku ji Çemê Firatê anîne, hatine avakirin.
Baweriya ku wekhevî û bereketê temsîl dike wê demê bi lez xwe berfireh kir. Hewzên pîroz ên li Heran, Riha, Baykan, Dalos, Minbic û Aşkelon berfirehbûna vê baweriyê didin nîşandan.
Ji ber şerên di navbera Asur, Babîl û Misirê yên li herêmê diqewimîn de hat xirakirin B.Z. di sedsala 3’ymîn de dewleta Seleukosan ku paytexta wan Antakya ye, digre bin parastina xwe.
Melîke ango keybanû Stratonîke perestgehên Atargatîs ji nû ve da avakirin û baweriya wê zindî kir.
Li hemû qeraxên Firatê pergala baweriya Atargatîs berfireh bûye. Gola bi masî ya li gorî tê gotin ku pêxember Îbrahîm dema bi mencinîqê tê avatin, ev gol ava dibe. Lê ya rast xwediyê vê gola bi masî ya esasî tê rîwayetkirin Atargatîs e.
Li gorî hin dîrokzanan golên bi masî yên pîroz tên dîtin, di rastiyê de ji bo perestgehên Atargatîs weke mabet hatine avakirin.
Li gorî hin çavkaniyên din jî li kêleka jinên ezîze zilamên ku xwestine xwe fedayê baweriya Atargatîs bikin û bibin ezîz tê gotin ku bi dildarî xesandinê (hadimbûnê) pejirandin e.
Dîrokzan-nivîskar Bardaysan, di çavkaniyên sedsala sêyemîn ên xwe dispêrin Suryaniyan li gorî van agahiyan; Kral Abgar piştî derbasî Xirîstiyaniyê dibe, ji bo Atargatîs gelek rîtuelên dihatin pêkanîn qedexe kirine.
Li gorî penaseyên wî: “Li Sûriye û Rihayê, bi armanca Tarataya tazîm kevneşopiya xwexesandinê hebû. Lê piştî Kral Abgar dînê xwe guhert, ji bo zilamên xwe dixesînin fermana jêkirina destên wan da. Ji wê roja heta îro li herêma Rihayê tu kes êdî xwe naxesîne.”
Li Perestgehên Atargatîs ên li derdora gola bi masî, bi hatina biharê re ji bo xwedawenda bereketê Atargatîs qurban dihatin serjêkirin û şahî dihatin lidarxistin.
Tê gotin ku cejna Babîl a Akîtu, cejna Xirîstiyanan a Paskalyayê ji van şahiyan tê.
Di Oxford Learner's Dictionaries’de wiha derbas dibe: “Ew pîroziyên herî mezin ên Sûriyeyê bûn. Hevjînê wê Hadad bû; textê wî gamêşan, yê Atargatîs jî ji aliyê şêran ve hatibû dorpêçkirin. Li Ascalon Atargatîs weke nîv jin nîv jî masî hatiye resimandin. Masî û kevok ji bo wê pîroz bûn; serpêhatî, wiha ye; piştî dikeve golekê Atargatîs ji aliyê masiyekê ve tê xilaskirin an jî versiyoneke dişibe wê tê rîwayetkirin ku Atargatîs vediguhere masiyeke keça wê Semîramîs jî vediguhere kevokekê.”