Xizmên Windayan: Recaî Aydin 27 sal in li kuderê ye?

Li Amedê Xizmên Windayan di hefteya 663’emîn de aqûbeta Recaî Aydin ê ku 27 sal in agahî jê nayê girtin pirsîn.

Amed–  Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan ji bo çarenûs û faîlên kesên ku di cînayetên kiryar nediyar de hatin qetilkirin û di bin çavan de hatin windakirin bipirsin di hefteya 663’emîn de çalakiya “Bila winda werin dîtin û kujer werin darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Di çalakiya ku Dayikên Aştiyê û xizmên windayan amade bûn de wêneyên kesên hatin qetilkirin û windakirin hatin hildan.
“Ji wê rojê şûnde careke din agahî jê nehat girtin” 
Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê parêzer Derya Yildirim diyar kir ku çalakiya xwe ya vê heftê de Recaî Aydin ê ku li ocaxa tenduristiyê wekî hekîm dixebitî, di 2’ê Tîrmeha 1994’an de li navçeya Çinara Amedê hat windakirin pêkanîn. Derya da zanîn ku otomobîla Recaî li ser rêya Farqînê, ku rêyek bêdeng e di roja hat revandin de ku ji mala xwe ya li Amedê biçe ciyê karê xwe bi awayê deriyê vekiri, hatiye dîtin. Derya Yildirim bilêv kir ku ji wê rojê şûnde careke din agahî ji Recaî nehat girtin.
“Hemû hewldan bê encam man”
Derya Yildirim pêvajoya piştî windakirina Recaî nirxand û wiha got: “Malbata wî serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê û hemû saziyên fermî da û hewl dide derbarê aqûbeta Recaî Aydin de agahiyê bigire. Lê belê hemû hewldan bê encam in û ji vê rojê şûn de tu agahî ji Recaî Aydin nayê wergirtin. Di 17'ê Tebaxa 1994'an de li ser banga Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, li gelek deverên cîhanê, ji Serokwezîra wê demê Tansu Çîller û Wezîrê Dadê Mehmet Mongoltay re nameya ‘Çi hat serê Dr. Recaî Aydin’ hatin şandin. Lê belê dîsa jî hemû hewldan bê encam man. Di sala 2005'an de kujerê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li xwe mikur hat ku ‘Di nava kesên ji aliyê JÎTEM'ê ve hatine înfazkirin Recaî Aydin jî heye.” 
Derya Yildirim a ku dibejê, "27 sal in aqubeta Recaî nehatiye ronîkirin û ew ji bo wî edaletê dixwazin”, anî ziman ku ew ê çalakiyên xwe yên ji bo kuştinên kiryar nediyar a ji sala 2009'an û vir ve berdewam dikin, bidomînin..  
Piştî daxuyaniyê çalakiya deqeyek rûniştinê hate lidarxistin û bi çepikan bi dawî bû.