Xanim Tosun: Hevjînê min ji ber nasnameya xwe ya siyasî hat revandin û windakirin

Dayikên Şemiyê di hefteya 865'an a çalakiya xwe de, aqûbeta Fehmî Tosun ê 26 sal berê hatî windakirin pirsîn. Xanim Tosun diyar kir ku hevjînê wê ji ber nasnameya xwe ya siyasî hatiye revandin û windakirin û got, "Heta winda neyê dîtin em ê hesab ji wan bipirsin."

Stenbol- Dayikên Şemiyê di hefteya 865'an a çalakiya xwe de çalakiya xwe li ser onlînê pêk anîn. Di çalakiyê de çîroka Fehmî Tosun ê di 19'ê Cotmeha 1995'an de li ber deriyê mala xwe hat rêvandin, parvekirin. Destpêkê Xanim Tosun axivî û diyar kir ku hevjînê wê ji ber nasnameya xwe ya siyasî hatiye revandin û windakirin. Hanim Tosun da bilêv kir ku heta bijî ew ê têkoşîna dîtina windayan û darizandina kiryaran bidomîne û got, "Heta ku windayên dawî were ditîn, em ê dev ji şopa mirovên xwe yên winda berne din."
“Em ê hesab ji wan bipirsin”
XanimTosun da zanîn ku kesên hatine windakirin ji bo aştî, azadî û nasnameyê têkoşîn dane û got, "Heta ku em hebin em ê têkoşîna wan biparêzin. Heta ku ev dewlet hesabê me nede em ê her tim li ber wan bin. Em windahiyên xwe ti carî ji bîr nakin. Em hemû windahiyên xwe bi bîr tînin û heta windahiya dawî bê ditin, emê hesab ji wan bipirsin."
"Daxwaza lêpirsîna plakayê hat redkirin"
Piştre Hevseroka İHD'ê Eren Keskîn ku parêzera dosyayê mafê axaftinê girt, bi bîr xist ku berevajî gelek dozên windayan, malbat plaqeya wesayîta ku Fehmî Tosun revandibû, stendiye. Eren Keskîn, diyar kir ku di çarçoveya qanûna girtina agahiyan de serî li Wezareta Karên Hundir dane û dixwazin plakaya wan bê lêkolînkirin û wiha got: "Bersiva ku dane me gelek îronîk bû. Ji me ra veşartina jiyana taybet a xwediye plakayê, hincet hat nîşandan. Kes li jiyana Fehmî Tosun û jiyana malbata wî nafikire û mixabin dewletê bi hinceteke wisa bêbawer daxwaza lêkolîna me red kir. Eren Keskîn bal kişand ku di doza Fehmî Tosun de jî wekî gelek windayan biryara neşopandinê hat dayîn û got, "Têkoşîna me ya hiqûqî hê jî berdewam dike."
Daxuyaniya vê hefte yek ji mirovên şemiyê Aylin Tekiner xwend.
“Lêpirsînek bi bandor nehat kirin. 
Aylîn Tekîner, anî ziman ku di sibeha 19'ê Cotmeha 1995'an de dema Fehmî Tosun hat revandin û careke din agahî ji hevalê wê Huseyîn Aydemîr nehat girtin û wiha bûyer vegot: "Fehmi Tosun di danê êvarê de 3 kesên bi çek, bi têlsiz û cil û bergên bi wesayîta Renault a spî ya plakaya 34 UD 597 anîn ber deriyê mala wî. Dema ku ev kes dihatin ber baxçeya malê, bi ditîna jin û zarokên xwe re qîr kir û got: "Ew ê min bikujin." Dema ku ev bazdan cem Fehmî bi zorê suharê wesayîtê kirin û birîn. Şêniyên taxê jî bûn şahidê bûyerê.”.Aylîn Tekîner, diyar kir ku li gel hemû hewldanan jî piştî wê dîrokê tu agahî ji Fehmî Tosun nehat girtin û bi bîr xist ku dema tedbîrên navxweyî qediyan, doz birine AÎHM'ê û di dema desthilatdariya AKP'ê de jî li ser vê yekê bersiv ji AÎHM'ê re hatiye dayîn. Aylîn Tekîner anî ziman ku tevî bersiva  binpêkirina mafê jiyanê ya Fehmî Tosun dewlet berpirsyariya qebûl kiriye jî lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin.
“Em ê dev ji Galatasarayê bernedin”
Aylîn Tekîner di 26. salvegera windakirina Fehmî Tosun a binçavan de ev tişt got: “Bila dewlet erka xwe bi cih bîne û der barê aqûbeta Fehmî Tosun de tavilê lêkolîneke bi bandor bike, berpirsyarên sûc bên tespîtkirin û bên cezakirin. Em ê dest ji daxwaza edaletê ya ji bo Fehmî û hemû windayan bernedin. Em ê dev ji Galatasaraya ku cihê hevdîtina bi windahiyên me ne û ev 166 hefte ye li me qedexe ye, bernedin."