Rênas bi wêneyên xwe helwesta xwe ya li dijî, dagirkeriyê nîşan dide

Jina ciwan Rênas Murad bi xêzkirina wêne û bi rêya hunera xwe li dijî birîna daristanên Kurdistanê ku ev demeke dirêj e dewleta tirk li Kurdistanê pêk tîne helwesta xwe bi xêzkirinê nîşan dide.

HEWAR MEHEMED
Şarezûr- Jina ciwan a bi navê Rênas Murad ji bajarokê Derbendîxanê ye û di zanîngehê de beşa zimanê Îngilîzî temam kiriye. Bi riya hunera wênexêzkirinê jinbûna xwe û çanda Kurdistanê li ser tabloyan xêz dike û bi tabloyên xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwesta xwe dide diyarkirin. Xwesteka xwe ya xêzkirina wêneyan ji zarokatiya wê ve dest pê dike û di sala 2018’an de li navenda cîwanan li bajarokê Derbendîxanê bi awayekî akademîk dest bi xêzkirina wêneyan dike û heta niha jî bi awayek gelek baş xwe bi pêş dixe. Heta niha bi boyaxên ronî tabloyan xêz dikir, niha jî ev nêzî çend mehan e bi boyaxên avê tabloyên xwe xêz dike.
“Piraniya tabloyên min li ser xwezaya ciwan a Kurdistanê û çanda Kurdî ne”
Rênas dide diyarkirin ku piraniya tabloyên wê li ser xwezaya Kurdistanê ne û wiha dibêje: “Dewleta Tirk ev nêzî du salan e dest bi birandina daristanên Kurdistanê û wêrankirina jîngeha Kurdistanê kiriye. Ji ber wê her kes ji me dixwaze jîngeha me xweş be û li hemberî vê dagirkeriya dewleta tirk divê em xwedî helwest bin. Di vê tabloya ku niha xêz dikim de min xwest ez peyama li dijî darbirandinê bidim. Xêzkirina min a tabloya din ku di nav de gul û şûşeya çayê heye ev jî sembola ciwaniya Kurdewariyê ye. Gelek tablo hene her yek çîrokek wê ya balkêş heye.”
Rênas bal kişand ku divê hunermend bi xwe bikaribin behsa tabloyên xwe bikin û wiha behsa tabloyek ya xwe kir: “Ev tablo behsa xwebûna jinan dike ji bo wê divê jin bi xwe xwediyên xwe bin û baş û xirab bi xwe karê xwe bikin. Nabe ku çavên wan bimîne li derdoran. Niha dixwazim kar bikim û xwe bi pêş bixim. Hêvîdar im di demên pêş de xizmetên hunerî ji bo zarok û Kurdistanê re bikim.”