Li Helebê şevbêrka hunerî

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê şevbêrka hunerî li dar xist. Di şevbêrkê de jinan xwarinên gelerî û amûrên xwe yên çandî pêşkêş kirin, paşê jî stranên dengbêjiyê gotin.

Heleb - Çanda Kurdan a kevnar û dewlemend e, bi saya dayikan tê jiyîn û ji bişaftinê hatiye parastin. Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja jinên Cîhanê Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê- Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi alîkariya navenda Çand û Hûnera Cemîl Horo şevbêrke hunerî li dar xistin. Şevbêrk li parka Istîqamê ya taxa Eşrefiyê li bajar Helebê hate çêkirin. Di şevbêrkê de bi dehan şêniyên taxa Eşrefiyê, endamên sazî û dezgehên sivîl amedebûn. Jin bi cil û bergên xwe yên filklorî beşdarî şevbêrkê bûn, her wiha xwarinên gelerî mîna Kifte, qetmer, boranî, hevîr, icê, şîşberek, fetûşê, çorbê çelem, danik, kotlik ku bi destê xwe çêkirine di şevbêrkê de pêşkêş kirin.  Cihê  şevbêrkê bi amûrên kevnar ên çanda resen hatibû xemilandin.

“Bila hemû rojên jinan şahî bin”

Di destpêkê de Rêveberiya Kongreya Star Nehle Mistafa Roja 8’ê Adarê li hemû jinana pîroz kir û ev tişt got: “Di serî de em vê rojê li hemû jinên cîhanê, li Rêber Apo û şehîdên azadiyê pîroz dikin.  Kongreya Star xwest vê şevbêrkê li dar bixin, da ku em vegerin çand û hunera xwe ya berê. Kombûna jinan di vê şevbêrkê de kêfxweşiyeke mezin di dilê me de ava dike. Em dixwazin hemû rojên jinan şahî û kêfxweşî bin.”

Koma Siya coş da şevbêkê

Paşê ji aliyê dayikên koma kevneşopiyê a li Helebê stranên gelerî ji filklora Efrînê hatin gotin. Koma siya ya stranan girêdayî çand û hunera Cemîl Horo çend stranên şoreşgerî pêşkêş kirin. Paşê ji aliyê koma jinên ereb ve çend stran hatin gotin.  

Şevbêrk bi gerandina govende bi dawî bû.