24'ê Tîrmehê: Peymana Lozanê

24'ê Tîrmeha sala 1923'an peymana Luzan di navbera şanda Tirkiyê û welatên hevpeyman hate îmzakirin. Ew peyman li dijî peymana Sever( 10.08.1920 ) hate îmzakirin ku rayedarên Osmanî, Ingilistan û welatên din bi awayê fermî Kurd weke netewekê naskiribûn. Mistefa Kemal li dij derket û kesên ku ew peyman îmzakiribûn bi îdamê mehkûm kirin. Hemû hewlên Kemalîstan ew bûn ku bendên 62, 63 û 64 ên Peymana Sever nekevin piraktîkê. Di wê peymanê de dewleta Ingilistanê daxwaz kiribû ku hinek herêmên bakurê Kurdistanê tevî wilayeta Mûsil bigehin hev û dewleteke serbixwe bi navê Kurdistanê jî bê îlankirin. Peymana Luzan bi armanca çareserkirina pirsgirêjkên di navbera Yunanistan û Tirkiyê de hate îmzakirin lê têde hemû bendên li ser çêkirina dewleteke serbixwe ji Kurdan re hatin rakirin û ji bîrkirin. Careke din Kurd bûne qûrbana berjewendiyên welatên dagîrker û kedxwar. Sedemên ku peymana Luzan biryarên peymana Sever li ser mafên Kurdan vala derxistin ev bûn:
Kemalîst bi hevkarî û hêza Kurdan di şerên bi dewletên weke Yunan re bibûne xwedî desthilat li Tirkiya nû. Bêhêziya rêber, partî û rêxistinên Kurdan di qada siyaseta wê demê de ku xwedî serkêşiyeke lawaz bûn. Gûherandina siyaset Ingilistanê ku di destpêkê de mafên Kurdan diparastin, lê piştre li dijî Kurdan stratejiya xwe gûherand. Nêzîkatiya dewleta Sosyalîstî a Soveytê û Kemalîstan ku dixwestin bîr û ramanên komonîstî li Tirkiyê belav bikin. Wê peymanê kir ku êdî Kurd xwe bi tenê û bêkes bibînin. êdî ji wira û şûnde heya roja îro Kurda tenê pişta xwe daye çiyayên Kurdistanê. 
Ottilie Baader
Ji bo piştevaniya malbata xwe di fabrîqê de dest bi kar kir û bû Endama Komeleya Jinên Karker Lina Morgenstern ê.
Ji berhemên Karl Marx ên weke Jin û Sosyalîzim bandor bû di sala 1866’an de li hemberî zêdebûna heqdestê xeyatan rawestiya.
24’ê Tîrmeha 1925'an li Nexweşxana  Rudolf Virchow a Weddingen ê jiyana xwe ji dest da.