Denîz Gulunay 29 salin li aqubeta bavê xwe dipirse

Dayikên Şemiyê li kujerên Hasan Gulunay ê 20’ê Tîrmeha sala 1992’an li Stenbolê hatibû binçavkirin û windakirin pirsîn.

 
Navenda Nûçeyan - Dayikên Şemiyê di hefteya 852’yemîn de jî ji ber şewba koronayê bi rêya online çalakiya xwe li dar dixin û li aqubeta windayan pirsîn. Vê hefteyê aqubeta Hasan Gulunay ê di 20’ê tîrmeha 1992’yan de li Stenbolê hat binçavkirin û windakirin pirsîn û xwestin kujerên wî bên darezandin. 
Keça Hasan Gulunay, Denîz Gulunay axivî û da zanîn ku bavê wê ji ber fikrên xwe yên şoreşger dewletê wî kiribû hedef û 29 sal in serî li hemû saziyên dewletê dane lê di her serlêdanê de dewletê ji wan re gotiye ‘Hasan Gulunay nehatiye binçavkirin.’ Denîz da zanîn ku tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ku gotiye lêpirsînek bi bandor nehatiye birêvebirin jî lê bi ‘demboriyê’ re ser dosyeyê girtine. Denîz destnîşan kir ku tevî hemû astengî û qedexeyan jî wê dest ji doza rastiya Tirkiyê ya windayan bernedin û heta faîl werin darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
Parêzer Hulya Dinçer jî derbarê dosyeya lêpirsînê de agahî da û tevî Dadgeha Destûrî biryara binpêkirinê daye jî dosye ji ber demborînê nehatiye vekirin. Hulya bilêv kir ku di revandina bi darê zorê de nabe ku demborîn bibe. 
Xizma windayan Ayşe Gulen Eyî metna daxuyaniyê ya vê hefteyê xwend û destnîşan kir ku tevî malbatê serî li dozgeriyê û miduriyeta polîsan daye jî lê ji wan re hatiye gotin ku Hasan Gulunay ne di binçavan de ye. Ayşe da zanîn ku dewletê di şexsê malbata Gulunay de ji Dayikên Şemiyê re gotiye “ji bo we edalet nîne.”