Şadî û Rabiî Can, du stêrkên ekranên Sûriyeyê ne

Stêrbûn û navdarî ne armanca sereke ya ketina wan a qada lîstikvaniyê bû jê bêtir kirina tiştê ku jê hez dikirin e. Ji zarokatiyê ve, wan her tim şano dişopandin, pir caran ew li mal bi karê şanoyê radibûn û hin xizmên wan bi wan re beşdar dibûn.

 
EMANÎ EL-MANÎ
Dîmeşq- Cêwiyên kêfxweş, Şadî û Rabiî Can ku her du bi jêhatiyek mezin xwe berdan nava cîhana hunerê, cihekî diyar ji wan re hatiye veqetandin. Dayika wan a rojnamevan Emîne Ebas jî bi wan re derbasî warê lîstikvaniyê bûye. 
Şadî û Rabiî di dibistanê de du şagirtên jêhatî ne, her tim pileyên bilind bi dest dixin, lîstikvanî tu bandorê li xwendina wan nake. Ew di heman demê de dema xwe bi rêxistin dikin û fêrî zimanên Îngilîzî û Fransî dibin her wiha li peymangeha muzîkê li tembûrê jî didin. 
Xwendekar û mamoste bi awayekî normal bi wan re danûstandinê dikin, hin caran xwendekar ji wan pirsên fîlma ku ew tê de beşdar in dikin.
Ji zarokatiya xwe ve her dem li şanoyê temaşe dikirin
Stêrbûn û navdarî ne armanca sereke ya ketina wan a qada lîstikvaniyê bû, lê belê jê bêtir kirina tiştê ku ew jê hez dikin e, ji zaroktiyê ve, wan her tim şano dişopandin, pir caran ew li mal bi karê şanoyê radibûn û hin xizmên wan bi wan re beşdar dibûn, wan bi xwe ev rê bo xwe hilbijartin û malbata wan jî her piştgirî dida wan. Vê yekî jî bandorek erênî çêkir. 
Hunerê tiştek ji wan nedizî, berovajî wê yekê enerjî, aktîvbûn û kedek da wan, rola hunerê li ser zaroktiya wan erênî bû. Ew behremendiya xwe wekî hemû zarokan bi kar tînin, dilîzin û serdana xizmên xwe dikin.  
Rabiî Can ê 14 salî dibêje; "Piştî tecrubeyên ku tê re derbas bûm, ez beşdarî gelek karên girîng bûm. Destpêkê min li paymangeha lîstikvaniyê ya ku min dixwend perwerde didît, paşê jî bi navgîniya Kastang ku tê de derhêner bi gelemperî tên vexwendin, çi di televîzyon, sînema yan şanoyê de. Ya herî girîng ji van xebatan rêzefîlma Zêrevanê El-Qudus ku min tê de karekterê El-Matran Îleriyon Kobcî nîşan da kar li ser jîngeriya El-Matran e. Bi riya vê rolê min karibû kesayeta xwe pêşkêş bikira, bertekên piştgir ez gelekî kêfxweş kirim. Di vir de qencî vedigere derhêner Basil El-Xatîb."  
“Beşdarî 8 kurtefîlman bûm”
Der barê rolên wî yên din de, wî got; "Di warê sînemayê de, derhêner Najdat Enzûr ez hilbijartim ku beşdarî fîlma "Valaye û tê Belavkirin" bibim ku ezmûna min a yekem bû di warê lîstikvaniyê de li pêş kamerayê. Bi riya wê re min karê sînemayê nas kir. Her wiha ez tecrubeya xwe ya di fîlma Sûq El-Herîr ku beşa yekem bi derhêner Memûn Mela re bû û ya duyem jî bi derhêner El-Musene Subih re bû ji bîr nakim. Fîlma Erebî jî "Memelik El-Nar" a derhênerê Brîtanyayê Bîter Wîber ku di wir de min kesayeta Oxoz da nîşan. Ew tecrubeyên cuda bûn li gel min ji ber ku fîlm xwedan hilberandinek mezin bû û lîstikvan ji tevahî cîhanê beşdar bûn. Her wiha ez beşdarî 8 fîlmên kurt bûm, ên herî girîng fîlma "Leyl El-Xerîb" a derhêner Malik Mihemed û hin fîlmên din mîna “Xerebîb Sûd.”
“Bi temaşekirinê avakirina kesayeta mirov û kontrolkirina hestan dibînim”
Rabiî diyar kir ku ew bi hezkirin karê xwe berdewam dike da ku kesayeta xwe ya hunerî bi pêş bixe û li ser vê yekê wiha got: "Ez hez dikim ku hemû karên sînema û televîzyonê tamaşe bikim ji ber ku dîtina lîstikvaneke din dihêle tu zanibî çawa kesayeta xwe ava dike û çawa bi hestên xwe kontrol dike.”
Rabiî Can wiha dawî li axaftina xwe anî; "Tu temen ji hunerê re nayê diyarkirin, her zarok dikare di ware dixwaze de xwe îsbat bike."
“Ez ji sînema, televîzyon û şanoyê lezetê dibînim” 
Li aliyê din Şadî Can ku di sala 2005’an de dest bi lîstikvaniyê kiriye jî dibêje; "Ez beşdarî bêtirî 20 karan bûm, ên herî berbiçav, fîlma “Vala” û “Tê belavkirin,” “Rêwî” û “Şer,” “Hevalê min Mihemed,” her wiha ez beşdarî karên televîzyonê yên wekî Memelik El-Nar û Sûq El-Herîr bûm.
Sînema, televîzyon û şano her yek ji wan tiştekî cuda ye, ji ber vê ez di her sê cureyan de lezetê dibînim lê meyla min bêhtir li ser sînema û televîzyonê ye." Temenê mirov çiqas be jî ew dikare karê jê hez dike bike, me di temenê 7 salî de dest bi lîstikvaniyê kir û heta niha jî em berdewam dikin.”
Şadî di dawiya axaftina xwe de got; "Teqez em dûrî bozbilindiyê dikevin ji ber ku ew qîmeta lîstikvan kêm dike, em gelek astengiyan di kar de dibînin lê bi domandina demê re ew bû beşek ji karê me ku jê nayê qutkirin.”