Ji jinên Êzidî stranek nû ji bo pêşwazîkirina 8'ê Adarê

Jinên ciwan ên Navenda Çand û Hunerê ya Stiya Nexşan ya Şengalê bi sitraneke nû 8’ê Adarê Pêşwazî dikin.

Şengal- Li şengalê her kû diçe xebatên çand û hunerê berfirehtir û rengîntir dibe. Navenda Çand û Hunera Stiya Nexşan buye navnişana eleqeya ciwanên Şengalê.  Jinên ciwan ên Şengalê çanda xwe bi rengên cuda cuda didin nasîn û berhemên nû derdixin.
Di derbarê stranan endamên Navenda Çand û Hunera Stiya Nexşan ya li ser 8'ê Adarê de ciwana bi navê Dildar Hisên axivî û xebatên wan ên komê wiha anî ziman: "Em weke ciwanên Şengalê bi xebatên xwe yên çand û hunerê gelek şanazin. Em fêrî çand û hunera xwe dibin û xwe di warê hunerî de pêş dixin. Her wiha ji bo pêşwazîkirina 8'ê Adarê, em wekî koma Hêviya Jinê Şengalê me stranek li ser wateya vê rojê amade kirye û em strana xwe diyarî tevahî jian dikin." 
Dildar di berdewamiya axaftina xwe de balê dikşîne ser têkoşîna jinên Şengalê û wiha dibêje: "Berî fermanê me wateya vê rojê nedizanî, lê bi xwe rêxistinkirinê re me wate û giringiya vê rojê naskir. Weke jin me tekoşîna vê yekê da û niha hevalên me yên jin di nava çand û hunerê de zêde bûne. Lê mixabin hîna jî fikrên baviksalarî yên weke 'jin nabe ku stranbêj û xwedî huner be'. Em jî weke jinê ciwan bi hevalên xwe re tekoşîna vê yekê dikin. Em bangewazî li tevahî jinan dikin ku ew jî werin da ku em bi hevre hunera xwe pêşbixin û çanda xwe bidin nasîn."
Jina ciwan ya bi bi navê Dilvin Sado jî got: "Em ji bo 8'ê Adarê ji nihave bi kelecanin. Em vê strana xwe ya 8'ê Adarê diyarî tevahî jinên cîhanê dikin. Em daxwaz dikin ku tevahî jin di 8'ê Adarê de beşdarî şahiya li Şengalê bibin."