"Astengiyên min sînoran nas nakin"

Fîdan Bozan ji gundê Solanê yê Rojhilata Kobanê ye û dema ji dayik dibe ji lingê xwe astengdar e. Ruxmê astendariyê Fîdan dev ji xewn û xeyalên xwe bernade û dibe mamosteya zimanê Kurdî.

DILUCAN BOZÎ
Kobanê-Mamoste Fîdan Bozan 35 salî ye, dema ji dayik dibe ji lîngê xwe astengdar e. Ruxmê di nava civakê de kesên astengdar, rastî zor û zehmetiyan tên jî Fîdan tu caran wan astengiyan ji xwe re nekir xem û pê nehizirî. Her wiha nehişt ku astengî li pêşiya xewn û xeyalên wê bibin asteng. Fîdan di nava malbatê de zaroka herî biçûk e, dayik û bavê wê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest didin loma Fîdan li gel birayê xwe dijî. Di dema Fîdan de ji ber li gundan dibistan heta navîn bûn nikaribûye xwendina xwe ya amadehî bidomîne. Ruxmê ku nedikarî biçe dibistanê jî Fîdan dev ji xwendinê bernade û li malê xwe her dem hînî xwendin û nivîsîndinê dike. Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê Fîdan diçe akademiya Viyan Amara ya zimanê Kurdî û li wir di astek bilind de bi ser dikeve û dibe mamosteya zimanê Kurdî. Fîdan Bozan niha mamosteya dibistana gundê Solanê yê Kobanê ye û serpêhatiya jiyana xwe ji me re parve kir.
Tu tişt li pêşiya xwendina wê nebû bend
Fîdan serpêhatiya jiyana xwe wiha tîne ziman: "Dema ez biçûk bûm min gelek ji xwendinê hez dikir. Di wê demê de ji ber kevneşopiyên civakê bi çavek biçûk li jinê mêze dikirin loma min nedikarî xwendina xwe berdewam bikira û min heta refa 6'an xwend. Piştî çend salan malbatê min da ber xwendinê da ku ez xwendina xwe berdewam bikim pirtûkên refa 9'an ji min re anîn lê ji ber kêmderfetiyan min nedikarî temam bikim. Her wiha ji ber rewşa aborî me dest bi karê çandiniyê kir û piştî demekê em ji Kobanê derketin û me berê xwe da taxa Mensûra ya bajarê Reqayê û me pembû çand. Her wiha li kêleka çandiniyê min alîkariya dayika xwe dikir. Dayika min bi keda destên xwe tevn çêdikir, min jî pîj çêdikir. Ruxmê me çandinî dikir jî ji ber xwendin ji bala min neçû min her dem xwe bi xwe perwerde dikir. Her wiha min bi awayekî veşartî xwe hînî zimanê Kurdî jî dikir." 
"Xewn û xeyalên xwe pêk anî"
Fîdan rêwîtiya xwe ya mamostehiyê wiha parve dike: "Ji ber êrîş û kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê me berê xwe da Bakurê Kurdistanê û dayika min li wir nexweş ket û min her dem dayika xwe dibir nexweşxaneyê. Her wiha piştî bajarê Kobanê ji çeteyan rizgar bû em vegeriyan Kobanê bi demek şûnde dayika min ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Piştî şoreşê gelek pêşketinên mezin çêbûn, ji wan yek jî avabûna saziya zimanê kurdî bû. Min û zarokên metê min, me li Kobanê zimanê Kurdî xwend. Ji zarokatiya xwe ve ez gelekî girêdayî xwendinê bûm û ew yek jî hişt ku ez zû hîn bibim. Her wiha ez li akademiya Viyan Amara hînî zimanê Kurdî bûm. Piştî akademî bi dawî bû, ez jî bûm mamosteya ziman û bi vê yekê ez gihîştim xewn û xeyalên xwe."
"Lingê wê li pêşiya karê wê nebû asteng"
Fîdan ruxmê astengiyên xwe dev ji jiyanê bernade û karê ku dimeşîne wiha tîne ziman: "Ez mamoste, Endama Lîjneya Disîplinê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD, Hevseroka Komîna şehîd Kurdo ya gund, di heman demê de di rêveberiya dibistana gund de me. Di malê de min dikaneke cilan vekiriye, di wê dîkanê de tiştên ku min bi destê xwe çêkirine, ez difroşim. Çend rojan carê ez diçim bajar û ji bo dîkana xwe hin cawan tînim û ji şêniyên gund re didrûm, Ez dirûnê jî dikim, wêneyan jî xêz dikim. Tu carî kar li pêşiya lingên min nabe asteng, ji ber ku kesên vîna wan xurt be û teslîm nebin, wê her tim serkeftin para wan be."
"Vîn û berxwedana jinan ji ya civakê bi hêztir e"
Fîdan herî dawî diyar dike ku vîna mirovan xurt be dikare her karê bi rêve bibe û wiha bi dawî kir: "Di demên betlaneyê de, ez di malê de dirûnê dikim, cilên zarokan û mezinan çêdikim. Di nav de ez wêneyan jî xêz dikim bi şagirtan didim fêrkirin. Her wiha ez û zarokên birayê xwe hev fêrî tîpan û xwendinê dikin. Ji ber ku gund dûrî bajêr e ez di aliyê çûyînê de zehmetiyan dikşînim. Çandina erdan ez bi xwe dikim, kemûn, nîsk, çolik, ceh û genim diçînim. Dibe ku hin kes bibêjin ev jin astengdar e nikare tu karî bike. Berovajî wê ez her karî dikim tu kar li pêşiya min nabe asteng, ji ber ku dema vîna mirovan xurt be wê demê mirov dikare li hemberî civakê jî derkeve û çi kar hebe jî dikare bike. Ez di nava gel de têm hezkirin, ji ber ku ez bi hemûyan re dibim alîkar. Ez bi hêvî me ku kesên astengdar hêviyên xwe ji jiyanê qut nekin û li hemberî hemû astengiyan bisekinin . Di dawiyê de ez spasiya hemû kesên ku bi min re bûne alîkar ji bo ku ez xwendina xwe temam bikim dikim."