14'ê Tîrmehê: Meryem Mîrzakhanî

Meryem Mîrzakhanî di 12’ê tîrmeha 1977’an de li Paytexta Îranê Tahranê hatiye dinê. Matematîkvan Maryam Mîrzakhanî ya ku di 37 saliya xwe de xelata "Fîelds" girtibû, ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Xelata "Fîelds"ê yek jî xelatên herî girîng a matematîkê ya cîhanê ye û wekî Nobelê tê dîtin. 
Jina bi navê Maryam Mîrzakhanî ya 40 salî hêjayê vê xelatê hatibû dîtin. Mîrzakhanî ya bi eslê xwe ji Îranê ye, demek dirêj bû bi nexweşiya pençeşêrê re têkoşîn dida. Jina îranî li Zanîngeha Stanfordê ya Amerîkayê dixebitî, piştî agahiya mirina wê hat bihîstin, Serokwezîrê Îranê Hasan Ruhanî û Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîfî her yekî peyamek weşand û ji ber wefata Mîrzakhanî xemgîniya xwe anîn ziman. 
Mîrzakhanî li Tehranê zanîngeh qedand, ji bo doktorîna xwe çûbû Amerîkayê û di qada matematîkê de bûbû pispor. Berî 3 salan di qada matematîkê de xelata herî prestîş a Fîeldsê wergirtibû. Xelata Fîeldsê, ji sala 1936'an vir ve didin kesên 40 salî. Mîrzakhanî di 37 saliya xwe de xelat wergirt û yekane jina ku ev xelat girtî ew bû. Mîrzakhanî li ser rûbarên xwar xebateke sîmetrî kiribû û ji ber vê xebatê hatibû xelatkirin. Xebatên matematîkvana jin, piştgirî dida lêkolînên kuantum û fîzîkê.
14’ê Tîrmeha 2017’an li Stanford Hospital, Palo Alto, CA yê jiyana xwe jidest daye.