15'ê Tîrmehê: Anne Frank

Kesayetek navdar a Qirkirina Yahudî û Duyemîn Şerê Cîhanê de dema mir 16 salî bû xwedî rojnîvîska herî bi bandor ya wek belgeyekê ji dîrokê re hatî hiştin di 12’ê Hezîrana 1929’an de hat dinê. Anne Frank ku navê wê yê rast Annelîese Marîe Frank e, yek ji zarokên Yahudî yên li Holokostê jiyana xwe ji dest daye. Di duyemîn şerê Cîhanê de Adolf Hîtler li Naziya Elman li dijî Yahudiyan qirkirin pêk anîn. Mirovên kirin kole li kampan bi cih kirin û 6 mîlyon kesî jiyana xwe ji dest dan. Anne Frank ya bû sembola zarokên jiyana xwe ji dest dan, rojnivîskek bi bandor li pey xwe hişt. Piştî şer rojnivîsk bi gelek zimanî hat weşandin. Li hemû cîhanê li gelek dibistanan xistin mufredatê.
Di 1933’an de piştî Nazî li Elmanyayê bûn desthildatdar malbata wê koçî Amsterdamê kir. Malbata wê li wir şîrketa ku rîçal çêdike a Opekta ava kir. Elmanan di 1940’î de Amsterdam dagir kir û Holanda jî hat dagirkirin. Yahudiyên wir jî wek yên Elmanyayê hatin binpêkirin. Anne bi xwişka xwe Margot re li dibistanek Yahudî dest bi perwerdeyê kir.
Ji ber zextên Nazî yên li Hollandayê malbatê keçên xwe veşartin. Di 13 saliya xwe de dest bi rojnivîska xwe kir.Yekem nîvîsandina xwe di 14’ê Hezîrana 1942’an de nivîsî. Kaxizek ji xwişka wê Otto re hat ku biçe kampa komkirinê ya Elmanyayê. Ji ber vê malbatê ew veşartin û heta 4’ê Tebaxa 1944’an ev berdewam kir. Xaniyê ku xwe tê de vedişartin wek ‘odeya veşarî’ bi nav kir û di nava demê de malbatên ku hatin wir jî di rojnivîska xwe de nivîsî. Anne dixwest bibe nivîskar û rojnameger. Anne her çû xwe di nivîsandina rojnivîskê de pêş xist. Anne di pêvajoya ku xwe veşar de Fransî jî fêr bû.
Di 4’ê Tebaxa 1944’an de bi ser Odeyên Veşarî de hat girtin û yên xwe veşartibûn hatin girtin û birin Kampa Komkirinê ya Westerborkê. Di 3’ê îlona 1944’an de jî birin kampa îmhakirinê Auschwîtz e. Anne û xwişka wê Margot ji ber ciwan bûn ji bo xebatê hatin hilbijartin û di meha cotmehê de birin kampa Bergen-Belsen a Bakurê Elmanyayê.
 Li wê kampê nexweşiya Tîfusê dest pê kir û bû sedema mirina 17 hezar kesî. Anne û xwişka wê Margot di Adara 1945’an de, çend hefte beriya ku Yekîneyên Îngîlîz kampê azad bikin jiyana xwe ji dest dan. Dayika wan jî di Çileyê 1945’an de li Auschwîtz jiyana xwe ji dest da.
Rojnivîskar Anne, bi navê ‘Rojnivîska Anne Frank’ hat çapkirin. Xaniyê ku tê de xwe veşartibû jî veguhertin muzeyê. Rojnivîska Anne ku di 1947’an de hat çapkirin ewil 150 hezar hat çapkirin û ji 60’î zêdetir li zimanî hat wergerandin. Pirtûka wê li şanoyê jî hat wergerandin. 
Nivîsa wê ya rojnivîskê ; Di demên wisa de jiyan zehmet e: Hêvî, xeyal û hedefên mirovan ji ber rastiyên jiyanê yên çavsor parçe dibin… Ne pêkan e ez jiyana xwe li ser kaos, êş, mirinê ava bikim. Ez dibînim ku cîhan her diçe hov dibe; Wê rojekê me jî tune bike, ez dengê vê dibihîzim; ez êşkişandina mîlyonan kesî hîs dikim,’ cîhana dilê Anne Frank baş nîşan dide.