Wîdad El-Sûranî: Armanca komeleya me ew e ku destekê bide jinên derçûyên zanîngehê

Têkildarî destkeftiyên komeleyê yên di sala 2021'ê de jî wê ev yek diyar kir: "Di nava projeyên ku em li ser xebitîne de, projeya xurtkirina tevlibûna aktîf a jinan di pêvajoya demokratîk de bi hevkariya Komîteya Navendî ya Hilbijartinan û Yekitiya Ewropayê û projeya "Jin heq dikin" bi Ajansa Îtalyayê ya ji bo hevkariya pêşketinê ku xwe dispêre perwerdekirina komek ji derçûyên zanîngehê ye.

NEXEM KARACA

Xeza- Komeleya Derçûyên Zanîngehê ji dema damezrandina xwe ve gelek xizmet pêşkêşî xwendekarên jin û derçûyên zanîngehê kiriye û xwestiye wan di hemû waran de bi hêz bike. Di sala nû de, ew hêvî dike ku hemû astengiyên pê re rû bi rû mane derbas bike û proje û rêzikên xwe yên perwerdeyê bi pêş bixe da ku hemî deverên Xezayê bigre nav xwe.
Rêvebera Giştî ya Komeleya Derçûyên Zanîngehê Wîdad El-Sûranî ji ajansa me re wiha got: "Komeleya derçûyên zanîngehê di sala 1974'an de hatiye avakirin û yek ji armancên wê yên herî girîng ew e ku karînên derçûyên zanîngehê ava bike û wan bigihîne asta ku derbasî bazara kar bibin, ew jî bi riya lidarxistina atolye, kursên perwerdeyê, projeyên girêdayî xwendekarên zanîngehê ji bo pêşxistina jêhatîbûn û şiyanên wan, beşdariya di kêmkirina xizaniyê, piştgirîkirina malbatan di warê aborî de, piştgirîkirina debara jiyanê û bihêzkirina jinên derçûyên zanîngehê li Xezayê di warên aborî, çandî, civakî û siyasî de.” 
"Projeyek li ser çêkirina fîlman"
Her wiha çawaniya çêkirina fîlman bi riya mobîlê digire nav xwe û piştre fîlm li saziyên cihêreng ên civakê ji bakur heta başûrê Xezayê tê pêşandan. Her wiha projeyek ji bo xurtkirina berxwedana jinên li Xezayê û alîkariya malbatên mexdûr hat meşandin, di vê projeyê de hin malbatên ku malên wan bi temamî wêran bûne hatin girtin û hin alîkarî jî bi riya saziyên xêrxwaz hatin belavkirin. Hin proje têkildarî piştgiriya psîkolojîk û îstîhdama demkî jî hene.”
"Bi bernameya perwerdeyê hewl didin hemû jinên li Xezayê bigrin nava xebatê"
Wê bal kişand ku Komeleya Derçûyên Zanîngehê bi hevkariya Bernameya Civaka Sivîl (CSP) û Ajansa Hevkariya Navneteweyî ya Alman, perwerdeyek bi navê "Rêxistina Civakî" ji bo derçûyên zanîngehê, bi dirêjahiya 20 saetan pêk anî û wiha domand: "Li kêleka vê, bernameyek perwerdeyê ji bo alîkariya yekem û piştgiriya derûnî di çarçoveya projeya "Xurtkirina Berxwedana Jinan li Xezayê" bi hevkariya saziya Hevkar in di Pêşketina Berdewam de û ji hêla Weqfa Jinan a Zan ve tê fînansekirin heye. Bernameya perwerdeyê jinên ji hemû parêzgehên Xezayê kir hedef û armanc jê ew bû ku başbûna derûnî ya jinan zêde bike û jêhatîbûnên pêwîst ji bo alîkariya yekem peyda bike. Her wiha me li ser medyaya civakî û blogeriyê bi haştaga "Beşdarbûna jinan Pêşeroja Civakê ye" rûniştineke li ser Twitterê li dar xist.”
Der barê kêşe û zehmetiyên ku Komeleya Jinên Derçûyî pê rû bi rû maye de wiha got: "Dirav yek ji wan kêşeyên ku em her tim pê re rû bi rû bûn û hê jî heye, ji ber ku pêşbaziyek tund di navbera saziyan de ji bo reklam û bexşeyek ji bo fînansekirina her projeyekê heye û bi dehan sazî serlêdanê dikin, çi ji bendara Rojava yan jî ji Xezayê û gihîştina saziyan ji bo fînansekirinê ne wekhevî daxwaziya koma armanc ji bo yek ji saziyan e. Pirsgirêka din jî pandemiya koronayê ye ku di warê wergirtina fonan û beşdarbûna atolyeyan û perwerdeyê de bandorek mezin li saziyê kiriye.”
"Ji ber rewşa aborî ya xirab gelek kesên ku zanîngeh qedandine nikarin bixebitin"
 Wîdad El-Sûranî da zanîn ku leza hatina keçan di dema belavbûna vîrusa koronayê de kêm bû, ji ber ku derçûyan nikaribûn xwe bigihîjînin navenda perwerdeyê û beşdarî kursan bibin û wiha domand: "Rewşa xirab a aborî jî roleke xwe hebû ku piraniya derçûnên zanîngehê nikarin biçin saziyê, ji ber dûrbûna xaniyan û nebûna lêçûnên veguhestinê ji bo wan.” 
Têkildarî plansaziya komeleyê ya ji bo sala nû, Wîdad El-Sûranî wiha got: "Em hêvîdar in ku di sala 2022'an de hejmareke mezin ji jinên derçûyî bikin hedef û xizmetên baş ji wan re pêşkêş bikin. Ji ber ku me gelek proje pêşkêşî xêrxwaz û fînanseran kir ku ya herî girîng jî pêşxistina projeyek ji bo bihêzkirina jinan û sekna wan e, li benda pejirandin û fînansekirinê ye û berfirehkirina rêze perwerde û kursan li hemû deverên Xezayê, ji bo ku karibe wan û jêhatîbûna wan bi tevahî pêş bixe.”