Mîhrîcana jinan a Fîdan Dogan 3 yê Tîrmehê despêdike

4'emîn Mîhrîcana Jinan a Fîdan Dogan (Rojbîn) 3 yê Tîrmehê li Parîsê dê were lidarxistin.

Navenda Nûçeyan - Wê di 3’yê tîrmehê de li Parîsê 4'emîn Mîhrîcana Jinan a Fîdan Dogan (Rojbîn) were lidarxistin. Festîval wê bi dirûşma "Li hemberî qirkirina jinê dem dema parastina jinên azad û civaka azad e" li qada Parc Interdepartemental a herêma Parîs Val De Marneyê were lidarxistin.

Mîhrîcana îsal di şexsê Fîdan Dogan de diyarî Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî (Fîlîz Aslan) hat kirin. Di bernameya mîhrîcanê de Yelda Abbasî, Nûarîn, Meral Alkan, Reqsên Gelê Tamîlê, Kevana Zêrîn, Koma Govendê ya Tev-Çandê jî cih digirin. Di mîhrîcanê de wê çalakiyên li hemberî pergala baviksalar, qetlîamên li ser jinan ên li Rojhilata Navîn, li dijî êrişên dewleta tirk werin lidarxistin. Di mîhrîcanê de ji bo zarokan qada lîstikê, standên agahdarkirinê yê li ser çanda Kurdan û têkoşîna jinên Kurd werin vekirin. Mîhrîcan wê di 3 yê tîrmehê roja Şemiyê pêk bê.