"Herdu bûyerên li Hesekê ne layîqî şoreşa 19`ê Tîrmehê ne"

Berdevka Rêxistina Kongreya Star a herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mizgîn Xelîl, bûyerên qetilkirina zarokên li Hesekê nirxand. Mizgînê got ku bûyerên di wê astê de ne layîqî şoreşa 19`ê Tîrmehê ne û divê êdî hişmendiya ku jinan weke (namûs) pênase dike, têk biçe.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Di vê mehê de zaroka bi navê Îda El-Hemûdî ya 13 salî ji aliyê bira û lawê apê xwe ve li xaniyekî xirabe li taxa El-Zihûr a xiwêranê ya girêdayî Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat qetilkirin. Ev bûyer bi dîmen hatibû kişandin û li ser medyaya civakî hat belavkirin. Li hemberî şêwaz û qetilkirina Îda ku bi werîs hatibû girêdan, bira û kurapê wê weke guran li dora wê kom bûbûn û digotin guleyeke din bavêjin, bertekên tund li ser asta Kurdistanê û Rojhilata Navîn derketin. Her wiha gelek sazî, rêxistin û dezgehan daxwaza darizandina kujeran kirin. Piştî wê di heman hefteyê de û li kantona Hesekê, zaroka bi navê Aya Mihemed a 16 salî ji aliyê kurapê xwe ve beriya salekê hatibû tecawizkirin. Bavê wê ew nêzî salek û nîv di malê de dîl girtibû. Ji ber ku cezayê 30 salî razana di girtîgehê de li kurapê wê hat birîn, bavê Aya ew di bin navê ku zaroka wî sedema darizandina kurapê wê ye, bi  xeniqandinê qetil kir. Berdevka Koordînasyona Kongreya Star a Herêmê Firatê Mizgîn Xelîl, herdû bûyer nirxand.
"Li şûna rêbazên rast, qetilkirinê hildibijêrin"
Mizgînê di destpêkê de bûyer nirxand û got: "Bûyerên ku li Kantona Hesekê çêbûn, asta hovîtiyê derbas kirin. Herdu zarok ji aliyê bav, bira û malbata xwe ve di bin navê (şeref-namûs) de hatin qetilkirin. Ji bo rêxistinên jinan, rûdana bûyerên bi vî rengî di demeke ku bi dehan sazî û dezgehên bi mijarên jin re têkildarin hene, bi êş e. Mixabin li şûna ku gelê me rê û rêbazên rast bi kar bînin û serdana saziyên edaleta civakî bikin, qetilkirinê hildibjêrin."
"Jin kirine (namûs)"
Mizgînê bal kişand ser hişmendiya ku tenê jinan ceza dike û got: "Me weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qonaxeke girîng derbas kir û em hîna di nava şoreşê de ne, ji lewre em baş dizanin ku bi qetilkirin, xwekuştin û tundiyê pirsgirêk çareser nabin. Hîna di nava malbat û êlan de jin weke (namûs) tê pênasekirin, ji ber vê li gorî hişmendiya wan a paşverû û zayendperest heger jinan qetil bikin dê (namûsa) wan paqij bibe. Her wiha dema ku kêmasiyek çêdibe, tenê hesab ji jinan dixwazin. Yek ji bûyerên ku li Hesekê çêbûye, zarok ji aliyê lawê apê xwe ve hatiye tecawizkirin. Li şûna ku bavê keçikê hesab ji lawik bixwaze, zaroka xwe qetil dike."
"Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji jinên cîhanê re bûne pêşeng"
Mizgînê di domandina axaftina xwe de bi van gotina behsa destkeftin û bandora têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li cîhanê kir: "Têkoşîna ku jinên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyayê nîşan dan, ji tevahî jinên cîhanê re bûye nimûne û modela azadî, têkoşîn û serkeftinê. Jinên gelek welatên Rojhilata Navîn û cîhanê xwe li ser bingeha şoreşa Rojavayê Kurdistanê birêxistin dikin. Li ser vê bingehê em weke rêxistina jinan ev kiryar û bûyer weke şerekî taybet ku di destpêkê de jinan hedef digre, dinirxînin. Jinan gelek destkeftiyên berbiçav bi dest xistin, di asta herî jor de bûn xwedî vîn, rol û hebûn. Ji bo ku hişmendiya serdest û zayendperest destkeftiyên jinan têk bibe, hewl dide ku careke din jinan weke (namûsa) mêran bi nav bike. Em dibêjin ku jin ne (namûsa) tu kesî ye divê jin û mêr bi hev re li dijî vê hişmendiyê şer bikin û têbikoşin."
"Em ê şoreşa xwe ji tevahî cureyên êrîşan biparêzin"
 Berdevka Kongreya Star Mizgîn Xelîl  banga xwedîderketina li şoreşa 19`ê Tîrmehê kir û wiha bi dawî kir: "Em van rojan rastî salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê tên. Ev şoreş li ser bingeha bîrdozî ji bo azadî, wekhevî, demokrasî, tevahî gelan û mirovahiyê ye. Her wiha alternatîfa pergalên desthilatdar, sermayedar û serdest ku bi salan e mirovahiyê li gorî berjewendiyên xwe bi rê ve dibin. Em rastî 9’emîn salvegera şoreşê tên, em heta vê kêliyê jî di nava şoreşê de ne, ji ber ku rojane êrîş û gef li ser me hene. Çawa ku di dîrokê de gelek şoreş hatin binxistin, dijminê me jî dixwaze şoreşa me vala derxe û têk bibe. Ji ber vê ji me tê xwestin ku em bi hev re li dora vê şoreşê bibin xelek û biparêzin. Em hemû jî rola xwe di avakirina civakeke polîtîk, exlaqî, demokratîk û azad dilîzin. Bûyerên bi wî rengî jî ne layîqî şoreşa me ne divê hemû malbatên me şoreş û xeta Rêber Apo bingeh bigrin û nekevin kêmasiyan."