Li Şengalê mizginiya biharê û bedewiya nîsanê

Şengal - Bi hatina meha nîsanê re bedewiya biharê xwe li çiya û deştên Şengalê hunandiye, bihar a ku mizginiya azadî aramî û xweşiyê ye, ji herdeverê bêtir li ser axa pîroz watedare. Yek ji wan axan jî Şengale. Li Şengalê mizginiya biharê di meha adarê de dibe mêvanê vê xakê û di nîsanê de hîn zêdetir xemla wê xwiya dibe. Axa şengalê bi baweriya xwe cûdabûn û rengê xwe diyar dike ji hertiştî bêtir di nava vê baweriyê de girêdana bawerî û xwezayê bi awayeke diyar xwe dide der li vê axê rêz û hurmeta ji agir roj û xakê re bê sînor e. Ji bo wê ye li ser vê axê werza biharê wateyek xwe ya bi hêz heye. 

Rojbîn Deniz