Jin li pêşangeha pirtûkan a navneteweyî ya Qahîreyê li pêş bûn

Di pêşangeha pirtûkan a Qahîreyê de nivîskarên jinên ên beşdar bûn, bi xwendevanên xwe re hatin ba hev û li ser pirtûkên xwe axivîn. Tevî tedbîrên pandemiyê yên zêde jî serdanên ji bo pêşangehê baş bûn.

NÊRMÎN TARIQ
Qahîre- Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Qahîreyê ya îsal şahidiya hebûna jin, nivîskar û xwendevanan kir. Pêşangeh armanc dike ku hin ji wan weşanên xwe yên yekem ku zarok û jinan dike armanca derxin. Ji ber belavbûna vîrusa koronayê û ferzkirina tedbîran hejmara kesên diçin serdanê bi sînor e. 
Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Qahîreyê di rûniştina xwe ya 52’yan de, di 30’yê Hezîrana borî de heya 15’ê Tîrmehê, li Navenda Misrê ya Pêşangeh û Konferansên Navneteweyî li Qahîreyê dest pê kir. Nivîskarên jin û xwendevanên ku beşdarî pêşangehê bûn ji ajansa me re axivîn.
Nivîskar Raniya Bedda ku bi romana xwe ya "Şaymala" beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Qahîreyê bû, dibêje; "Romana "Şaymala" serpêhatiya keçikek Hindî ye ku bi hevalên xwe yên dibistanê re diçe geştiyariyê û rastî fîlekî tê ku alîkariya wê dike da ku wê ji hesta êşa windabûna dayikê rizgar bike. Ji ber ku dayika wê tune ye serî li rêbazeke wisa dide. 
“Organîzayona pêşangehê îsal bi bandor bû”
 Ji bo ku deverên lehenga romana wê lê digere were destnîşankirin dibêje; "Ji ber ku lehenga romanê bi fîlan re ji cîhekî bo cîhekî rêwîtiyê dike, min têkilî bi hevaleke xwe yê ku pir diçe Hindistanê re danî da ku agahiyan der barê wî welatî de bide min.”
Derbarê rêxistina pêşangehê ya îsal de jî got; "Organîzasyona pêşangehê îsal bi bandor bû. Beşdaran alîkariya gel kirin.” 
Raniya Bedda Xelata El-Şarîqa ji pirtûka zarokan ji bo sala 2020’an di kategoriya ciwanan de, ji bo romana xwe ya xeyalî "Şaymala", wergirt ku ji hêla Weşanxaneya Nahdet Misir ve hatiye çapkirin. Nivîsandina pirtûka xwe ya ku zarokên ji temenê 13 salî heya 15 salan dike hedef, çar salan dirêj kir her wiha ew romana wê ya yekem a çapkirî ye.
Li aliyê din Şêrîn Heykel, damezrînera Pargîdaniya Anamel a Lîstokên Zarokan ku bi pêlîstokên xwe yên kaxezî beşdarî pêşangehê bû, got; "Îsal pêşangeh bi karên bedew ên zarokan dagirtî ye, hejmara nivîskaran her diçe zêde dibe.” 
“Min biryar da ku ji bo zarokan pêlîstokan çêbikim”
Der barê ramana damezrandina pargîdaniyek ji bo pêlîstokên zarokan de wiha dibêje: "Ez wek dayik, wekî piraniya dayikan, beşdarî kursên perwerdeya erênî dibûm û paşê jî bêyî sepan dihatim malê. Ji ber hezkirina min ji lîstikên zarokan re, min biryar da ku ji bo zarokan pêlîstokan çêbikim ku dê di terbiyekirinê de alîkariya dayikan bike. Min dest bi kartên "Tu çi hîs dikî " kir ku ew kart jî alîkariya zarok dike da ku hestên xwe derbirîne. Piştre min lîstoka "Li min bigere" çêkir ku ew jî lîstokeke bi komek ji çîrokan re ye û ji hêla nivîskar Raniya Bedda ve hatiye nivîsandin.” 
Der barê armanca wê ya çêkirina lîstika "Li min bigere" de, diyar dike ku wê dixwest alîkariya zarokan bike ku ciyawaziyê qebûl bikin, ji ber vê yekê wê dest bi çêkirina lîstika "Li min bigere" kir  ku komek kartên wêneyên gelek zarokan digre nav xwe. Armanc ji lîstikê ew e ku zarok hevalên xwe qebûl bikin
Tevî ku ketina pêşangehê dijwar bû jî serdan baş bûn
Der barê daxwaza Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Qahîreyê de, nivîskar û wergêr Hîba Hindawî ku beşdarî pêşangehê bû, dibêje; "Pir kesan serî li pêşangehê dan tevî ku rezervasyona ketina pêşangehê elektronîkî û hinekî dijwar bû jî serdan baş bû.”
Ew diyar dike ku wê bi derxistina du pirtûkên bi navê "Ez û kurê xwe” ku pirtûkek jînenîgariyê ye, beşdarî pêşangeha îsal bû. "Bûyerên romana min, ku min cara yekê weşand, li ser ezmûna min a kesane ya bi nexweşiya kurê min re ye, bi hêvî me ew kesên dixwînin sûdê werbigirin da ku zanibin çawa bi nexweşiyê re danûstandinê bikin. 
Pirtûka wê ya duyemîn, bi navê "Hilweşîn", berhevokek ji deh kurteçîrokên cihêreng e ku li ser tekoşînên navxweyî yên jin dimeşînin û kes pê nahese diaxive.
Bi xwendevanên xwe yên zarok re hat ba hev
Nivîskara çîrokan Mêriyam Rizqallah ku di roman û çîrokên xwe de zarok armanca wê ne, der barê destpêka karê xwe yê nivîsandinê de wiha dibêje; "Beriya du salan, min dest bi nivîsandina ji bo zarokan kir û sê çîrokên bi van navan weşandin: "Adem û Masî, "Zekî El-Hemil" û "Nûr û Padîşah", ev çîrok hemû bi sê zimanan hatin weşandin. Bi zimanê Erebî, Înglîzî û Fransî.”
Mêriyam destnîşan kir ku ya pêşangehê cuda dikir ev bû ku destûr dida wê xwendevanên xwe yên zarokên bibîne da ku dîtinên wan zanibe û wiha got; "Sala borî, min dest bi pêşbaziyek li ser înternetê kir ku bi navê “Rojnivîska min a di karantînayê” de ye, zarokan ji min xwest ku van pêşbaziyan çalak bikim, ji ber ku hebûna çalakiyên bi vî rengî di havînê de zarokan kêfxweş dike.”
Nivîskar Buseyna Arabî ku ji fakulteya wêje derçûye, der barê çîroka yekem a ku wê nivîsandî de wiha dibêje; "Çîroka yekem a ku min ji bo zarokan weşand di 2018’an de bû bi navê" Tûn û algiyên sor " û paşê min atolyeyek nivîskî ya afirîner stend.”
Ji ber pandemiyê tedbîr zêde bûn 
Nivîskara romanên polîsî, Nûha Dawûd, dibêje; "Ez bi xebata xwe ya nû, "Sûcê xanima hanê" beşdarî pêşangehê bûm û berê beşdarî romanên "Sûcek li otêlê" bûm.” 
Profesora Tibê ya Beşa Zarokan a li Zanîngeha El-Ezhêr Sohêr Fayid, yek ji serlêderên pêşangehê ye dibêje; "Ez her sal serdana pêşangeha pirtûkan dikim. Pêşangeh îsal bi pergaleke hişk ve tê birêvebirin. Serlêdar pabendî pîvanan dibin.
Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Qahîreyê ji bo sala 2021’ê ku bi qasî du hefteyan domiya, bû şahidê beşdarîbûna nêzîkê 1218 weşanger ji 25 welatan. Ev dewre ji bo pîşesaziya pirtûkan ku ji ber bertekên epîdemiya koronayê gelek êş kişandiye, derketinek nû ye.