Mehrîcana hunerî ya Koma Jinên Destrengin ên Şarezûrê

Jinên Şarezûrê yên di Koma Jinên Destrengîn ên Şarezûrê de cihê xwe digrin mehrîcana hunerê jinan lidarxistin. Jbi êvara yekem ya roja destpêka werza peyîzê re li parqa Nalî kom bûn û dest bi nîşandana xebatên xwe yên hunerî kirin. Di mehrîcanê de 18 jinan berhemên xwe yên dest nîşan dan.

Jinên Şarezûrê yên di Koma Jinên Destrengîn ên Şarezûrê de cihê xwe digrin mehrîcana hunerê jinan lidarxistin. Jbi êvara yekem ya roja destpêka werza peyîzê re li parqa Nalî kom bûn û  dest bi nîşandana xebatên xwe yên hunerî kirin. Di mehrîcanê de 18 jinan berhemên xwe yên dest nîşan dan.
HEWAR MEHEMED
Şarezûr– Li Herêma Şarezûrê ya ku sîmgeyên civaka xwezayî lê serwere duh an go 21’ê Îlonê weke roja despêka peyîzê dizanin. Jinên Şarezûrê sala derbasbûyî bi wesîleya vê roja despêkirina peyîzê Koma Jinên Destrengîn avakirin û hunerê jinan dibin banê vê komê de civandin. Bi boneya salvegera avakirina Koma Jinên Destrengîn îsal jî mehrîcana hunerî ya destrengîniya jinan lidarxistin. Di mehrîcana li parqa Nalî ya Şarezûrê de 18 jinan xwarinên Kurdiwerî, kel û pelên çandî, tabloyên ku xêz kirine û gelek karên di yên dest nîşan dan. Ew berhemên ku jinan bi keda destê xwe çêkirine, ne tenê cureke bi temamî destrengî û hêza jinên Şarezûr girtiye nava xwe ji vana wêne çêkirin, seramîk û gelek ew tiştên ku ji bo ciwaniyê didanin nava malan de û gelek tiştên din ji aliyê jinan ve tê çêkirin. Rêvebera Koma Jinên Destrengîn a Şarezûrê Perî Mehemed têkildarî amadekariyên mehrîcanê nirxandin kir.
“Jin di pêşangeh û nehrîcanan de hunerê xwe nîşan didin”
Perî Mehemed da zanîn ku koma wan di aliyê hunerê destan de dewlemendin û wiha domand: “Beriya niha min gelek karê dest çêdikir, niha tenê seramîk di aliyê ciwankariya jinan de çêdikim. Hejmara jinên bejdarî koma me bûne di navbera 25-38 jinan deye. Hemû jinên endamê vê komê ne tenê li Şarezûr, hunerê xwe dibin bajarên din, di pêşangeh û mehrîcanan de didin nîşandan.”
“Nexşandin karek kurdewariye”
Endama Koma Jinên Destrengîn ên Şarezûrê Nîga Teha a bi nexişandina cilên Kurdî bejdarî mehrîcanê bûye di derbarê bejdarbûna xwe ya vê xebatê de wiha got: “Karê nexşinê karek kurdewariye û ji kevin ve tê bi karanîn. niha ji mirov dikare bi awayên cûda li ser bixwebite û şêweyek cûda bide nexşan. Ez kirasên Kurdî, êlek, poşî û gelek tiştên dinê dinexşînim. Eve cara yekeme li Şarezûr ez bi keda destê xwe bejdarî mehrîcanê bûme û tiştên ku min çêkiriye nîşan didim. Di pêşangeh û torên civakî de xelk zêdetir dikarin berhemên xwe nîşan bidin û bidin nasandin.