Li Silêmaniyê şahiya xwendina helbestan

Ji bo jinên helbestvanên Silêmaniyê şahiya xwendina helbestan hat amade kirin û di dawiya şahiyê de helbestvan hatin xelatkirin.

 
Silêmanî- Rêxistina Geşepêdanên Medenyet (COO) a Silêmaniyê bi piştgiriya Yekitiya Giştî ya Xwendevanên Encûmena Silêmaniyê şahiyek a xwendina helbestan ji bo jinên helbestvanên Silêmaniyê lidarxistin. Di şahiyê de gelek hunerhez û wêjevan amadebûn de helbestvan Şeyda Meruf, Jiyan Qerdax û Dayika Perçem helbestên ku bi xwe nivisandine xwendin. 
Helbestvan Dayika Perçeme ku ji sala 1984’an ve dest bi nivisandina helbestan kiriye diyar kir ku tu xizmet ji bo hunera nivisandina helbestan nehatiye kirin û wiha domand: “Xizmetek baş ji bo helbestvaniyê nehatiye kirin ku pêş keve. Divê xizmetê bi dest û pênusê bikin, dema ku pirtukan çap dikin hewceye ji bo çapkirina pirtûkên helbestan jî derfetê bê dayîn. Dema ku kesek di desthilatê de nêzî wan bin alikariya wan dikin, ger helbestvan xwediyê nêrînek cuda  û afirîner be bê piştevanî dihêlin. Tu xizmet ji bo edebyat û hunera rewşenbîriya Kurdî li Kurdistanê ji bo jinên wêjevan nayê kirin.”
“Payîz û helbest gelek xweş li hev tên”
Dayika Perçeme girêdayî vê şahiya ji bo wan hatî amadekirin ku tayîbetî di werza payîzê de jî ev tişt got: “Peyîz werzek taybete ji bo min. Ji ber wê jî ez gelek bi vê xebatê kêfxweşbûm. Payîz nêzî ruhê mirovane ku bi helbestan reng were dayîn. Di peyîzan de herikbariya helbestê zêdetir xweş li hev tê.”
“Pêdiviya jinên helbestvan bi piştevaniyê heye”
Helbestvan Jiyan Qeredax jî da zanîn ku ji ber belavbûna vîrosa korona hunerhez ji huner û helbestan dur ketine û berdewam kir: “Gelek jin hene dinivisin û nivîsan gelek baş li hev tînin, lê belê derfet jêre nayên dayîn û alikarî bi wan re nayên kirin. Di demên zehmet de cardin jin dibin qurbanî û jin nikarin helbestên xwe binivisin û pêşkêş bikin.”
Di dawiya şahiyê de jinên helbestvan ji aliyê Yekitiya Giştî ya Encumena Xwendevanên Silêmaniyê ve hatin xelatkirin.