Xizmên Windayan di hefteya 650’an de li aqubeta zarokên xwe pirsîn

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan li aqûbeta Îhsan Haran ê 27 sal berê ji aliyê JÎTEM’ê ve hat revandin û windakirin pirsîn.

 
Amed - Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kiryar werin darizandin” di hefteya 650’emîn de çalakiya heftane li dar xistin. Ji ber şewba koronayê bi rêya online çalakî hat lidarxistin. Vê hefteyê li aqûbeta Îhsan Haran ê di 25’ê kanûna 1994’an de li navçeya Yenîşehîra Amedê ji aliyê kesên bêtêl di destê wan de hat revandin û carek din agahî jê nehat wergirtin pirsîn. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Amedê Sedat Gorduk çîroka windakirina Îhsan Haran xwend. 
Îhsan di sala 1994’an de ji gundê Huseynik ê bi ser navçeya Licê ya Amedê ve dima ji ber leşkeran bi ser gund de girt û şewitand, hatiye li Amedê bi cih bû û di heman salê de li  Semta Çîftkapi ji aliyê polîsên bêtêl di destê wan de bû hatiye revandin. Ji bo Îhsan lêpirsîn hatiye destpêkirin û ji ber tu encam jê derneketiye malbatê bi rêya ÎHD’ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daye û ji bo windakirina Îhsan Tirkiye hatiye mehkûmkirin û biryar daye ku Tirkiye tazmînatê ji bo malbatê razîne. 
Li gel îtîrafkarê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan di sala 2009’an de tevî ku ji bo kirinên li bajarên herêmê li xwe mikûr hatiye jî û derbarê windakirina Îhsan de agahî dane jî lê dîsa tu agahî jê nehatiye wergirtin û piştî vê lixwemikûrhatina Abdulkadîr Aygan malbata Îhsan gilî kiriye jî lê ev gilîkirin bêencam maye û hêj tu agahî ji Îhsan Haran nehatiye girtin.