10'ê Tebaxê: Aletta Jacobs

9’ê reşemiya 1854’an li Sappemeer a Hollanda yê hatiye dinê. Di navbera salên 1876-1878’an de di beşa bijîşkiyê de ji zanîngeha Amsterdomê mezûn bûye. Di heman demê de yek ji nûnera pêla yekem a femînîzmê li Holandayê ye. 
Femînîst û bijîşk Aletta ji bo mafê jinan ê perwerde û dengdanê dixebite û hewildide jinan di van xalan de têbigihîne. Di encama keda wan de sala 1917’an mafê pasîf ê hilbijartinê tê nasîn, di sala 1919’an de jî mafê hilbijartin û beştarbûna jinê a çalak ya di qada bijartinê de tê nasîn.
10’ê tebaxa 1929’an li Baarn a Hollanda yê jiyana xwe ji dest da.