Cîhan Amir: Qutkirina ava Elok dibe sedema nexweşiyan

Endama Rêvberiya Heyva Sor a Kurd a Kampa Waşûkanî Cîhan Amir diyar kir ku ji dema qutkirina ava Elok li ser bajarê Hesekê ji hêla dewleta tirk a dagirker ve, rojane zêdetirî 25 rewşên jehirbûn û navçûnê ji ber vexwerina ava qirêj serdana Heyva Sor a Kurd dikin.

RONÎDA HACΠ
Hesekê- Ji 12'yê Nîsanê ve dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê ava stasyona Elok a li Serêkaniya dagirkirî li ser şêniyên Hesekê û gundewarên wê qut kirine. Stasyona Elok ji 30 bîr û 8 pompeyan pêk tê. Lê bi fermana dewleta tirk  pompeyek û 3 bîr tenê dixebitin. Ev bîrên ku dane xebitandin têra şêniyên Hesekê nake her 15 rojan av tê taxekê ew jî kêm tê. Ji ber kêmbûna avê, şênî neçar dimînin ku ava vexwarinê ji bîran bi riya sehrîcan bikrin. Lewre her kes ji neçarî dikire û ava ku tê firotin cîdera wê jî nayê naskirin. Lewre şêniyên Kampa Waşûkanî ya girêdayî Kantona Hesekê – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di nav de herî zêde zarok bi jehr û navçûnê dikevin. Têkildarî vê mijarê Endama Rêveberiya Heyva Sor a Kurd a Kampa Waşûkanî Cîhan Amir got ku piştî qutkirina avê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve, gelek nexweşên ku hatin Heyva Sor a Kurd a kampa Waşûkanî bi jehrbûn, navçûnê û hesasiyetê ketine. 
"Koçber ji ber bêavbûnê bi jehrê dikevin"
Cîhan diyar kir ku di rojê de hejmarek mezin ji kesên bi jehrî û navçûnê ketine tên Heyva Sor, piraniya wan jî zarok in sedema wê jî vexwarina ava ne paqij e û wiha pêl da axaftina xwe: "Beriya qutkirina avê tu nexweşiyên bi vî rengî dernediketin. Ev rewş ne tenê li kampê rû dide di heman demê de li tevahî Kantona Hesekê rû dide. Rewşa kampê xweser e ji ber koçber in û li kampan dijîn. Her wiha germahiya zêde wan bandor dike û ceyran nîn e. Dema av jî tune be rewş ber bi xeterbûnê ve diçe. Ev demên dawî gelek kes ji ber qirêjiya avê nexweş ketin. Ava ku bi sehrican tê, piranî ji bo vexwarinê ye û ji ber ji ku derê tê nayê zanîn piranî kes pê bi jehrê ketin."
Rewşa jehrbûnê zêde ye
Cîhan bal kişad ser rewşên cuda yên ku berê xwe didin Heyva Sor a Kurd li kampa Waşûkanî û wiha pêde çû: "Ji bilî jehrbûnê, navçûn û nexweşiya hesasiyetê pir bi pêş ketiye. Di malbatekê de 5 zarok bi vê nexweşiyê ketine û sedema wê ji nepaqijbûnê ye. Ev hemû jî pirsgirêka avê ye. Ger av nebe paqijî jî zehmet e. Her wiha ev çend rewşên cuda yên mîna mar, dûbişk û cerdûn heye ku bi koçberan ve didin. Em weke Heyva Sor a Kurd hemû derfetên xwe dixin xizmeta koçberan lê ji ber ku her diçe hejmara nexweşiyan û rewşên wiha zêde dibe, ji bin kontrola me derdikeve. Pêwîstiya me bi dermanan heye bi taybetî yên devkirinê yên mîna dûbişk, mar û cerdûn. Li kampê pêwendiyên me bi saziyên mafên mirovan re çêdibe lê mixabin tu alîkarî ji bo koçberan nayên pêşkêşkirin."
"Çareseriya pirsgirêkan, berdana ava Elok e"
Cîhan Amir herî dawî bang li saziyên mafên mirovan ên cîhanê kir ku koçberan paşguh nekin û wiha bi dawî kir: "Çareseriya van pirsgirêkan berdana ava Elok e. Heta rewşa ava Elok bi vê rengî be dê rewşa tenduristiyê ber bi xeterê ve biçe. Em bi hêvî nê koçber jî heta ji destên wan were li tenduristiya xwe miqate bin. Em jî weke Heyva Sor a Kurd çi ji destên me were em ê alîkariya gelê xwe bikin. Em bang li saziyên mafên mirovan dikin ku pêşî li plan û siyaseta dewleta tirk ku li dijî gelan pêk tîne bigrin."