“Naskirina bingeha pirsgirêkên civakê û rêbazên çareseriyê perwerdeyên jineolojiyê ne”

Jinên herêma Efrîn û Şehbayê yên li ser bingeha perwerdeyên jineolojiyê xwe perwerde dikin û bi rêbazên jineolojiyê ji nû ve dadikevin qadên xebatê gotin: “Ji bo jin bêtir xwe nas bike û têkeve kûrahiya cewhera xwe pêdivî bi dîtina perwerdeyên rêbazên jineolojiyê yên çareseriya pirsgirêkên civakê hene.”

HESNA MIHEMED
Şehba- Perwerde girînge ji bo danasîna zihniyetên ku civak li gor xwe didan meşandin, di heman demê de perwerde cihê pêşketin û zanabûnê ye, her wiha naskirina dîroka rast e. Jineolojî ango zanista jinê jî ji bo rastî û dîroka jinê bi civakê bide nasîn xebat dike. Şaxa Komîteya Jineolojî ya Efrîn û Şehbayê jî li ser heman bingehî ji bo bidestxistina mafê jinê û ev bi civakê dana pejirandin perwerdeyên zanistî didin. Komîteya Jineolojî ji bo karibe bêhtir vê zanistê di nav civakê de belav bike di akadimî, perwerdeyên girtî û vekirî de cih qada xebata xwe berfireh kiriye. Jinên beşdarî van rêze perwerdeyên jineolojiyê bûne nêrînên xwe bi me re parvekirin.
"Pêwîstiya gel bi perwererdeyên îdiyolojî heye"
Piştî ku navenda Jineolojî li Şehbayê hate avakirin komîteya Jineolojî dest bi rêze perwerdeyên xwe kir. Endama Şaxa Komîteya Jinelojî ya Efrîn-Şehbayê Zehrîban Hisên girêdayî xebatên komîteya wan ên perwerdê ev tişt anî ziman: "Pêwîstiya civakê bi perwerdeyên îdiyolojî û zanistî heye. Piraniya waneyên me li ser hevjiyana azad û rêbazên jineolojiyê ne. Em di perwerdeyên xwe de cewhera jineolojî, pirsgirêkên civakî û rêbazên çareseriyên dibînin. Rêber Apo dibêje ‘Tişta ku bi destê mirov tê kirin dibe ku bi destê wan jî bê guhartin.’Dema ku mirov rastiya vê gotinê ango civaka heyî ku niha tê jiyîn nas bike wê demê mirov dikare çareseriyek ji pirsgirêkên xwe re bibîne. Di perwerdeyên jinelojî de gelek nakokî û pirs derdikevin pêşberî me, em jî bi nîqaş û parvekirinê bersiva wan pirsan didin. Yê herî dibe asteng li pêşiya meraqên jinan mêr e, em jî hwil didin bi rêya perwerdeyan van astengiyan rakin. Divê mirov têkeve kurahiya jineolojî ta ku pirsgirêkên em dijîn bên çareserkirin."
"Em ê bi rêbazên jineolojiyê civakê bigihînin ronîbûnê"
Endama Meclîsa Malbetên Şehîdan a Şehbayê Xedîce Elo jî beşdarî perwerdeya Jineolojî bûye û li ser giringiya wê di nava xebatên wan de ev nirxandin kir: "Em weke jinên kurd gelek sûd ji perwerdeyan digirin. Pêwîstiya malbetan bi perwerdeyên fikirî heye ta ku piştre mirov bikaribe civak û malbeta xwe bi rêve bibe. Girînge ku jin bêtir xwe nas bike û têkeve kûrahiya cewhera xwe ji bo bizane li ser kîjan bingehê bijî. Rêber Apo hêşt ku jin bêhtir li ser kesayeta xwe lêkûlîn bike û bighîne asteke bingehîn. Em her tim hewil didin xwe bigînin jinên dîtir û wan li ser fikir û felsefeya Rêber Apo zana bikin. Rêber Apo bawariya xwe bi jinên kurd aniye, em ê jî li pê vê baweriyê bin."