Noha Helles ji bo ku jiyana nû ava bike di kîmyayê de afrîneriyê dike

Gelek xelat û gelek sernav encama hewldana mamoste Noha Helles û keda 14 salan bûn. Wê ji madeya kîmyewî jiyana din afirand da ku ew û xwendekarên xwe jiyana nû ya ku pêkan e bi hemû detayên wê re bijîn.

 
REFÎF ÎSLÎM 
Xeza- Karê Noha Helles ku di sala 2021'ê de sernavê mamosteyên cîhanî girt, wekî mamosteyek kîmyayê li dibistanek giştî li Xezayê, dawî li xwesteka wê neanî. Wê kîmyayê ji mijarek zanistî ya statîkî veguherand qadeke afrîneriyê ji bo ku xwendekar jêhatîbûnên xwe yên cihêreng nîşan bidin. 
Noha Helles dibêje ku dema wê dest bi mamostehiyê kir, nedixwest bibe wekî mamosteyên din ên ku dersê şîrove dikin û bi pejirandina metodên kevneşopî hin mînakan didin û piştre pol bi bêzarî û hêrsa xwendekaran bi dawî dibe û wiha got: "Roleke baş a kîmyayê di guhertina rêbaza xwendinê de heye, ji ber ku sepandina hevkêşeyên kîmyayî û dîtina encamên wan xweş e, nemaze dema ku rengê madeyê diguhere yan hin bizrik derdikevin, bi şertê ku ewlehiya keçan were parastin."
Noha Helles, du awayên şîrovekirinê bi kar tîne, laboratûara dibistanê ya ku ji hêla Wezareta Perwerdeyê ve bi jêhatîbûnên hêsan hatiye peydakirin û bernameya simulasyona dîjîtal "laboratûara virtual" ji bo pêkanîna hevkêşeyên ku dibe bibin sedema tu xeteriyê. Teknolojiya dîjîtal gelek dem, hewl û lêçûn xilas kiriye, ji ber vê yekê ev bername hevsengiyan wekî ku kesek dike nîşan dide, lewma divê hemû mamosteyên li çar aliyên cîhanê ji avantajên wê sûdê bigirin. 
Giredana perwerde û hunerê dît
Ceribandinên domdar Noha Helles dihişt ku perwerde û hunerê bi hev ve girêbide. Li ser vê yekê got  ku wê xwendekarên xwe fêrî xêzkirina li ser porcelen bi materyalên cihêreng kiriye û hem jî fêrî cawanan kir ku tabloyên hunerî li ser kincan çêbikin, di heman demê de wê hişt ew bizanibin malzemeyên ku di xemilandina xwarinê de tên destûrkirin çi ne. 
Porcelen madeyek seramîk e ku ji madeyên germkirinê di navbera pileya 1200-1400 î de tê çêkirin. Hêz û zelaliya porselenê li gorî celebên din ên qeşikê ji birûskê û çêbûna mulîta mîneralê di hundurê laş de di germahiyên bilind de derdikeve.
Pêşangehek mezin vekir
Van hewldanan alîkariya Noha Helles kir ku pêşangehek mezin li dibistana xwe veke da ku bi riya wê re hemû hilberînên wekî sabûn, şampûana por, hin kremên bi av û malzemeyên paqijkirina malê, nîşan bide. Wê bal kişand ku di xebatan de dê û bavan tev li temaşevanan kiriye da ku di dema hilberînan de li  keçên xwe temaşe bikin. 
Dibe ku ev destkeftî ji bo her mamosteyek ku meaşek kêm distîne têrker be lê Noha Helles bi wî rengî nafikire. Ew diyar dike ku wê  hin malzemeyên xav bi lêçûnên xwe yên taybet dikirî her wiha di her demê de bi xwendekaran re bi riya malperên tora civakî diket têkiliyê da ku waneyên taybet bide wan. 
Li ser kîmyayê 15 pêngavên perwerdeyê 
Bi dirûşma "Na ji qaliban re, Erê ji nûjeniyê re", Noha Helles 15 pêngavên perwerdeyê yên bi kîmyayê re têkildar bi cih kir. Ya herî girîng pêngava "Karnavala Kîmyayê" bû ku sê parêzgehên bakur û rojhilatê Xezayê girt nav xwe. Pêngava "Kîmyaya Bêsînor", bi hevkariya bajarê EL-Xelîl li bankeriaya rojava, bi taybetî dibistana Dora, hat kirin û pêngava  "Tenduristiya Min Jiyana Min e", digel pêngavên hawirdorê yên bi paqijiya dibistanê re têkildar in û yên din armanc  dikin ku bermahiyên daran veguherînin komirê.  Noha Helles da zanîn ku ev pêngav di nav çalakiyên herî berbiçav ên ku di heyama dawîn de hatine pêkanîn de ne û bikaranîna bernameya Zoomê ji bo girêdana di nav keçan de pir bi sûd bûye. 
Noha Helles got: “Ji ber ku Xeza bajarekî li peravê ye, li perava deryayê dinihêre, min rojekê, wekî henek, ji xwendekarên xwe re got ku ezmûna din dê li peravê be da ku ew teşwîq bibin û razîbûnê ji malbata xwe bigrin. Bi rastî jî min ew birin ber deryayê, wan mûyên deryayê berhev kirin, jê sûd girtin û tabloyên bedew çêkirin.”
Der barê pirsa gelo her gav tişt bi vî rengî dimeşin¬ de, Noha Helles anî ziman ku ew bi gelemperî bi gelek tengasiyan re rû bi rû dimîne, di nav de kêmbûna demê jî heye ji ber ku dema xwendinê ji 15 deqîqeyan derbas nake û li hemberî wê yekê hejmara xwendekarên jin hema bêje ji 35 xwendekaran zêdetir e di her polê de. Wê got ku ew hewl dide vê pirsgirêkê bi riya dersên pêvek çareser bike. Jixwe vê pergalê alîkarî da 25 xwendekarên wê ku pileya ji sedî 100 bi dest xistin lê yên din pileyên pir baş û hinek jî yên baş girtin. Yanî di encamê de tu xwendekar bi bin neketin.
Bi keda xwe gelek xelat bi dest xist  
Serkeftina ku Noha Helles bi dest xist dengvedanek mezin bû, hişt ku ew gelek sernav û xelat werbigire û ji hêla Sekreteriya Giştî ya Encûmena Wezîran ve li Xezayê di sala 2020'an de were xelatkirin. Di heman demê de sernavê Mamosteya Cîhanî û Jina Filistînî ji bo sala 2021'ê bi dest xist. Medalya Xanima Cîhana Ereb ji Misrê, Jina Afirîner ji Hindistanê, Sefîra  Perwerdeyê ji Pakistanê û Sefîra Niyetên Paqij. Ev hemû jî di gel beşdariya wê di hejmarek konferans û pêşangehên herêmî û navneteweyî de bûn mîna Pêşangeha Navneteweyî ya Filstînê.
Tişta ku Noha Helles gihîştiyê vedigerîne rêbaza ku wê bi xwendekarên xwe re girtiye, dûrî metodên rojane yên hînkirinê. Ew her gav pirsgirêkên wan ên jiyanî û akademîk dibihîze û hewl dide çareser bike. Bi hêviya ku hemû mamoste bi danasîna amûrên fêrbûna aktîf riya wê bişopînin û her wiha hêvî dike ku rojekê dibistanek wê hebe û rêveberiya wê bike.