“Despêkê bi pehînan zaroka şeşmehî di zigê Neimet de kuştin paşê jî ew bi xwe”

Ji xizmên jina ducanî Neimet Behcet Şêxo ya rojên derbasbûyî li Efrînê hatî qetikirin E,M, behsa buyera qetilkirna Neimet a ji hêla dewleta tirk ya dagirker û çeteyên wê ve kir û eşker kir ku ji bilî revandin û talanê, niha bi derziyên jehrê sivîlan di nexweşxaneyan de qetil dikin.

SARA ŞÊX HESEN 
Heleb- Kiryarên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî bê navber didomin û herî zêde jin tên hedef girtin. Rojek bêyî qewmandina bûyerên hovane derbas nabe. Di navbera du mehan de, nêzî 291 kes ji aliyê çeteyên dewleta tirk a dagirker ve li Efrînê hatin revandin. Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê diyar kir ku piştî teqîna 11'ê Cotmehê li Çerxerêya Kawa pêk hat, jina ducanî Neimet Behcet Şêxo ya 32 salî ku ji gundê Qupê yê navçeya Reco ya girêdayî Efrîna bakur û rojhilatê Sûriyê- Rojava ye, ji hêla çeteyên dewleta tirk ve bi hinceta ku ew jî hatiye xwe biteqîne hate qetil kirin. Têkildarî mijarê yek ji xizmên Neimet ku nexwest nasnameya wê were eşkere kirin E,M di derbarê rastiya buyerê de ji ajansa me re axivî.
"Bi pehînan despêkê zaroka şeş mehî di zigê wê de kuştin"
E,M bi vî awayî behsa buyerê kir: "Di eynî roja ku teqîn li Çerxerêya Kawa pêk hat de Neimet diçû nexweşxaneyê da ku li rewşa xweya tenduristî û zaroka di zikê xwe de meyze bike. Neimet bi hevjînê xwe re ji gundê xwe derket û berê xwe dan nexweşxaneya Qmber a navenda bajarê Efrînê. Dema gihiştin navenda bajêr teqîn pêk hat, lê wan riya xwe berdewam kir û ber bi nexweşxaneyê ve çûn. Dema gihştin nexweşxaneyê, çeteyan piştî dîtina zikê wê jê re gotin tu hatiye da xwe biteqîne. Neimet çiqas hewl da ji wan re şîrove bike ku nehatiye xwe bitqîne, zikê wê mezin e ji ber ku ew ducanî ye, lê jê bawer nekirin. Bêyî ku wê bibin gel bijîjkan û tekez bikin ku ducanî ye, bi awayekî hovane ew derxistin derveyî nexweşxaneyê, bi şiqaman li ser rûyê wê xistin. Paşê jî li ser zikê wê ketin pehînan û zaroka di zikê wê de qetil kirin. Dema hejînê wê Xelîl Neisan ê 36 salî hewl da ku hevjîna xwe ji destê wan xelas bike, ew jî rastî lêdanê hat. Her wiha bi wan re du mirovên wan hebûn, ew jî dema ketin navbera wan de da ku wan xelaskin, çeteyan bi awayekî tund êrîşî wan jî kirin. Di encam de jina ducanî Neimet ku piştî zewca 4 salan ducanî bibû û di heyva şeşan de bû hat qetil kirin. Nehêlan Neimet ne bi jiyana xwe û ne jî bi hatina zaroka xwe şa bibe. Hevjînê wê jî ji ber lêdana çeteyan û êşa hevjîn û zaroka xwe, êdî nema dikare rabe ser xwe û rewşa wî pir xerabe." 
"Bi derziyên jehrê sivîl di nexweşxaneyan de qetildikin"
E,M eşkere kir ku dewleta tirk û çeteyên wê ji bilî talan û qetilkirinê, niha di nexweşxaneyan de derziyê jehriyê li sivîlan didin da ku wan qetil bikin û wiha domand: "Her roj em bûyer û kiryarên hovane ku di hundirê Efrînê de pêk tên û mirovên me bi xwe di van buyeran de derbas dibin, dibihîsin. Efrîna me erda aştiyê niha bû ye gola xwînê û cihê ku divê mirov lê were dermankirin niha mirov lê tên qetil kirin. Bi rastî ev yek dihêle ku mirov matmayî bimîne. Ew jî têrnake lebatên laşê nexweşan derdixin û difroşin, paşê ji malbatên wan re dibêjin ku ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane û nahêlin malbat cenazeyên xwe jî bibînin. Li hember hemû kiryarên hovan e ku li ser miletê me tê meşandin, bêdengiyek heye."
"Bese ji bêdengiyê re Efrîn qir dibe"
E,M bi van gotinan dawî li axavtina xwe anî: "Ez dixwazim hemû cîhan dengê min bibhîse û zanibe çi li Efrîn diqewime. Her wiha dixwazim ku her kes ji bo gelê Efrînê rabin ser piyan û bê deng nemînin. Ma vê jina ducanî çi sûc kirbû ku bi vî rengê hovane hate qetilkirin. Gel westiya, êdî bese ji vê hovetiyê re. Êdî bese ji bê dengiyê re, gel heyanî qirikê di zilmê de fetisiye. Ez dixwazim hezkirin di nav gelan de were çêkirin. Ez dixwazim vegerim Efrînê, lê bi vî awayî veger çênabe. Ez rojê sed carî dimrim ji ber dûrî Efrînê me. Divê em gelê kurd hemû bibin yek da ku em axa xwe ji bin destê xwînmijên kurdan derxînin. Dîsa dibêjim bese ji bêdengiyê re Efrîn qir dibe."