Komkujiya Pirsusê

Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên Tirkiyê lîstokên ku ji bo zarokên Kobanê berhev kiribûn xwestin bi xwe bibin. Berî derbazî Kobanê bibin 20’ê tîrmeha 2015’an li ber Navenda Çanda Amara ya Pirsûsê daxuyanî dan.

Di dema daxwiyaniyê de çeteyek DAIŞ’ê xwe teqand, li cihê bûyerê 33 ciwanan jiyana xwe ji dest dan, ji sedî zêdetir jî birîndarbûn.

Helbestvan Nazik El-Melaika

Mamoste û wêjevana zimanê Erebî û Helbesvana Îraqî Nazik El-Melaika di 23 Tepaxa sala 1923’an de li Bexdayê çavê xwe li jiyanê vedike. Nazik di nava malbatek ronakbîr de mezin dibe. Dayika wê jî helbestvanek hostabûye, dinivîsandin û pirî helbestên wê di rojname û kovarên Îraqê de hatine weşandin.

Nazik El-Melaika hestên heskirina helbestê ji dayîka xwe ya yek ji hostayên helbestane hîn dibe. Yekem car helbesta azad xiste nava wêjeya erebî û ji ber vê serkeftinê xelat girt. Lê ji ber nexweşiyê nekarî di merasîma xelat girtinê de amade bibe.

20’ê tîrmeha 2007’an ji ber nexweşiya xwîna kêm di temenê 82 salî de li Qahîrayê ji nava wêjeyê koçî bêdawiyê kir.

Elisabeth Maldaque

Komunista xwediyê nêrîna azad ji ber piştevaniya karker, hejar û xwendekaran dikir ji aliyê nijadperestan ve ji kar hat avêtin.

Ji ber di nêrîna xwe ya komunizmê de bi îsrarbû bi hinceta hişê xwe winda kiriye avêtin nexweşxaneya derunasiyê.

Ji bo ji wê nexweşxanê derkeve dest bi çalakiyan kir, 11 rojan li ber xwe da 20’ê tîrmeha 1930’an jiyana xwe ji dest da.