'Maf winda dibin û nayên dayîn'

Deq hunerek kevnare ye ku bedewiya jinan bi nivîsa tîpekê, peyvekê yan xêzekê ve radixe ber çavan ku peyamek demên berê û ya niha digihîjîne hev. Ev jî di seranserê dîrokê de taybetmendiyek jinên Tûnisê ye, her çendî ev diyarde di nav nifşên ku serxwebûnê şopandine de hema bêje nema be jî.

 
ZIHUR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis – Komek rojnamevanên Tûnisî damezrandina komeleyek bi navê 'Weşim' ragihandin. Komeleyek femînîst e ku di kûrahiya xwe de nûjeniya îroyîn digihîje bêhna demên berê. Endama Nivîsgeha Birêveber a Sendîkaya Rojnamegerên Tûnisê Fewziya El-Xêlûfî di hevpeyvînek di gel ajansa me de got: "Damezrandina komeleyê ji bo jinên Tûnisî motîvasyonek nû ye, da ku mafên xwe bistînin û destkeftiyên ku bi dehsalan ji bo wan şer kirine biparêzin."
Fewziya El-Xêlûfî dihesibîne ku şerê rizgariyê berdewam e û destnîşan kir ku maf winda dibin û nayên dayîn.
We damezrandina komeleya "Weşim" ku yekem carî wekî ramanek di nav komek rojnamevanên Tûnisê de çêbû, ragihand... Li ser vê xewna ku pêk hatiye hûn dixwazin ji me re çi bibêjin?
Çendek berê, ez li ser projeyek difikirîm ku bi pirsgirêkên jinan ve eleqedar be û piştgiriyê ji wan re peyda bikim. Nemaze piştî ezmûna min a di warê civakî de, di nav Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî û Sendîkaya Rojnamegeran de û xebata li ser pirsgirêkan bi rojnamegerên jin re. Bi komek rojnamegerên jin ên ku bi gelemperî bi pirsgirêkên mafên mirovan û bi taybetî bi mafên jinan bawer dikin, li ser vê xewnê axivîn. Min piştgiriya wan ji bo damezrandina vê komeleyê dît ku di 2'ê Adara 2021'an de hat avakrin û çalakiyên wê dê di demeke nêz de bê ragihandin.
Çima we navê 'Weşim' hilbijart... Gelo peyamek we heye?
Me navê 'Weşim' hilbijart, ji ber ku wateya wê ya dîrokî li Tûnisê welatên din heye. Ji ber ku ew wekî şopa dîrok, mîrat, çand, bedewbûn, orjînalîte û têkeliyek demên berê û îroyîn tê hesibandin... Em dixwazin van wateyan hemûyan di vê komeleya jinan de kom bikin. Hêvî dikin ku di tevgera femînîst a Tûnisê û navneteweyî de şopekê bihêlin.
Em nêzî 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ne... Hûn rewşa rojnamevanên Tûnisê yên ku di bin gelek binpêkirinan de ne çawa dinirxînin?
Mixabin, rewşa nûçeghanên jin li Tûnisê xirabtir dibe û em her gav dişopînin. Gava ku siyasetmedar û alîgirên wan tên ceribandin, di mîtîng û hilbijartinên ku ji hêla rojnamevanên jin be tên şopandin, tacîz û şîdeta devkî û madî li dijî rojnamegerên jin bi kar tînin. Bi rastî piştî şoreşa 10 salan em ji kêmbûna azadiyê ditirsin û zirarê digihîjînin mafên jinan bi êrîşên domdar. Lê em bi israr in ku di komeleya 'Weşim' de bêtir hewl bidin parastina destkeftiyên jinên Tûnisê, azadiyê bi hev re bikin û şerê ji bo mafên hilweşiyayî û yên nayên dayîn bikin. Em ê nehêlin azadî û mafên ku piştî gelek şeran hatine bidestxisitn bên betalkirin.
Tûnis bi behreyên mezin ên femînîst dewlemend e lê ji aliyê din ve, em dibînin ku jin ji ber zîhniyeta mêrane di dewlet û navendên biryargirtinê de xwedan wezîfeyên girîng nîn in... Hûn çawa bi van zîhniyetên cudakar re rû bi rû dimînin?
Rûbirûbûna zîhniyeta zilam a cudakar pêşî li dijî baweriya jinan a bi hebûna wan û hêza wan a bandor û guhertinê derdikeve. Di dirêjahiya dîrokê de, jinên Tûnisê têkoşiyan ji bo mafên xwe bi dest bixin û jêhatîbûna xwe û bandora xwe îsbat bikin. Îro em neçar in ku têkoşînê bidomînin... Maf li her derê cîhanê "Winda dibin û nayên dayîn."
Peyama we ji bo jinên Tûnisê û bi giştî jinan çi ye? Bi taybetî ji bo Roja Jinên Cîhanê?
Pêdivî heye ku hemû jin destpêkê bi xwe û qabiliyeta xwe ya gihîştina rewşa ku heq dikin bawer bikin... Rast e meş dirêj û dijwar e lê encam dê azadiya tevahî nifşan û serfiraziya civakê be.