Abeer Al-Monastiri: Jinên Ereb di warê lêkolînên zanistî de dilnizm in

Lêkolînera Tûnisî ya biyoteknolojiya bijîjkî Abeer Monastiri, piştî ku gelek serkeftin bi dest xistin wekî yekem jina ji Tûnisê û Ereb, ji hêla Hevbendiya Ewropî ve hat hilbijartin da ku vîrusa koronayê teşxîs bike. Ew weke yekem jina Tûnisê û Ereb e ku di teşxîskirina koronayê de hatiye hilbijartin.

ZİHÛR EL-MEŞRİQÎ
Tûnis- Abeer Monastir ji parêzgeha Monastirê li peravê Tûnisî ye, dikaribû kariyera xwe ya zanistî li Barcelonayê vejîne û navê xwe li cîhanê bi navgîniya ezmûnên herî girîng di kariyera xwe ya profesyonel û zanistî de belav bike. Ji ber ku ramana lêkolîna zanistî zeviyeke dijwar e ku dema dirêj û diravê zêde hewce dike, lê baweriya wê ya bi serkeftin û serfiraziyê xurtir bû.
Doktor Abeer Al-Monastiri di hevpeyvînekê de ji ajansa me re serpêhatiya xwe ya bi koalîsyonê re û der barê lêkolînên zanistî yên welatên Ereb de axivî.
Birêz Abeer Monastiri tu dikarî xwe bidî nasîn û ji me re qala kariyera xwe ya  akademîk û zanistî bikî?
Ez di sala 1986'an de li bajarê Sousse ji dayik bûme, min di sala 2005'an de di zanistên ceribandinê de bawernameya bekaloryosê bi dest xist, çûm Beşa Biyoteknolojiya Bijîşkî. Li wir min di sala 2009'an de destûra betlaneyê ya salekê stend, dûre jî di sala 2012'an de min şehadeya macistêr bi dest xist û di 2018'an de jî şehadeya doktoraya zanistên biyolojîkî û biyoteknolojî di dest xist. Ez niha li Zanîngeha Barcelonayê lêkolînera post-doktorayê me ji sala 2018'an heya niha didomînim. Ez endama koalîsyona Ewropayê CONVAT’ê bûm. Ev koalîsyona lêkolîneran ji Fransa, Îtalya û Îspanyayê tîne ba hev ji ber ku van welatan ziyana herî zêde ji vîrusa koronayê kovîd 19 dîtine.
Her wiha ji Adara 2020'an ve Abeer Monastiri weke yekem jina Ereb a ji Tûnisê, di nav vê hevpeymanê de hatiye hilbijartin.
Hûn beşdarî Hevbendiya Ewropayê bûn da ku vîrusa koronayê ya ku belav bûye teşxîs bikin. Hûn dikarin ji me re behsa vê tecrubeyên xwe bikin?
Ez şanaz im ku yekem lêkolînera Tûnisê ya ciwan im derbasî başûrê Deryaya Navîn bûme da ku bibe beşek ji hevalbendiyek Ewropayê ku tenê di karê xwe de ji jêhatîbûnê bawer dike.
Ji bo ku xebata laboratuar (Mexberî) û lêkolîna min a li Zanîngeha Barcelona bişopînin ez di nav vê hevalbendiyê de bûm ku amûrek li ser bingeha nanoteknolojî bi pêş bixim da ku vîrusa coronayê di bin 30 hûrdeman de bibîne. Armanca min ew e ku ez vê cîhazê (amûr) ji welatê ku beşdarî damezrandina min bûn, ez anîm vê pileyê, ji bo Tûnisê veqetînim û diyarî bikim.
We der barê belavbûna vîrusê (Covid-19) û mutasyonên wê de gelek rewş dîtin. Îro nirxandina we ji bo rewşa tenduristiyê li Tûnisê çi ye û meriv çawa dikare ji xendeka mirinê ya ku rojane her kesê dişopîne derkeve?
Mixabin Tûnis di dîroka xwe ya nûjen de serdemên herî xirab dijî. Ji ber ku vîrus bi rengekî pir zêde belav bûye ev jî ji encama gelek faktoran e di nav de tiştê ku hemwelatî bû sedem çêbike. Wekî nebûna hesta berpirsyariya wî û nebûna hişmendiyê ji cidiyeta rewşê û bêparkirina wî ji quralên ewlehiyê. Her wiha beşa herî mezin jî ew e ku dewlet bi devjêberdana ji rola xwe ya bingehîn a parastina hemwelatiyê û kirina wî yek ji berjewendiya wî di lênihêrîna tenduristiyê de ji hêla dewletê ve tê hilgirtin. Ez difikirim ku pêşîniya yekem niha bikaranîna hemû karînên darayî ye û di dawiyê de rizgariya me di aşîkirina ji sedî herî mezin a mirovên Tûnisî de dimîne.
Çi bû sedem ku hûn li deriyên lêkolînên zanistî bixin û hûn bi çi zehmetiyan re rû bi rû mane?
Belavbûna nexweşiya oktamya (nexweşiya çavan) di navbera sala 2003'an û 2004'an de li Tûnisê teşwîqek mezin bû ji bo ku pêdivî heye di pêşerojê de ji bo rizgarkirina mirovan bibe alîkar û ev bû sedem ku ez li eniyên pêş cih bigrim da ku nexweşî û êşên mirovahiyê tehdît dikin ji holê rabin. Ji ber vê yekê min rêgezek zanistî ya ku navenda wê lêkolîna zanistî ye û ji mirovahiyê re xizmetê dike hilbijart lê em bi gelek zehmetiyan re rû birû man. Ya yekem û ya herî girîng jî kêmbûna alavên guncan û nebûna taqîgehên (mexber) lêkolînên zanistî yên ku lênihêrîna hewce tê dayîn lê perwerdeya Tûnisî û şehadeyên zanistî li derveyî welat bi wan tê bawerkirin û pasaportek dide lêkolînerê ciwan ê Tûnisê ku biçe Ewropa û Amerîkayê,
lêkolîna xwe biqedînin û ji zanist û zanîna xwe sûdê werbigirin.
Dibe ku hûn jî mîna hemû jinên Tûnisê, bi tirs rêjeya bilindbûna şîdeta li dijî jinan dişopand di destpêka belavbûna vîrusa koronayê de. Tevî qanûnên heyî yên li dijî vê diyardeyê jî komeleyên femînîst ev yek bi navê qirkirina femînîst a jinên Tûnisê pênase kirin. Bi nêrîna we, kêmasî di ku derê de hene û çima qanûn di têkoşîna li dijî belaya xeternak a ku bû sedema perçebûna malbatan de kêm dimînin?
Tevî pêşketina pergala qanûndanînê û hebûna gelek qanûnên pêşeng ku li gelek welatan ji jinan re peyda nabe jî sepandina wan ji ber sedema sereke ya ku civaka rojhilat bi gelemperî civakek baviksalarî ye. Kesên ku der barê qanûnê de kar dikin zilam in, bi xwezayî piştevaniya cinsê xwe dikin, ji bo ku di nava civakê de rola jinan kêm bibe ev yek dihêle ku jin bi hêsanî rastî êrîşên devkî û fizîkî were. Her wiha tevî hebûna wezareteke ku bi jin û malbatê re mejûl dibe kô mixabin me tu serkeftina vê wezaretê nedîtiye.
Hûn karê lêkolînerên  jin çawa dinirxînin?
Mixabin, helwesta jinên Ereb di warê lêkolînên zanistî de hîn jî nerm û dilnizm e. Her çendî lêkolînan îsbat kiriye ku jin di warê kalîteya encam û biriqîna di ezmûna lîsansê de li pêş in. Ji aliyek din ve lêkolîna zanistî pêdivî bi çend qurbanan dibîne ku jina Ereb ji ber cewherê xebata xwe û rola xwe ya di nav malbatê de nikaribûye pêk bîne. Lêkolîna zanistî bi demek diyarkirî ve ne girêdayî ye û tevgerek domdar hewce dike ku beşdarî semîner û forumên zanistî bibe.
Di encama vîrusa coronayê û şîdeta ku di nava civakê de çêdibe û di serî de jinan dike hedef, bandorên psîkolojîk ên li ser malbata Tûnisê û bi taybetî jî li ser jinên Tûnisî çi ne?
Ev şîdet dibe sedema  belavbûn û  jihevketina malbatê, ji ber ku jin di hin xalan de neçar dimînin, ji ber şîdetê birevin. Ji bo ku jiyana xwe biparêzin û ji zarokên xwe veneqetin. Zilamek ku quralên qedexekirina tevgerên ne di cih de pêk bîne, tê vê wateyê ku nikare pêdiviyên malbata xwe bi cih bîne. 
 Gotinek dawî û peyamek we ji bo keçên Tûnisê heye? 
Tekoşîn, berdewamî û israra domdar di riya serkeftinê de rêbaza yekem e ku mirovê digihîjîne asta jorê û keç û jinên Tûnisê hemû derfetên wan hene ji bo vê yekê