Li Şehbayê 3'emîn mehrîcana jinên ciwan

Yekîtiya jinên ciwan a herêma Efrînê Li Kampa Serdem a Şehbayê 3’emîn mehrîcana jinên ciwan bi çalakiyên hunerî despê kir.

Yekîtiya jinên ciwan a herêma Efrînê 
Li Kampa Serdem a Şehbayê 3’emîn mehrîcana jinên ciwan bi çalakiyên hunerî despê kir.
Şehba– 3’emîn mehrîcana Yekîtiya Jinên Ciwan a Ş. Stêrvan li Kampa Serdem a navçeya Ehdas a Şehbaya herêma Efrînê bi dirûşma "Bi rengê jinên ciwan em ê şoreşa çandî geş bikin" bi çalakiyên hunerî despê kir. Di mehrîcanê de welatiyên wargehê û nûnerên sazî û dezgehên rêveberiya Xweser amade bûn. Mehrîcan wê du rojan bi rengên çandî, hunerî û warzîşî bidome. Piştî deqeyeke rêzgirtinê endama koordinasyona jinên ciwan a herêma Efrînê Ferîde Ebdo axivî.
“Em mehrîcanê li jinên lêgerînvan pîroz dikin”
Ferîde Ebdo mehrîcan li hemû jinên ciwan pîroz kir û got: "Em vê mehrîcanê li jinên ku di asta lêgerînê de têkoşîn dikin pîroz dikin. Her roj miletên berxwedêr ên li kampan dijîn li ber xwe didin bi û îsrarin ku vegerin warê xwe. Li darxistina vê mehrîcanê di demeke wiha de ji bo miletên Efrînê pir girîng e. Di van deman de gelê kurd di qirkirinan re derbas dibe. Daxwaza dewleta tirk a dagirker ku kurdan tune bike, bi taybet jin û ciwanan hedef digire. Em ê weke jinên ciwan li hemberî êrîşan xwedî lê çanda xwe ya resen derbikevin."
“Ciwanên me hêz û dînamîka civakê ne”
Endama Koordinisiyona Kongreya Star a herêma Efrîn Fatma Silêman jî xebata ciwanan pîroz kir û wiha vegot: "Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwanatî ji serbikevin. Ciwanên me hêz, moral û dînamîka civakê ne. Em weke jin piştgiriya hemû ciwanan bi taybet ciwanên ku heya roja îro ked û tekoşîn ji bo jiyanek bi rûmet biafirînin didin, dikin. Em ê li ser xeta Rêber Apo û pakrewanên xwe bimeşin."
Piştre koma Ş. Hêva ya Hîlala Zêrîn a stranan, koma Ş. Stêrvan a guvendê zarokan, koma Şehbayê ya stranan, koma Ş. Îlam Dara ya guvendê, koma Ş. Serdoz a stranan hunerên xwe tevlî kelecana mehrîcanê kirin.
"Em jinên ciwan parêzvanê çandê ne"
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Helebê Emîne Mihemed jî got: "Em jinên ciwan vê mehrîcanê li Rêber Apo û jinên ciwan ên di berdêla azadiya welatê xwe de canê xwe feda kirine pîroz dikin. Mehrîcan wê du rojan bi çalakiyên çandî, hunerî û werzîşî dewam bike. Di mehrîcanê de em dixwazin stran, govend û hunera gelan derxînin pêş. Armanca me ji vê mehrîcanê parastina çanda jinê ji qirkirin û tunekirinê ye." 
Dê mehrîcan di roja duyemîn de jî bi lîstokên warzîşî dawî bibe.