Şîne Elî: Yek ji sedemê zêdebûna tundutujiyê lewaziya rola dadgehê ye

Mamosta û çalakvana mafê jinan Şana Elî sedemê zêdebûna tundîtujî û kuştina jinan weke lewaziya rolê dadgehê bi nav dike.

Mamosta û çalakvana mafê jinan şîne Elî sedemê zêdebûna tundîtujî û kuştina jinan weke lewaziya rolê dadgehê bi nav dike.
Silêmanî – Li gelek deverên cîhanê her diçe şideta ser jinan zêde dibe, heta digihe astek wisan bi kuştin û xwe kuştinan bi dawî dibe. Qeyîranên siyasî û aborî rê li pêşiya karesatên wiha vedikin û hîn zêdetir şidetê zêde dike. Ev rewşî li Başûrê Kurdistanê jî bi heman şêweyî ye, her diçe bi zêdebûna şidetê re kuştin û xwekuştinên jinan jî zêde dibin. Niha jî mijara me ji nava Herêma Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyê û derdora wê ye. Mamosta û çalakvana mafê jinan Şîne  Elî bal kişand li ser tundîtujiya ku li beramberî jinan tê kirin û da zanîn ku gelek cûrên wê hene, yan jinan di kujin yan jî jin bi xwe neçar dibe hewla xwe kuştinê didin. Şîne  vê yêkê bi sedemên lewazbûna perwerdê ve girê dide û di heman demê de destnîşan dike ku dadgeh jî ya dikeve ser milê wan bi cîh nayîne.
 “Divê rêz li mafê jinê were girtin”
Şîne Elî yek ji sedemê tundiyê weke nebûna perwerdeya malbatan ku cudahiyê dixin di navbera zarokên keç û xort ya din jî sedema kevneşopiyên civakiye û wiha domand: “Li gorî nêrîna kevneperest divê jin di nava malê de bimînin, zarokan xwedî bikin û karê malê bikin. Bila civak vêna baş bizane ku çawa erkê jinê heye bi heman awayî xwedî mafe jî, divê rêz li mafê jinê were girtin û tunditujî li beramber jinê neyê kirin. Di dema ku parlemen yasa derdixin, divê ji aliyê hikumetê ve were bicihkirin û carek din parlemen lê meyze bike ku ev yasaya derxistine tê bicih kirin an ne. Divê ev makenîzme li herêmê were bicih kirin. Niha li parlemenê yasa derdixin lê belê nayê bicihkirin û li ber wê jî nayê gerandin. Di vê derê de pilanê ne pilanek cihgire, ne pilanek wisane ku xelk bikarin pişta xwe bidinê.”
Şîne Elî da zanîn ku dadgeh kuştina jina di pejirine û wiha dom kir: “Li dadgehan dosyayên kuştinên jinan tên qepatkirin û kuştinên jinan tên pejirandin ev kuştinan bi navê namusê yan jî bi hîle ji destçûna vale van dosyan li hev kom dikin û qepat dikin. Gelek dosya hene hatine guhertin di hinek xeletiyan de wisa lê hatiye ku jin bi xwe buye xwekuj û mêr ji vê rizgar bûye. Hinek caran jî ger bikuj were girtin, piştî çend salekê bi efuyek giştî tê rizgarkirin. Eve jî ji tewanek din re tê amadekirin.  Di navbera parleman û Hikumetê Herêma Kurdistanê de hemahengiyek nîne. Di heman demê de sarbûn di nava hikumet, hemwelatî û rêxistinan de heye. Piraniya rêxistinan hîzbîne, yên ku serbixwene jî nikarin karekê bikin. Karê rêxistinan bûye xwendina daxuyaniyan li ber derê dadgehê. Di heman demê de rêxistin bêyî yasa mafê wan nîne şikayet bikin. Pêwîste hevdengiyek li beramberî tundîtujiya li beramberî jinan hebe û divê piştgiriyek berçav ji jinan re hebe. Ger hevdengiyek hebûya hêza jinê wê ber bi pêşve biçuya û keysên din jî wê zindî bûye wisan lê dihat ku civak ji wê bi kariba ew kesên ku hene ji bo mafê xwe wê dengê xwe derbixistan. Heta ew kesên ku bixwazin tewanekê bikin wê bi tirsaban ji ber wê bizaniban ger ew kese bibe qurban gilî nekiriba wê rêxistinan giliyê wî kiriban.”