Projeya Pargîn jêdera parastina çand, kelepûr, kevneşopî û serpêhatiyên Kurdan e

Pargîn ew kolanên parastinê li derdora konê koçeran e û dezgeha yekemîn ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê lêkolîn û belgekirina çand, kelebûr, kevneşopî û folklora Kurdî de ye. Her wiha Pargîn pira danûstandina di navbera dîrok û pêşerojê de ye.

 
ROJ HOZAN
Qamişlo-Destdirêjiya li ser çanda civakan, gelek nirxan ber bi helandinê ve dibe. Ji bo wê pêwîst bû xwedîderketineke bingehîn ji çanda mirovan û kevneşopiyên wan re hebe. Qirkirina çandê tê wateya ji kokêrakirina civakê û pê re jî nixumandina dîroka wî gelî. Çand ew amûra danûstandina di navbera civakan de ye û şêwazê jiyana gihandin û komînalbûnê ye. Çand û hunera Kurdî li ser erdnîgariyê xwe parastiye û di nava serdemên qirkirinê de xwe gihandiye roja me ya îro. Bi şêwazên dengbêjiyê û parastina hunera resen vê çandê li ser piyan hiştiye, di heman demê de hemû bi jinan ve dihat girêdan û yên pêşengiya parastina vê çandê dikirin jî jin in.  
Li gundê Besta Sûs ê herêma Koçerata girêdayî bajarê Dêrikê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya Pargîn hatiye pêşxistin. Ev proje li ser bingeha parastina çand û hunera Kurdî hatiye danîn û 9 endamên jin cihê xwe tê de digrin. Proje nû ye, ev 5 meh in dest bi xebatê xwe kiriye û di demên pêş de wê bibe dezgeha kombûna, mala çanda Kurdî û çanda hemû pêkhateyên li herêmê dijîn. Têkildarî mijarê endamên dezgeha Pargîn armancên projeyê, kar û xebatê xwe parve kirin. 
Danasîna çanda koçeran û girêdana wê ya bi jinan re
Endama dezgeha Pargîn Rojda Hisên çanda koçeran û girêdana wê ya bi jinan re danasîn kir: “Çand ew nasnameya mirovan e û hemû berhemên fikrî û jiyanî yên civakê ye. Çand û koçer bi taybetî jina koçer têkilyeke pir xurt di navbera wan de heye. Koçber bi çand û hunera xwe ya resen tên nasîn, ji ber dema koçer di konan de dijiyan hemû afrîneriyên xwe bi xwe re digerandin û diparastin. Asoya koçeran tevahî  gerdûnê digre nava xwe ne di pencereyeke teng de xwe dide der, şaxên xwe her fireh dike û fikrandinên cuda datîne holê. Koçber bi ziman, cil û berg û hunerê tên nasîn her wiha gelek amûrên mîna teşî, meşk, hîz, hawan û gelek amûrên din bi destên koçeran hatine afirandin û bi civakên din re hatine parvekirin. Jin xwedî dîrokeke dewlemend in di aliyê parastina vê çandê ji helandinê, mirov dikare bêje di mala her jineke koçer de hemû alavên kevnar û kevneşopî tên dîtin. Em dixwazin îro vê rastiyê raxin ber çavan û berdewamiya parastina vî mîrasê jinan bikin û weke hîmên esasî yên sererastkirina jiyana bibînin. Tiştên jin bi zanebûna xwe çêdikin, jiyan li ser tê avakirin û cudahiyên wê paşê tên dîtin. Em dixwazin di şopa van jinan de bimeşin û xwedî li çand û folklora xwe derkevin.”
Pênaseya Pargîn 
Endama navenda Pargîn Henan Qasim li ser pênaseya Pargîn û armancên vekirina projeya wê axivî û wiha pêde çû: “Pargîn ew kolanên parastinê li derdora konê koçeran e. Li gorî baweriyên me Pargîn dezgeha yekemîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê lêkolîn û belgekirina çand, kelebûr, kevneşopî û folklora Kurdî xebat dide meşandin. Mebesta avakirin û sazkirina dezgeha Pargîn parastina nirxên çanda manewî û madî ya Kurd e. Parastina kelepûr, kevneşopî û serpêhatiyên pêşiyan erkeke wijdanî ye tevahî mirovan di nava xwe de digre û berpirsyariya wê jî di roja îro de di nav van rewşên qirkirin û êrîşan de pêwîst e zêdetir be. Amûrên jiyanê yên van civakan afirandine ger îro lêkolînek jê re neyê kirin her wiha nav, nîşan û serdema wê ya dîrokî neyê zanîn, wê demê dê ber bi helandinê ve biçe. Ji belgekirina nivîskî zêdetir, belgekirina dîmenek dane pêş esas e û di heman demê de ji bo bibe berhemên berdest. Ji ber di tevahî cîhanê de çanda dîmenan li pêş e û her kes dikare, temaşe bike, bixwîne û jê fam bike. Bi belgekirinên dîmenekî û hînbûna vê çandê em dikarin xweşikbûn, dewlemendbûn û rastiye çanda xwe raxin ber çavan. Hemû mijarên çandî ji serpêhatiyê heya hemû amûr û alavên kevnar, çîrok, çanda jinan û gotinên pêşiyan di Pargînê de dê werin parastin.” 
Hilbijartina avakirina Pargîn li herêma Koçerata
Henan di berdewamiya gotina xwe de destnîşan kir ku sedema hilbijartina navenda Pargîn li herêma Koçereta ya Dêrikê û wiha dirêjî da gotinên xwe: ”Hilbijartina avakirina Pargîn li herêma Koçerata vedigere dewlemendiya herêmê û parastina wan ji vê çandê re, ji bo wê cihê herî guncav ji bo danîna vê projeyê herêma Koçerata bû. Kurdên koçber di herêmê de ji serdemên berê ve xwecihî ne û heya salên 1950’an jî li konanan û li zozanan dijiyan. Herêma Koçerata cihê bingeha gavavêtineke ber bi parastineke mayînde ve ye. Pargîn pira danûstandinê di navbera dîrok û pêşerojê de ye. Di pargînê de beşên me weke dengbêjî, montaj, dekor, derhênerî, cil û berg hene û hemû endamên di her beşê de perwerdeyên xwe dibînin. Em bi hêvî ne emê li barê vê çandê xwedî derkevin û derbasî nifşên pêşerojê jî bikin.”
Cil û bergên koçeran
Jina bi navê Nadîn Elî yek ji endamên Pargînê ye bal kişand ser cil û bergên herêma Koçerata û wiha pênaseya wê kir: “Her herêmek bi cil û bergên xwe tê nasîn, herêma me jî xwedî cudabûneke taybet e di aliyê li xwekirina cil û bergan de. Li herêma me piranî jin xeftanan li xwe dikin, ev xeftan ji qumaşê kitan tê çêkirin û rengê wê jî cuda ye weke xizik, reş û heşîn e. Nexşe û sîmên xiftan jin bi destê xwe çêdikin û rengê wê jî piranî sor û zer e. Hemû rengên ku cil û bergên koçberî jê tên çêkirin destnîşaneya xwezayê dike û vejîna jiyana nû ye. Jinên koçeran hem di nav karên xwe yên rojane de cil û bergan li xwe dikin û hem jî li şahî û kêfxweşiyan jî pê xemla xwe bedew dikin.”  
Çanda dengbêjiyê 
Endama beşa parastina dengbêjiyê Lona Hisên behsa girîngiya dengbêjiyê û rola wê di parastina çanda resen de kir û wiha got: “Çanda dengbêjiyê xwedî zemîneke qawîm e û li herêma me pir li pêş e. Mirovan bi riya dengbêjiyê ew hestên xwe yên nazîk danîn ziman û bi hev re parve dikir. Gelek stranên dengbêjan destnîşanî rewşên jiyanî yên ew civak tê re derbas dibûn, dikir. Di nava karan de, li ber dergûşên zarokan, li şahî û nexweşiyan mirovan digotin û heya roja me ya îro jî tên gotin. Ji bo wê pêwîst e em parastina wê  ji dîrokê dest pê bikin, lêkolîn bikin û di nav de xwe bibînin. Perwerdeyên me jî bi vî şiklî ne dayikên temenê wan mezin ên li herêma Koçerata dengbêj in tên Pargînê me perwerde dikin û hînî bilêvkirina dengbêjiya resen dikin, em jî ji aliyê xwe ve van dengan tomar dikin û li ser wê fikrandinê dikin. Her çiqas em bêjin, em nagihîjin asta wan, ji ber wan bi fikir û hesteke zelal dengbêjî dikirin lê heya astekê em dikarin mîrasê wan biparêzin û hînî nifşên pêşerojê bikin. Guhdarkirina li dengbêjiya pêşiyan kêliyên pir bi wate ne û mirovan bi xwe re kêliyekê dibe dîroka kevneşopiya Kurdî. Em naxwazin ji van nirxan dûr bikevin, ji ber ku hebûna me bi pêşiyên me heye.”