Jinên Efrînê hermel berhev dikin

Gihayê hermelê di nava civaka Kurd de kevnar e û dayikên Efrînê yên hermel berhev dikin wiha dibêjin: "Em çanda hermelê ji dayikên xwe hîn bûn û hermelê ji bo başiyan bi kar tînin."

HESNA MIHEMED
Şehba- Gihayê hermelê ango Peganum yek ji gihayên pîroz e ku gel baweriya xwe pê tîne. Dirêjahiya hermelê 60 santîmetre ye û gulên wê mezin û spî ne. Li piranî bajarên welatên Ereb, bajarên Deryaya Spî û bi taybetî li deverên kevirî yên ku baran pir li wan dibare derdikeve. Gihayê hermelê vedigere serdema Yûnanistanê û di wê serdemê de toza hermelê ji bo tedawîkirina gelek nexweşiyan bi kar anîne. Di nava civaka Kurd de jî hermel ji bo nezarê tê bikaranîn. Li gel nezerê ji bo xemilandina malê jî tê bikaranîn. Dema hişk jî dibe hin kes ji bo ku ji mala wan nezer derkeve pêdixin û dûmana wê li hemû deran digerînin. Her wiha di hin civatan de jî weke taqwîma salane tê bikaranîn. Jinên Efrînê yên li Kantona Şehba – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bûne di demsala havînê de berê xwe didin erdan da ku gihayê hermelê berhev bikin. Her wiha di çêkirina hermelê de jinên Efrînê bi qumaşên reng bi reng modelên cur be cur çêdikin û li mala xwe daleqînin. Girêdayî berhevkirina hermelê jinên Efrînê nêrîna xwe parve kirin. 
Gelek jin li hev dicivin û diçin hermelê berhev dikin
Ji bo parastina çanda dê û bavên xwe gihayê hermelê berhev dikin û mala xwe pê dixemilînin. Şêrîn Reşîd jî wiha behsa çanda hermelê dike: "Beriya dagirkeriyê jiyana me li Efrînê gelek xweş bû. Dema demsala havînê dihat em hemû jin li hev diciviyan û me berê xwe dida erdan da ku em hermelê berhev bikin. Hermel li çolan û axa gewr çêdibe. Her wiha dema ku hişk dibe bizrên wê hene mirov dikare biçîne jî. Niha em li Şehbayê ne û gelek jin li hev dicivin û bi hev re diçin nava erdan û hermelê berhev dikin. Hermel di nava civaka Kurd de ji bo nezerê tê bikaranîn. Dûmana wê jî ji bo nexweşiyan, bêhntengî û pirsgirêkên nefesê baş e. Li navenda Şehbayê zêde nîn e ji bo ku mirov hermelê berhev bike divê berê xwe bide gundan. Me şêniyên vir jî hînî berhevkirina çanda hermelê kir."
Hermel bawerî ye
Efieyt Ezîz, çanda hermelê ji dayika xwe fêr dibe û heta niha jî çanda dayika xwe diparêze. Efieyt wiha behsa berhevkirina hermelê dik: "Ez çanda çêkirina hermelê ji diya xwe fêr bûm. Em ji hermelê gelek mîsalan derdixin û mala xwe dixemilînin. Her wiha dema zarokek nexweş bibe hermel û xwê bi hev re dişewîtînin û dûmana wê li ser wan digerînin. Dema em hermelê berhev dikin yek bi yek ji derziyê derbas dikin û bi qumaşên reng bi reng mîsalan didin. Niha ez bi vê çandê, çanda kevnar a dayika xwe diparêzim. Daxwaza min ew e ku kurd dev ji çanda xwe bernedin û çanda dayikên xwe her dem bidin jiyîn. Hermel bi xwe bawerî ye ger mirov baweriya xwe pê neyne nikare sûdê jî jê bigre."