Efaf Ebid El-Mihsin: Cihê ku jin lê tune be, bawerî pê tune ye

Piştî salan salona wêje û hunerê careke din dest bi çalakiyên wêjeyî û hunerî dike. Sazkara salona wêje û hunerê, rojnamevan Efaf Ebid El-Mihsin ji ajansa me re wiha got: "Ew dengê wêjevan, nivîskar û afrîneran e ku hê dengê wan di qonaxa destpêkê de ye û tu derfet bo wan nehatiye dayîn.”

 
ÎPTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Piştî zêdetirî 14 salan, salona wêje û hunerê vedigere çalakiyên xwe yên wêjeyî û hunerî li bajarê Bîngaziyê. Her çendî van demên dawîn ev çalakî li bajêr bi hinceta tevlihevkirin û guhdarîkirina muzîkê hatibin desteserkirin û hin rêxistinan di encama vê desteserkirinê de çalakiyên xwe dabin sekinandin jî vê yekê nehişt ku tevgera hunerî û wêjeyî ya li Bîngaziyê bisekine. Ji ber ku rêxistinên pispor hene ku hîn jî çalakiyan dimeşînin û bi riya wan keç û xortên ciwan dicivin. 
Salona wêje û hunerê di nav van rêxistinan de di destpêkirina piştgiriya çandî ya li Bîngaziyê de israr kir û ew tedbîrên hişk ku pêşî li çalakiyan digre paşguh kir. Jixwe Salona wêje û hunerê yekem saziya hunerî û wêjeyî ye ku ne di bin siya dewletê de ye. Sazkara salona wêje û hunerê, rojnamevan Efaf Ebid El-Mihsin ji ajansa me re wiha got: "Ew dengê wêjevan, nivîskar û afrîneran e ku hê dengê wan di qonaxa destpêkê de ye û tu derfet bo wan nehatiye kirin.”
Dîtina qadeke ji bo çalakiyên afrîner
Der barê damezrandina salona wêje û hunerê de dibêje; "Salon di sala 1996’an de hat damezirandin. Wê demê ez Rêvebera Navenda El-Nehir a çandî bûm ku tijî referansên girîng, pirtûkj û cureyên xwendinê ye. Min dît ku divê em bi komek ji hevalên girîngiyê didin huner û wêjeyê re bicivin da ku em qada çandî dewlemend bikin her wiha hevdîtinên afrîner her roja Çarşemê bibînin. Di wir de em pirtûkan dixwînin û nêrînên xwe bi hev re parve dikin. Ew salona biçûk tijî afrînerên biçûk bûn. Min hîs kir ku ji erkê me ye em vê qadê mezin bikin. Ji ber vê me mala Akakos ku dikeve bajarê kevn ê Bîngaziyê ji xwe re kir cihekî mezin ku tê de nivîskar, wêjevan, hunermend, rojnamevan û endamên komîteyên xwendinê dicivin. 
Wê got ku ew gelekî kêfxweş e, ji ber ku piraniya wêjevanên mezin ên li ser asta Lîbyayê, endamên salonê bûn û destpêka wan di vir de bû.
"Ez ji bo lêpirsînê li Trablûsê hatim vexwendin"
Der barê êrîşkirina danişînên salonê ji aliyê ewlehiya hundirîn wê demê de jî wiha got; "Ez rastî tu pirgirêkên bi vî rengî nehatim lê ji bo mijarek din ez ji bo bajarê Trablûsê hatim vexwendin. Sedema vê gazîkirinê ew bû ku piştî yek ji dîplomatên ji Konsolosxaneya Fransayê ya wê demê, ew û hevjîna xwe ku şêwekar bû, bi rengekî ne fermî beşdarî yek ji danişînên salonê bûn. Min tedbîrên pêşwazîkirina dîplomatan nedizanî. Dema ku ew û hevjîna xwe hatin, min nikaribû wan derbasî hundir nekira, tenê min pêşwaziya wî kir. 
Li ser rawestandina çalakiya salonê jî wiha got: "Pênc danişînên dijwar ên ku di sala 2007’an de pêk hatine, daneşînên her dawî bûn li Bîngaziyê. Ji ber ku ez bi awayekî fermî ji bo kar veghuestim Trablûsê û min erka rêveberiya giştî ya Radyoya Jamahiriye girt. Ji ber zexta kar min nikaribû daneşînên salonê berdewan bikira. Di sala 2013’an de danişînek hat lidarxistin û ji ber ku ez sazkar im, hatim vexwendin lê berdewam nekir ji ber ku hevala bi vê yekê rabû, çû ser dilovaniya xwe." 
Rastiya ku ez pê kar dikim hişt ku salon berdewam bike
Tê gotin ku ji ber berpirsa salonê jin e ew heya niha berdewam kiriye û ger ku sazkar zilam bûya dê nikaribû berdewam bikira, der barê vê yekê de tu çi dibêjî? Gelo bi rastî jin ew dayika ku her kesê li dora xwe kom dike ye? "Aliyê dayikbûnê li gel min pir zêde ye, min di aliyê wêjevanî û çandî de xortekî ciwan xwedî kir. Min telefona dayika ciwanekî ku helbestan dinivîsîne kir û got ez ê kurê te ji xwe re xwedî bikim, wê jî bi xemgînî li min vegerand û got dayika wû heye çawa tu yê wî xwedî bikî? Min agahî da ku ez ê ji aliyê wêjeyî û çandî ve wî xwedî bikim. Danûstandina bi xweşî bingeha avakirina pêwendiyên mirovî ye. Ez ne mirovek wisa me ku li ser dirav bifikirim, berovajî wê xema me belavkirina çand, wêje û peydakirina hejmarek mezin ji afrîneran e da ku dengê me bigihîje derveyî Lîbyayê. Rastiya ku ez pê kar dikim hişt ku salon berdewam bike, jin tevahiya civakê ye. Ibn El-Erebî dibêje cihê ku jin lê tune be, ew ne cihekî bi bawerî ye.”
Têkiliya te ya cîhana dîjîtal, hebûna te ya rastîn betal nake gelo?
Der barê vegera ser kar piştî nebûna 14 salan di Nîsanê de jî wiha dibêje; "Hebûna têkiliya te ya cîhana dîjîtal, hebûna ta ya rû bi rû betal nake. Bersiva rasterast di navbera te û mirovan de tiştek cuda û bedew e. Bêguman, ekrana dîjîtal ku mirovan bi riya kurs an civînên "onlayn" li hev tîne, ew tenê cameke elektronîk e ku hestên rastîn nade û di nîqaşa edebî yan hunerî de ruhê rastîn belav nake. Civîna rasterast mirov nikare dev jê berde ji ber ku çêjeke xwe ya cuda heye."