Çêkirina tenûran yek ji girîngtirîn mîrata bajarê Dêrazorê ye

Heyanî rojan me ya îro jî li gelek deveran ji bo çêkirina nan tenûr têne bikaranîn. Selala El-Hemed a 72 salî demdirêje tenûran çêdike wiha dibêje: "Veguhestina mîrateya çanda me ya kevnare ji bo nifşan erka jinan e ji ber ku jin nûnertiya dema niha û dîrokê dikin."

ZEYNEB XELÎF 
Dêrazor-  Tenûr yek ji berhemên despêka civakîbûnê ye ji bo çêkirina nan heyan roja me ya îro jî tê bikaranîn. Şêniyên gundan nanê tenûrê ji nanê firinên otomatîk zêdetir tercîh dikin û jê bêtir hezdikin. Heya niha jî gelek jinên gundewarên rojhilatê Dêrazorê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîşeyê xwe yê çêkirina tenûrên ji axê domdikin û ev yek ji bo gelek jinên bajarê Dêrazorê yên ku vê çandê diparêzin wekî çavkaniya jiyanê ye. Selala El-Hemed yek ji wan jinên ku di çêkirina tenûran de kar dike û ev pîşe ji dayik û dapîra xwe wergirtiye.
Selala El-Hemed a 72 salî ji bajaroka Baxozê ye li ser pîşeya xwe ya çêkirina tenûrên wiha got: “Jin bi hemû hewldan û hostatiyê her dû destên xwe yê kedkar tenûrên ji axê çêdike." Selala diyar kir ku ew ji dayika xwe fêrî vî pîşeyî bûye da ku çêkirina tenûrê bidûme û wiha berdewam kir: "Jin bi hezkirina ji kar û kedê  tenûran bi destên xwe çêdikin, pêre jî jêhatîbûn û hezkirina xwe ya ji kar re dide diyarkirin."
"tenûr ji axa sor, av û kayê tê çêkirin"
Selala El-Hemed li ser çawaniya çêkirina tenûrê dibêje ku ew axê tîne û ev ax qalîteyek wê diyarkirî heye ku rengê wê sor e û pişre wê axê û avê tevhev dike û bi destên xwe wê heriyê  tevdide û hindek ka lê zêde dike da ku ew herî xwe bi hev bigre.
Ji bo çêkirina tenûran ked û hêzek mezin hewce dike
Di derbarê qonaxên çêkirina tenûrê de Selala wiha gotinên xwe didomîne: "Di despêkê de erdek saxlem û paqij tê hilbijartin ku bingeha tenûrê li ser tê çêkirin. Ew weke xelekek fireh û qayîm e û bi qasî buhustekê bilinde û di bin tîrêjên rojê de zuwa dibe. Pişre xalek din jî li jora wê çêdikin û wiha tenûr xelek bi xelek tê çêkirin lê bilindbûna her xelekê bi qasî ya dine da ku tenûr bi awayekî baş were temam kirin." 
Selala da zanîn ku çêkirina tenûran ji jêrêde despê dike heyanî jorê, hindek biçûk çêdikin, hindek jî mezin çêdikin, dirêjbûna tenûrê dighêje 1 mitrî an bêrir jî û firehiya wê di navbera 40 heyanî 50 cm de ye û wiha dom kir: “Piştî qedandina pêvajoya çêkirinê û zuwakirinê, tenûr li ser bingehek wek kevir û rast li ser asta erdê tê danîn û li jêra tenûrê wekî pencerak biçûçik heye da ku tenî û xweliyê bi rêka wê ji tenûrê derxînin. Piştî danîna tenûrê li ser erdê bi kelpîç û heriyê dorawê tê girtin, ev girtin ji bo parastina tenûrê ye, hem jî dema ku agir pêdixin germahiya wê biparêze da ku zû necemide û nan baş çêbibe.”
Selala El-Hemed di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser parastina mirata çanda civakî ji aliyê jinan ve ku ji windabûnê diparêzin û berdewamiya pêşketina wê, ji ber ku mîras hebûn û nasnameya mirovatiyê ya serdeman temsîl dike û wiha got: "Veghestina mîrateyê ji bo nifşan erka jinan e, ji ber ku jin dîrok û dema niha temsîl dikin. Jin di navbera xwe û karê çêkirina tenûran de têgihîştiye, ji ber ku di nava sedê salan de ew bi vî karî re mejûl bûye û ev mîrat parastiye."